ArşîvLêkolîn

Polîtîkayên dagirkerên Kurdistanê yên li ser ziman li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê

 

şgotin :

Ziman yek ji hêmanên herî giring yên xwenasîn û jîndarkirina netewbûyînê ye. Ziman axaftina miletekî, axaftina komeke civakî, axaftina herêmekê yan weletekî ya ku ji aliyê pergela xwe ve yeke û ji aliyê hemû kesan ve tê famkirin e.

Kurd jî yek ji netewên ku xwedî zimanekî serbixwe ne û ew ziman xwedî dîrokeka kevnar e. Yek ji sedemên ku Kurd heya niha weke netew name ew jî hebûna zimanê waye, rexmî ku welatê Kurdan Kurdistan ji aliyê çar dewletan ve hatiye dagirkirin û  li sar çar parçeyan hatiye parvekirin jî, lê zimanê kurdî yek ji wan sedeman bû ku Kurd weke netew bên parastin û çand û jiyana wan ya kurdbûyînê bê jîndarkirin.

Her çiqas kurd di bin darê zorê de ji bajar û gundên xwe hatibin durxistin jî û hewla qirkirina wan ji aliyê dagirkerên Kurdistaên ve weke Turk, ereb û farsan ve hatibe kirin jî, lê em dibînin ku berhemên wan û nivîskarên wan yên pir hêja û xwedî berhemên pir giring jî li seranserî Kurdistanê hatin nivîsandin û naskirin, ji wan nivîskaran jî Ehmedê Xanî, feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî û Baba Tahirê Hemedanî ye. Her yek ji wan xwedî berhemên kurdî yên bi nav û dengin û çand û netewa xwe di nivîsên xwe yên giring de parastin û ji nifşên pey xwe re weke mîrasekî bi nix hiştin.

Bi mebesta pêşxistin û belavkirina zimanê kurdî gelek xebat ji aliyê kurdan ve hatiye kirin yek ji wan xebatan jî rojnamegeri ye. rojnemeyê ku bi destê kurdan û kesayetên rewşenbîr hatine nivîsandin û weşandin wekî rojnameya Kurdistan, rojî kurd, Riya Teze û Hawarê , hemû jî di bin zext û zordariya dagirkeran de bi tekoşîneke pir mezin hatine weşandin, tê de zimanê kurdî, dîrok û siyaseta kurdî ji kurdan re weke berhemên pir binirx li her çar parçeyên Kurdistanê karê xwe dan meşandin û heya roja îro jî di xizmeta ziman û çanda kurdî de çavkaniyên giringin.

Kurdbûyîn yanî tekoşîn û liberxwedan e, di dîroka kurdan de bê navber qirkirin, bişaftin, koçberkirin, talankirina mal û milkên wan li ser destê turk, ereb û farisan bi hemû rêbazên dermirovî hatine kirin. Em dikarin balê bikşînin li ser polîtîkayên dagirkerên Kurdistanê bi taybet li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê yên li ser ziman û çanda Kurdên wan her du parçeyan bi çi û çawa hewldane ku kurdan ji ziman û çanda wan bê par bihêlin .

Li Bakûrê Kurdistanê:

Her wekî ku tê zanîn, dema Împaratoriya Osmanî di şerê yekemîn yê cîhanê de têk çû û hilweşiya,  li pey wê li ser xaka ku Komara Tirkiyeyê lê hatî avakirin û jê re sînorên “Mîsak-î Millî” dihat gotin,  ji tirk, kurd,  ermen,  rûm,  laz,  çerkez û hwd. mozaîkeke neteweyan mabû. Nijadperest û neteweperestên tirk ku pêşengiya wan kemalîstan dikir, dixwestin li ser vê xakê dewleteke tirk ava bikin.

Lewre li gorî neteweperestên tirk dewleta ku li ser vê mozaîka neteweyan ava bibe dê nikaribe xwe ji parçebûn û belavbûnê rizgar bike. Dewleta ku bê avakirin, ji bo ku domdar û ji xetereya parçebûnê dûr be, pêwîst bû ku li ser yek neteweyê ava bibe. Lê ji wê mozaîka neteweyan dê çawa yek netewe, yek çand, yek ziman û yek nasname pêk bihata! Neteweperestên tirk ji bo pêkanîna vê armancê wekî çare pişavtin dît û pişavtin wekî ramyariyeke stratejîk û bingehîn pejirandin. Bi vê armancê dewletê qedexe danî ser çand û zimanên kurd, laz û çerkezan, ew li aşê pişavtinê xistin û wan xwest çandên wan gelan jî di nav ziman û çanda tirkî de bihelînin. Di encama pişavtina ku 80 salan hatiye meşandin de ziman û çanda gelên laz û çerkez, mirov dikare bibêje ku bi temamî hatin helandin û ji holê rabûn. Ziman û çanda gelê kurd jî bi lezeke mezin di pêvajoya helandin û kuştinê re derbas dibe û tê derbazkirin. Serokwezîrê Tirkiyê Îsmet Inonu 27’ê avrêla 1925’an di kongreya “Turk Ocaği” de ev ramyariya netewekuj a dewletê wiha dianî zimên: “Bi awayekî aşkera îlan dikin ku em neteweperest in û hêmana esasî ya ku me bi hev ve girêdide neteweperestî ye. Li ber piraniya tirk tu tesîra hêmanên din tune ye. Buhayê wê çi dibe bila bibe, kesên ku li welatê me dijîn, em ê wan bikin tirk, kesên ku li dijî tirkîtî û tirkbûnê derkevin em ê wan tune bikin…”

Di nûsafeke ku serokê MÎT’ê Şengal Atasagun û cîgirê wî Mikdat Alpay ji bo

rayedarên dewletê amedekirî de ev rastî bi awayekî zelal tê dîtin. Di nûsafa kesên navborî de wiha tê gotin: “Komara Tirkîyayê dayîkên wê derê bi dest nexistîne (qezenc nekirine). Zimanê dayîkê astengek mezin e. Me pergaleke ku dayîkan qezenc bike nedaniye. Ev dewlet, fêrî zanîna ku deng li dayîkan bike nebû ye. Pêwiste em bikaribin dayikan qezenc bikin û zimanê dayîkan bidin guhurandin. Li wê herêmê ji sed jinan 60 jin bi Tirkî nizanin. …di vê mijarê de pêwiste em zimanê Kurdî û dayîkên Kurdan jî bikarbînin.” Di encama vê yekê de jî em dibînîn ku li her dera Kerdistanê ji bo dayîkên kurd qursên zimanê tirkî tên vekirin, di bin navê xwendinê de jî kampanyeya aşê jinbişêv “haydî kizlar okula” tê destpêkirin.

Piştî ku peymana Lozanê hate îmzekirin û sînorên Komara Tirkiye fermî bûn, neteweperestên tirk hebûna gelê kurd, nasname, dîrok, çand û zimanê wî qedexe kirin. Di sala 1925’an de dewletê bi vê armancê planek bi navê “Plana Islahkirina Şerqêçêkir û demeke dirêj aşkera nekir, veşartî hişt. Di vê planê de xala 41’ê wiha ye: “Li navçe û navenda bajarên mîna Meletî, Elezîz, Diyarbekir, Bedlîs, Wan, Mûş, Riha, Erxenî, Xozat, Erdîş, Elcewaz, Xelat, Palû, Çarsançax, Çemîşgezek, Vacix, Semsûr, Besnî, Arga, Hekîmxan, Berecûg û Çermûkê li daîreyên hikûmet û şaredariyê û li saziyên din, li dibistanan, li sûk û bazarê, kesên ku ji bilî tirkî zimanekî din bi kar bînin, dê wekî ku li dijî biryarên hikûmet û şaredariyê tevgeriyane, bêne hesibandin û li gorî wê bêne cezakirin.”

Herwisa di 24´ê Rêzbera (îlona) 1925´an de bi şanenava (îmzeya) M. Cemîl (Wezîrê Karûbarên Hundir), Mahmud Esad (Wezîrê Edaletê) Mirliva Kazim (Serokartêş), Mustafa Halik (Parlementerê Çankiriyê) dewletê biryareke wiha dabû:

Benda 7’ê ) Li sûk, dibistan û cihên fermî zimanê kurdî qedexe ye. Kesê ku bi kurdî baxive wê bê cizakirin.

Benda 8’ê ) Bajarên ku ereb lê hene, dê ji bo wan ereban saziyên tirkitiyê bên vekirin. Ew ê ji bo tirkitiyê li hemberî kurdan bên perwerdekirin.

Benda 9’ê ) Dê ji bo keçan dibistan bêne vekirin û ew keçên kurdan wê ji dê û bavên xwe bêne dûrxistin. Piştî jin bû tirk êdî zarok jî tirk e…

Benda 10’ê ) Dêrsimî dê hindik hindik li nav bajarên tirkan bêne belavkirin û li welatê wan tirk bêne niştecihkirin.

Dîsa di sala 1930´an de Wezareta Karûbarên Hundir li ser ka dê kurdan çawa bibişêvin Raporekê amade dike. (ew rapor wek zeptiyeke pir verşartî dikeve arşîvan) lî gorî wê raporê:

–Govend, cil û bergên kurdî, zimanê kurdî… kurdan bi kurdbûna xwe ve girêdayî dihêlin. Divê em cil û berg, ziman û govendên wan hem qedexe bikîn, hem jî reş bikîn. Wan wekî hovane û xirab şanî cîvakê bidîn.

–Divê em nav û paşnavên tirkî li wan bikîn. Paşnavên wekî kurd, çerkez, laz, boşnak, turkmen, tatar dê bên qedexekirin. .. Navê gund û bajaran divê bibin tirkî.

–Divê em li ber bidîn ku di mala xwe de bi tirkî baxivin. Li kolan bi tirkî baxivin. Bi vê riyê em riha wan bikîn tirk ew bi dil û can dê wekî tirkekê lê bên.

–Tirk-kirina çand, hizr û xwestekên wan ji bo wan rûmetekî mezin e û ji bo tirkkirina wan ev kar, barê her tirkê xwedan şeref e û spartek û wezîfeya her tirkî ya mîllî ye.

Rapora Fevzi Çakmak

Mereşalê tirk Fevzî Çakmak (fermandariya leşkerên tirk a li herêma Kurdistanê dikir) 24 saetan Quran ji destê wî nediket û serê her gotinê bi navê Xwedê dest pê dikir û wî jî mîna Tayîp Erdogan tim ji kurdan re digot “em birayên hev ên misilman in”.  Di derbarê bişavtin û tunekirina kurdan de ji dewletê re raporeke veşartî amade dike û di rapora xwe de wiha dibêje:

1-) Li Erzînganê kurd gelek zererê didin dewletê… Bi balafiran tunekirina gundên kurdan ferz e.

2-)Li navenda Erzînganê 10 hezar kurdên elewî hene. Ev bi riya elewiyetiyê kurdiniyê dikin. Tirk û kurdên elewî guman dikin ku zimanê elewiyetiyê kurdî ye. Lewma tirk jî bi kurdî diaxivin. Divê Tev kurdên elewî ji vir bi zora leşkeran koçberî Turkyayê bibin û em tirkitiyê li vir bi cih bikîn.

3-)Hinek karmendên vir kurd in. Li hemberî kurdan qenciyê dikin. Divê tev ev karmend ji bajar bên derxistin.

4-) Ya giring tunekirina gundên kurdan in û karmendên ji nijada kurd teqez divê ji bajar bên derxistin…

Fevzî Çakmak di rapora 22’ê îlona 1938’ê de jî wiha dibêje: Ji bo tunekirina van gundên kurd divê em çekan jî li tirkên herêmê belav bikîn û piştî bombebarana balafiran li ser wan de bigirîn, ên mayî bikujin.

Her wiha di Destûra Bingehîn a 12’ê Rezberê de bi awayekî pir eşkere tê bicihkirin. “Bo mînak di benda 3’yem de dibêje “Dewleta Tirkiyeyê li gel ax û gelê xwe yek e. Zimanê wê tirkî ye”. Dîsa di benda 66 par. 1’ê de dibêje “Her kesê ku hemwelatiyê Tirkiyeyê be ew kes tirk e”. Her wiha di benda 23/3’ê de dibêje “Çi zimanê ku bi zagonan hatiye qedexekirin, ji bo pêşketina tu fikr û ramanan nayê bikaranîn û weşan pê nayên kirin. Heke ku guhadariya vê qedexeyê neyê kirin û bi zimanekî din weşan bê kirin wekî nivîskî û kaset, qeyd, vîdeokaset û hwd. bê kirin dê bên berhevkirin”. Dîsa benda 28/2’yan de dibêje “Bi tu awayî bi zimanên ku bi zagonan hatine qedexekirin weşan nayê kirin”. Ya herî girîng benda 42/9’ê ku bi her awayî perwedehiya bi zimanê kurd qedexe dike. Di vê bendê de wiha tê gotin: “Di saziyên perwerde û perwerdehiyê de, ji bilî zimanê tirkî tu ziman wekî zimanê zikmakî nayê fêrkirin”. Bi vî awayî ziman jî di nav de hemû çalakiyên kurdan hatin qedexekirin. Navên bi kurdî, navên cih û waran, kasetên bi kurdî, heta hebûna kurdî bixwe hate qedexekirin. Çi tiştê ku bêhna kurdî jê bê hate qedexekirin. Teroreke spî li ser ziman û çanda kurdî hate meşandin.” Hate gotin ku “kurd jî milek şaxek ji yên tirkan in, ew tirkên çiyayî ne, zimanê kurdî jî tirkiya xirabûyî ye”. Bi vê têgihîştina  Peyva kurd di wateya “gemarî, pîs, nebaş û hov” de hate bikaranîn. Ziman û çanda kurdî wekî sembola lipaşmayinê, wekî sedema şermê û hovîtiyê hate nîşandan, ziman û çanda tirkî jî wekî temsîla şaristanî û pêşketinê hate îlankirin.Yanî ji bo tunekirina ziman û nasnameya kurdî çi pêwîst be, hate kirin û hê jî tê kirin. Gotina Erdogan a ku wek tutevînekê (papaxan) di her civîn û mîtîngê de dubare dike û dibêje: “Me çi got? Me got, yek netewe, yek al, yek ziman û yek  dewlet. Ma ên ku vê yekê nepejirînin hene? Heke ên ku vê yekê nepejirînin hebin, cihê wan li vî welatî tune ye, bila barbikin û ku de diçin bila biçn.” Dijwarî û rastiya wê yekê bi awayekî pir zelal radixe ber çavan.

Li Rojvayê Kurdisanê :

wek tê zanîn di sala 1916´an de bi awayekî veşartî di navbera Rûsya, Fransa û Brîtanyayê de peymana Sykes-Pîcot hatibû çêkirin. Di vê demê de Fransa û Britanya parçeyê Kurdistanê yê ku di bin serweriya Osmanî yan de li xwe parve kiribûn. Brîtanya li Iraqê rêveberiyeke bi xwe ve girêdayî ava kiribû û bi riya vê Mûsûl û Kerkûk jî di nav de Başûrê Kurdistanê dagir kiribûn û bi vê riyê petrola Kerkûk û Mûsilê xistibûn destê xwe. Fransayê jî Sûriye bi xwe ve girêdabû û Başûrê rojavayê Kurdistanê dagirkiribû û li herêma Cizîrê dest bi derxistina petrolê kiribû. Dagirkeriya rêveberiya manda tam 26 salan ajot. Du armancên bingehîn ên vê dadirkerî û mêtingehêyê hebûn; ya yekemîn:  ji çavkaniyên aborî sûdgirtin, ya duyemîn jî: ji bo ku pêşiyê li xetereyên ku dibe derkevin pêşiya Fransa têgîhiştina îdarekirinê avakiribû.

Piştî  bi qewlê ku di bin mandeya Fransiyan de destûra avakirina dewleta Sûryê hat dayîn, kurdan jî di sala 1928 an de bi daxwaza ku li Kurdistanê xweseriya xwe ava bikin, bi daxwaznameyekê serî li Meclisa hevgirtî ya Sûryê dan. Di daxwaznameyê de daxwazên wek ji bo ku li herêmê digel zimanên heyî zimanê kurdî jî bê bikaranîn; di herêmê de bi zimanê kurdî perwerde bê dayîn û li cihê karmendên biyanî li herêmê karmendên kurd  bên bicihkirin hebûn. Lê rêvberiya manda ya fransî bi hêceta ku dewletên tirk û Iraqê li ser tixîbên xwe “herêmeke xweser a kurdan” napjirînin û ji bo perwerdehiya bi zimanê kurdî jêder jî kêmên û ji xwe gel jî vê yekê naxwaze, destûr nedan. Bersiva rêveberên mandaya fransî ya ku daye daxwaza nivîskarê kurd Mûstefa Botî ya ji bo ‘vekirina dibistanek perwerdeya kurdî’ jî ji hêcetên wan ên li jor hê sosretir bû; ev bersiva wan a ku dane nivîskarê kurd, mebest û ramyariya dewletên emperyalist a li hemberî gelê kurd bi awayekî pir zelal radixe ber çavan. Di bersiva xwe de wiha dibêjin: “ berpirsyarên Fransa ên li hemberî dewletên di rojhilata navîn de, ‘ketina nava macerayeke’ wiha asteng dike.” Wek tê dîtin mijar bi giştî ramyarî bû. Ji xwe dewletên emperyalîst Kurdistan li gorî berjevendiyên xwe yên domdirêj parçeperçe kiribûn. Negengazbû ku li derveyî armancên xwe tevbigeriyan. Ji bo vê yekê jî wê di ramyariyên pişaftin, mendelkirin û nijadkujiyê de heya dawiyê destek û piştgirî bidana dewletên dagirker ên ereb, fars û tirkan.

Piştî ku serweriya Sûryê kete destê ereban û demekê şûnde Partiya Demokratîk a Kurd-Sûryê hate damezirandin(1957). “dema ku partiyê bang li Sûryê kir da ku “mafên gelê kurd ên neteweyî  bidê”  Komara Ereb a Yekgirtî êrîşî ser partiyê kir, partî girt, dest danî ser malê partiyê û rêveberên wê şandin zîndanan. Heta megafonek jî bi xwediyê wê re şandin zîndanê.”(f. Bulut). Bûyera megafonê pir girîng e û peyama wan vekirî ye. Bi şandina zîndanê ya megafone dixwazin vê bibêjin: tiştê ku deng, reng û bêhna kurdî û kurdewarî jê bê heke megafonek jî be, perçeyekî hesin, dar an jî perçeyekî kevirekî jî be, em ê wî nepejirînîn û bi rê û rêbazên cuda tune bikîn.

Di sala 1961’an de Sûrye ji Misrê qut bû û di mijdara sala 1962’an de jî li herêma Cizîrê ji bo gelê kurd serjimêriyeke gelheyê ya taybet çêdibe. Piştî vê serjimêriyê pest û pêkutiya dewleta Sûryê ya li ser gelê kurd zêde bû. Nêzîkî 120 hezar kurd ji wê serjimêriyê xistin, ew weke “biyanî” hesibandin û nasnameya Sûryê nedane wan. Bi vê yekê jî ji hemû maf û peywirên hemwelatî bêpar hiştin. Bi armanca “erebkirina herêma kurdan” binavê “kembera ereb”  projeyek xistin dewrê û bi vê projê gelê kurd xistin nava çemberekê, cih û warên wan ji destên wan standin, ew mişextî herêmên ereban kirin û li cihê wan ereb bi cih kirin. Piştî ku di sala 1963’an de partiya Ba’sê bi derbeyekê desthilatdarî xiste destê xwe, wê jî bi navê “rizgarkirina giyana ereb a li Cezîrê”  heman ramyarî da meşandin.

Projeya erebkirinê ya ku ji 12 xalan pêktê, ku Mihemed Talib Hilal Amîrê Şaxê Ramyarî yê herêma Hesekê ji delwtê re pêşniyarkirî, di derbarê kurden de seriştyên ramyariya dewletê yên nepenî pir baş dide der çavan. Ji bo ku ramyariya  tunekirinê ya ereban baş were fêmkirin em ê wan xalan rêzbikîn:

1) Divê civatên kurd bêne belavkirin û koçberî herêmên hundir bêne kirin.

2) Divê ramyariya di derbarê ku kurd ji saziyên perwerdeyê bêpar bêne hiştin de  ango kurd nezan bên hiştin (erebiya wê techîl e).

3) Ji bo ku kurd neçar bimînin ku dest ji cih û warên xwe berdin, divê ramyariya birçîhiştinê (erebiya wê: Tecwî-î)  li ser wan bê sepandin. Ji bo vê yekê jî divê bêkar werin hiştin.

4) Divê kurdên ku piştî serhildanên 1920’an ji Tirkiyê revîn

û xwe avêtîne bextê Sûryê, bêne dertixwîbkirin.

5) Divê ramyariya “parçeperçe bike û di rê ve bibe”  فرق تسد) )bikeve karvaniyê û bi taybetî jî kesên angaşt dikin ku ereb in li hemberî kurdan bên bikaranîn.

6) Divê ramyariya Kembera Ereb (Hizam-ûl Ereb) a ku di sala 1962’an de hatiye pêşniyarkirin bikeve karvanmiyê.

7) ”Divê pêvajoya heta ku kurd têne parçeparçekirin û belavkirin li ber çavan were girtin” û li gorî vê yekê li herêmên kurdan herêmên “neteweperestên ereb û erebên xwerû” bên damezirandin. Ango li wan herêman cihên nû bên avakirin û ereb lê bên bicihkirin.

8) Divê ev herêmên ereban weke qadên leşkeri bên diyarkirin. Hêzên li wan herêman jî bikevin nava pêkanîneke wisa ku ereban biparêzin û kurdan piştder bikin.

9) Çawa ku (li İsraîlê)  yahudiyan li seranserî tixûbên xwe “kooparatîfên çandiniyê” avakirîne, divê em jî wek wan di bin navê  çandingehên hilbirîna hevpar û kooparatîfên çandiniyê (Cemîyet-ûl Teavûniye/Mezrai-ûl Cemaiyye) de li seranserî  tixûbên xwe çandingehan ava bikîn. Û ji bo parastina herêmê perwedeya çekdarî bidîn erebên ku li herêmê nîştecih dibin.

10) Divê kesên ku naxwazin bi erebî biaxivin ji hemû maf û destûrên taybet werin bêparhiştin.

11) Divê oldarên (melayên) kurd ji cih û peywirên xwe bêne girtin û li cihê wan oldarên ereb ên ku xwînxwerû ereb in bêne bicihkirin. Ji ber ku naverok û çawaniya civînên oldarên kurd, ji olî wêdetir veguherîne sohbet û meclîsên kurdîniyê, divê oldarên wan berbi herêmên hundurîn ve werin mişextkirin.

12) Divê di nava ereban de li dijî kurdan kampanyayeke berfireh were destpêkirin.”

Rejîma Be’sê bi armanca ku vê projeya xwe pêkbîne li ser seranserî tixûbên Sûrye û Tirkiyê li ser axa Kurdistanê bi qasî 10-15 kîlometreyan projeya “Kembera Ereb” xiste karvaniyê. Di bin navê  avakirina “çandingehên nûjen” de  bi hezaran kurd ji cih û warên wan kirin û li cihê wan ereb niştecih kirin. Hukmetê kurd ji referanduma axê bêpar hiştin û ax li wan belavnekir. Di vê çarçoveyê de 60 hezar kurd (li gorî hin çavkaniyan jî 120 hezar kurd) ji cih û warên wan kirin û mişext û koçberî herêmên hundir an jî mişextî Lubnanê kirin. Her wisa bûyera Sînemaya Amûdê û bûyerên li pey wê jî hatîn encamên heman ramyariyê bûn.

Her çi qas di navbera Sûrye û Iraqê de nakokî hebin jî lê di sala 1963’an de ji bo ku serhildana li Başurê Kurdistanê têkbibin Sûryê bi hezaran leşkerên xwe şandin alîkariya hukmeta nîjatperest a Iraqê.

Dîsa her çi qas heta demekê bi taybetî jî di dema H. Esat de ji ber sedemên ramyarî  rejîma Sûryê ev ramyariya xwe ji bo demekê qerisandibe û demek dirêj Sûryê malovanî ji sazî û rêxistinîbûyînên gelê kurd, çand û zimanê wî re kiribe jî, lê nêzîkatî û polîtikayên wan ên li hemberî gelê kurd, çand û zimanê wî ji yên fars û tirkan zêde ne cuda bûn. Ji xwe piştî Esad mir dîsa nîjatperstên ereb derketîne ser kar û nêçîra qedexekirin, pişaftin û tunekirina kurdan dikin.

Encam :

Zexta ku li ser Bakûrê Kurdistanê ji ya li ser Rojavayê Kurdistanê nekêmtir e, heger tiştek bê diyarkirin jî di vê rewşa ku li wan her du parçeyan hatiye û tê jiyan kirin ewe ku kurd li ser destê dagirkeran ve rastî gelek êş û azaran bûne, ji bo tunekirin û qirkirina wan li her derê dijminê wan xwe li ser wan kirine yek û rê li ber avakirina sitatuyeke kurdî pêşiya wan hatiye girtin. Kurdan jî ji bû xwedî li mafê xwe derkevin her û her tekoşîn dane meşanidn û serî lihember dijminê xwe netewandine û ji bo parastina çand û zimanê xwe her çiqas rastî îşkencê û girtin û kuştinê jî bûne lê dest jê bernedane û îro jî em dibînin ku li rojavayê Kurditanê bi hezaran zarokên kurdan di dibistanan de bi zimanê xwe perwerdê dibînin û li Bakurê Kurdistanê jî bi dehan nivîskar stranbêj û siyasetmedarên kurd xwedî li çand û zimanê xwe derdikevin û li himber hişmendiya netewperwerê turk li ber xwe didin.

 

Ferîde Birahîm

24/4/2022

 

 

 

 

Back to top button