Arşîv

Kongreya Star banga rêvekirina li pêşiya şandeyên Rojava kir

Kongreya Star a herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê bêdengiya hikumetên Iraqê û başûrê Kurdistanê ya li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê şermezar kir û banga rêvekirina li pêşiya şandeyên Rojava ber bi Başûr ve kir da ku karibin helwesta xwe li hemberî êrîş û dagirkeriya Tirkiyeyê nîşan bidin.

Girêdayî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê li başûrê Kurdistanê, Kongreya Star a herêma Cizîrê daxuyaniyeke nivîskî weşand û dagirkerî bi tundî şermezar kir.

Daxuyaniya Kongreya Star wiha ye:

“Rojhilata Navîn li hemberî komplo û aloziyên girêkok û çêkirî di qonaxeke dijwar re derbas dibe. Hemû di encama nakokiyên berjewendiyên dewletên herêmî û navneteweyî de pêk hatine. Li aliyê din gelê me bi kuştin, talan û koçberkirinê rû bi rû ye, bi taybet gelê kurd li ser destê kujerên faşîst ên Erdogan li rex bêdengiya herêmî, navneteweyî û hundirîn. Ev faşîst bi van kiryarên xwe hewl dide tûranîzma osmaniyan li herêmê vegerîne, ji ber vê yekê bi hemû hêza xwe ya leşkerî li dijî rikberên siyaseta wê tev digere. Girtina bi hezaran siyasetmedarên kurd, demokrasîxwaz, parlementer û hevserokên şaredariyan ên HDP’ê di vê çarçoveyê de ye.

Faşîzma Tirkiyeyê bi vê yekê bes nekir, lê belê herêma Efrînê jî ku bi ewlehiya xwe dihat nasîn û welatiyên ji ber hovîtiya Rûsya û rejîma Sûriyeyê direviyan hembêz dikirin, dagir kir. Piştî berxwedana lehengî ya şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ziyanên mezin li faşîstan bûn û ji bo van têkşikandinên xwe veşêrin dema hilbijartinên parleman û serokatiya Tirkiyeyê bi pêş xistin. Her wiha mijara Minbicê û gelek bajarên din ên Sûriyeyê sor dikin.

Faşîzma Tirkiyeyê carekê nêzî Rûsyayê dibe û careke din nêzî hevkarê xwe Amerîkayê dibe û niha ji her du aliyan sûdê werdigire.  Di van demên dawîn de hewl dide beşeke mezin ji başûrê Kurdistanê di bin hinceta şerê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de dagir bike û li hemberî wê dewletên navneteweyî, herêmî û her du hikumetên Bexdayê û Hewlêrê bê deng in. Ev yek jî nîşan dide ku van aliyan dagirkeriya Tirkiyeyê û bûyerên li herêmê rûdidin erê kirine. Her wiha asta hevkariya di navbera Partî Demokratîk a Kurdistanê û bi faşîzma Tirkiyeyê re aşkera dike.

Em wek endamên Kongreya Star a herêma Cizîrê bêdengiya hikumeta herêma başûrê Kurdistanê û hikumeta Iraqê li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê li başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin. Armanca vê dagirkeriyê jî ew e ku destkeftiyên gelê kurd li Rojava û Başûr têk bibin û di hilbijartên 24’ê Hezîranê de bêtir dengan bi dest xwe ve bînin. Em bang li gelê bakurê Kurdistanê dikin ku dengên xwe bidin Partiya Gelan a Demokratîk (HDP).

Her wiha em banga rêvekirina li pêşiya şandeyên Rojava ên ber bi başûrê Kurdistanê ve dikin da ku derbasî başûrê Kurdistanê bibin û li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê helwesta xwe nîşan bidin.

Back to top button