pêşgotin :
Wekî em dizanin ku gerdûn xwe li ser sîstemeke tewazinî jiyan dike. Ev sîstem mirov dikare di hemû cûreyên hebûnan de bibîn e. mînak di ajalan û Nebatan de çawa dikaribin bijîn mînak, jiyana Dar ê, di tovê wê de veşartiye.li gorî cewherê xwe tevdigere û hebûna xwe bi parêze. Eger destê cûda mûdaxela wê nekin. Ew dikare di nava şert û merca xwezaya xwe de hebûna xwe berdewambike .
Ji ber ku mirov jî Beşeke ji vê hebûa xwezayî ye. Pêwîst e terzê jiyana mirov li gorî xwezaya mirov be. û ev jiyana xwezayî xwe bi hezarên salan daye îsbt kirin. ku ev civak bi fikir û hêza xwe ya cewherî jiyana xwe berdewam kiriye û hebûna xwe, xwezaya xwe avakiriye. û bi xwe re pêşketinên fikrî û zanistî çêkiriye. lê ev pêşketin hin bi hin bi destê hin kesan ji civakê hate dizîn. Û civak cara yekem cewherê xwe winda dike di bin navê rêxistina civakî hin kes civakê digrin dest û bandora civakê pûç dibe û ji holê radibe weke ku pêwîstiya xwe bi rêxistineke ji derve dibîne weke qederekê timî li peyî wê di meşe jiyaneke yek reng da avakirin ew civaka serdest ku xwe bi keda bindestan mezin kirin û bi zimanê serdestiyê JIN şewitandin û jiyana me li ser alîkî ew tewazina xwe şikenand. Pêwstiya civakê bi gelek felsefe û olên yek xweda xwe derxist holê ku bibe dengê civakê lê dîsa nebû bersiv ji êşa wê re. berovajî wê bûye berdevkê desthilatdariyê û rê li ber wê vekir, ew kir riya çareseriyê ji pirsgirêkên civakê re di bin navê baweriya civakê bêtir civak hat parçekirin û civak riya xwe wendakir. û berê xwe da Dewletê û têkiliya xwe li ser avakir, heta roja me ya îro civak hebûna xwe bi hebûna dewletê dibîne.
Lê em vê tewriyê redikin ji ber ku însan beşek ji vê Gerdunê ye divê di çarçoveya xwezaya xwe de jiyan bike. Ne li gorî sîstema derviya xwezaya xwe. li gorî lêkolînên me ji dîrokê re ev tişt hatin bi dest xistin, her weha emê Şêrovekirinên bi çavê civakê bi din zelalkirin.
ARMANC:
Erk û armancên min ji vî karî ku ez karibim hink rastiyên ku hatine veşartin û dizîn ji rastiya dîroka civaka mirovahî ya ku ne hatibû nivisandin û durûtî û xapandina Dewletê ku xwe kiriye cihê bawerî û hêz ji bo civakê di bin maskên cuda de hakimiyeta xwe ferzkiriye di nava civakê de. Ku ez li gorî lêkolînên xwe di şirovekirina hin tewriyên şaş bi ghînim we ,Mijarê ku ez gihame encamê jê ku sîstema ku îro cîhan li ser di meşe ew sîstema siyaseta pişaftina civakê ji xwe re armanc girtiye ku xwe li ser koletiya wê hebûna xwe berdewam bike. ku ji 5000 SAL .B.Z. sîstemeke nû li ser civakê ferz bûye hêza fikir bindest kiriye.
mirov ji cewher wê der xistiye, Ew fikirê pûç doxmayî li ser hatiye ferzkirin. ku em di vê lêkolînê de rih , fikir û Îrada civakê careke din lê vegerînin û wê bikin xwediyê dîroka fikir û felsefeya jiyanê.
BEŞÊ YEKEM
CIVAK:
Ew kombûna despêka ku Însan xwe ji ajalan qutdike. û dest bi jiyana xwe ya civakî dike bi rengê kelan avadibe, û li ser pîvanên mirovahî ji xwe re nirxan avadike û weke qanunên civakî digirin dest. bi hezar salan berdewamdike. di nava têkiliyên hevdû temamkirin û bawerî, bi hev re karkirin û jiyana civakî esas dihat girtin ji bo gêştina hebûna civakê, civakê tevî zor û zehmetiya jiyana xwe xiste xwedê û navenda şaristaniya mirovahiyê ya ku îro cîhan bi navê vê bang dike civak bi rihê xwe civake.
SIYASET :
Ew encamê sekina ji fikir û îrada însan avadibe ku ji jiyana xwe re debar û derfetê karê herî baş bi xuliqîn e.ji îhtiyacê wê rojane ye ku weke nefes jê re têgirtin. lê îro ev nefes desthilatdaran ji civakê qut kiriye ji xwere kiriye hêzekî sirî ku civakê pê dixapîne di bin navê derew û xapandinê de . Ku bi hesanî civak xwe jê dur bixe, ji ber ku civak wê ji pîvanê xwe yê civakî nabîne . û di wir de civak tê helandin û riya jiyan a xwe winda dike. Û heta roja me îro civak xwe xwediyê wê nabîn e, siyaset ew enerjî û zindîbûna jiyanê ye ku hertim di nava hierkînê de ye ku tiştekî nû avabike û civakê bigihîne xweşikbûn û wekhevî, û di civakê de peyde bike.
TÊKILIYA CIVAK BI SIYASETÊ RE :
_Di despêka vê mijarê de. Min pêwîst dît, ku ez bi zimanê civakê van têkiliyan ji we re diyar bikim. nêrînên ji qada civakê .
M in pirsa xwe ji hemû beşê civakê re got ,pirsa min ev e.
_Siyaset ji bo te çiye ?
Dayika F.H bersiv da û weha got :Min nexe warê siyasetê siyasetê mala me xer kir ye.
Ciwanê. bavê Îsa bersiv weha got :siyaset ew lîstoka xapandiyê ye û ez ne însanê xapînok in.
Ciwanekê. bi navê A.F bersiv weha da : Ew karê Dewletê ye. hele hele dewlet karibe pênasa wê bike.
Li gorî van nêrînan. mirov dikare bibîne ku civak gihaye kîjan astê ku xwe siysetê înkar dike.
Di vir de mirov kare nasbike bê çima civak ji siyasetê direve? ji ber ku ji 5000 sal desthilatdaran kirasê ji agir lê kiriye ku hiştiye civak ti carî di xeyalê xwe de jî be pê nefikire.
Lê rewşa me ya îro her tiştî ji mere zelal dike, ku qut bûna civakê ji siyasetê çi ye. şikandina îrade û pûçbûna fikir û siyaset li cem mirovan ku wê bike weke keriyê ji xwe re. û li gorî berjewendiyê xwe civkê avabike
Em ji dîroka civakê bigrin dest .
TÊKILIYÊN CiVAK BI SIYASETÊ RE :
Siyaset ji cihê herî girîng ku mirov li ser bisekine û nasbike ji ber ku ji cihekî herî esas ji civak re weke xuyakirin ku xwe pênasebike weke dest û ling jê re ku xwe jiyan bike .lê dewletê ew ser bin hev kirî ye ku civak di nav de belav bûye . Heta civak xwe nasneke nikare rastiya siyasetê jî bibîne û xwe nas bike. Siyaset ew zindîbûna herikanda jiyanê îsbat dike, Ku bi hezarê sala civak bi rihê xwe yê xawezayî di nava siyasetê jiyan kiriye.
JI dema ku însan ketiye ferqa xwe de û fikir li cem temam dibe û xwe ji derdorê di parêze dema ku cara yekem kevir û dar radike ji encamê fikirekî ye. û ji xwe re li ser sîstemeke jiyana civakî avekir . ew sîstem ji fikir û siyaseta ku çawa jiyana xwe bike û debara xwe li gorî pêwistiyê jiyanê û bi rengê KELAN kombûna civakî pêş ket. û pêdiviya rojane mezin dibûn. ji bo xwe ji kerasetên xwezayê bi parêze ji xwe re mal ava dikir û amur ji xwe re peyde kir.ji bo pêşketin û hebûna jiyana civakî hertim di nava hewildanan de bû ku rê li ber hesan bûna jiyanê û hev du temam bike ji xwe re weke nirxên mirovahî di gire dest. Mirov bi karê xwe mirov e. Mirov bi mirovahiyê mirove. Bi hebûna civakî dibe mirove. Mirov berhemê jiyna civakî ye. lewra îro mirov ji xwezaya xwe derketiye ji ber ku ji rastiya siyaseta xwe derketiye siyaset exlaqe û exlaq ew dendik û cewherê însan bi xwe ye, ji ber vê yekê siyaset di cewhrê her kesî mirov de ye. Di vê xalê de dewlet di nava nakokiyan de dimîne pênase dike karê xerab û ew ji xwere esas digire.
Em dikarin bêjin ku siyaset ew çanda jiyan însan ya rojane ye ,ji pîvanê ku dihêle mirov ji ajalan cuda bibe û xwediyê fikir û hêza xwe be, siyaset dihêle mirov bibe xwediyê jiyana xwe . û di çarçoveya mirovahiyê jiyan bike bi zindîbûna jiaynê jiyan bike. ji dîrokê berhemê xwe bigire. ku dewletê xwîna mirovahî di demarê laşê wê de qirêjdike û davêj e .siyaset ji civakê re îrade û nasnama wê ye jiyana rojane ye .ku kêlî bi kêlî bi nirx û hebûne. îsbat dike, lewma em dibêjin: siyaset berhemê çanda jiyana demokratîk e. dema ku tişt winda dibin pêwîst dibe nav bê lêkirin ku wê bibîne ,di civaka xewzayî de bi navê siyaset tinebû. Dewletê li gorî xwe pênase kiriye ji zihniyeta dewletê ku weke gedî li civakê dinêre lê em dibêjin: civaka polîtîk civaka xwe bi xwe rêvebiriye. ji berxwedaniya civakê ya hezarê salan e. ew jî dînemîka civakê ye, ku hebûna xwe pê berdewam bike li gorî çarçoveya xwe ya xwezayî. tevbigere û xweseriya Jiyana xwe îsbtdike ku ew jî beşek ji vê xwezayê ye. Di dawî de siyaset xwe dighîne ew îfadekirina tekoşîn û rêxistina jiyana azad, û hebuna civakê isbat dike .
ZANISTA CIVAKA SIYASÎ: BEŞÊ 2
Ew beşek ji beşê civaknasî yê herî girîng ku civak xwe bê îfade dike ji despêka jiyana xwe de. Lê wek têkînekî nû nav lê hat kirin .Biştî şerê cîhanê yê dûyemîn dema ku civak di nav alozî û pirsgirêkên kûr de jiyankir, carek din zaista sosyoloyjiya siyasî xistin nava lêkolînan de ku bikar bin van pirsgirêkan di civakî de çareserbike. Ew zanista siyasî kir weke beşek cûda ji zanista civakê û pirsgirêka herî mezin di vir de derket. Dema siyaset ji civakê cûda kirin ew xistin, warê bandora şoreşan navbera dewletan de li ser civakê û bi vê zihiniyeta qirêj dewletê siyaset xist warê ku civak pirsgirêkan jiyanbike. ji wê siyaseta ku dijberî dewletê dê bikaranîn ,û siyaset kirin weke zanist ku ji nû ve hatiye derxistin di Orimpa li ELMANIYA li ser fikirê fîlozov *MARTIN LOSER KÎNG *piştî tevgerê dînî û sînaî li Orimpa .
Lê wan ev zanist peydekir ji bo pisgirêka ku di civakê de çêbike. Û çareseriya wê li cem xwe bibîne, weke ku nexwşiyê çêdike û derman jî li ba xwe çêdike .
Eynî sîstema xwe jî kiriye nexweşî di nava civakêde ku hertim civak xwe lê bigire.
lê ev zanist di xwezaya mirovan de tê ave kirin û ji xwere weke zanist girtine ji cem xwe fikir û felsefe despê dike di vir de jiyana mirovahî tine dike. ku bi hezarê salan hatiye jiyankirin lê çiqas wê tine bikin lê nikare wê înikabikin.
*Mijara Ku Zanista siyasî bi kar bîne
Serxwbuna dewletê sêyemîn ji dewletê dagirker
Beşkirina civaka navendî KAPÎTALÎZİM ango rasmaliyet û SOSYALÎZİM ango îştîrakiyet
SÎSTEMA SIYASÎ :BEŞÊ 3
Ger em li sîstema îro heyî binêrin emê wê zîhniyeta ku ji 5000 sal xwegirtiye û bi xwe re berdewam kiriye heta roja me yî îro ya ku xwe li ser desthiladarî û keda civakê avakiriye. ji bo xwe bigihîne sîstema serweriyê her tiştî tewnbar û tine dike û civakê dixe nava pirsgirêkên jiyan di heman demê de weke exlaq, aborî û zihniyeta bê bawerî ezezî di civakê peyîda dike, û hêza çareseriyê li ber digre û civak di jiyaneke bê bawerî ji fikir û îrade ya xwe ya siyasî jiyan dike .
Tevî ku siyaset ew fikirê civakê ku xwe bi wê jiyan dike, weke av û nan ku jê qut bibe jiyana wê bi dawî dibe. dsthilatdaran ev sîstema siyasî di çavê civakê de şikenandiye ji xwe re kiriye hêza mutleq li ku derê be berjewendiyê xwe dimeşîn, îro hegomeniya navendî xwe li ser dimeşîne. lê careke din bi çavê civakê emê li van sîsteman vegerin û nasbikin. û rastiya xwe di ku de winda kiriye û bê çawa diyaliktiya sistemê şikinandiye.
PÊNASA SÎSTEMA SIYASÎ:
Ew girûpeke bihev girêdayî ye ji zagon û rêgezên ku li gorî armancê xwe dadtîne. her sîstem di nava xwe armancke hiltîne. û ew ermanc ji xwe li ser sitemekê xwe tîne.
Ev sîstem xwe li ser cûdahîykî diyalîktîk hev du temam bike ji diyalektîka xwezayî weke şev û roj , rast û şaş. Xwe di tewazinekê de temam dike hertim jiyan bi armanc dike..
û ev diyalîktîk li ser van niqteyan disekine:
1_CÛDAHÎ :
Ev cudahî di xwezaya sîstemê de tê avakirin , ku ji bo xwe bi hev re bikin jiyanek nû, ev cûdahî hertim di nava dijberiyat hevsengî de ku xwe bi hevre bighînin sîstemeke jiyanî ku hev û du temambikin weke, xweza însan ku ji cûdahiya Jin û mêr)bi hev re di bin jiyan. û fikirê cûdahî bi hevre zanebûnekî çêdike. dema ku tu Karekî xerab an nebaş dibînî karê baş cem mirov çêdibe pirs tê mirov çima ev karê ne baş, ji cûdahiyê tiştên nû tê ava kirin, ev tewazin hevsengî xeradibe. Sîstem ji xwezaya xwe derdikeve MINA mirin û jiyan dema ku Mirin li kêleka însan be û bi xwe re jiyan bike wê demê însan bêtir bi xweşiya jiyanê dijî, weke şervanên tevgera azadiyê yên ku her tim mirin nêzî wan e di çeperê şeran de ne û yên herî bêtir di ferqa jiyanê de ne lê ema ya ku ji mirinê ditirse û hertim di tirsê de ye ku weke di roja me ya îro de ku hemû sîstema desthilatdar ji xwe re esas girtiye li ser yek alî dimeşe û her tiştî li derdora xwe tine dike bi sîsema yek al, yek ziman, û yek netew, ku dijî hemû sîstemê xwezayî ne û mirovî ne.ema xistine bin xizmeta armancên xwe. li ser vî esaeî em netewa demokratîk ji xwe re weke sîstemmeke xewzayî dibînin ku hemû reng û cudahiyan ji xwere esas digire. Li gorî rih û cewhera civakê tevdigere, pir rengîbûn riya fikir vedike jiyana ku jiyanê dixe nava nakokiyan de ye, û nakokî ew herikîna jiyanê ye ku rengê felsefî jiyan dike û asta herî xweşik.
2 – Gerdun û Nisbî:
Ev tewriya kewnî û nisbî di nêzîkatiyên felsefî de pêşketiye ku cihê xwe di xwezya sistemê digre. ku herdu nisbiyet li gel hev dibin sîstemeke rast. Lê cûdahiyê dixe nava van nisbetan de, ew zihniyeteke şaş e û ne li gorî mentiqê sîstemê ye
NÊRÎNA KEWNÎ :
Ew nêrîneke mutleqiytê û hetmiytê esas digire li ser nêrînan dimîne, yan û yan weke :rengê sipî yan reş. ev di mentiqê dewlet de esas girtine ,ku xwe liser civakê ferz dike, û bi zihniyeta yek netew bang dike. û civakê tine dike ,û bi xwe jî tine dibe, ji ber ku sîstema ku ji tewazina xwe ya diyalîktîk derdikeve ew sîstem ,nabe jibo berdewam kirina jiyan rast. ku ew ji esas girtina zihniyeta dsthilatdaran e, îro hertişt bi mînak in weke şoreşa bihara gelan, ku em hemuyan bînin gel hev, emê vê zihniyeta dijî demokrasiyê bibînin. ya îro li ku tê meşandin ku wî tinedike ji zimanê wî ji nasnema wî di nav xwe de qebul nake, weke EDORNO dibêje:JIYANA ŞAŞ RAST NAYÊ JIYAN KIRIN .
NÊRÎNA NISBÎ:
ew nêrîneke ji hemû gûhertinan re vekiriye û bi xwe re guhartinê tîne. Û ji bo xwe yek alî esas na gire ,mînak: girêdana di laşê însan de ,ku dest yan ling ji wê laşê qut bibe, ew însan temam nayê jiyankirin û tevî ku cûdayî hevin lê hev temam dikin. KU di roja me ya îro de însan ji xwezaya xwe qut e ji ber di sîstemeke xwezayî ye de çêbuy e ku bi hev re bibin yek rih ji ber vê yekê heta em sîstemekî siyasî ya rast deyînin divê em van nêrînan rast bigirin dest, û wan nêrînên kewinî û nisbî ji hev qut nekin, û em bigihên sîstemeke civakî rast li gor sîstema xwezayî, ku civak bi rihê xwe tev bigere.
3– MADE Û ENERJÎ :
Made û enerjî ew jî bi hev re yek tişt dide ,made bê enerjî nabe û enrjî jî bê wê nabe. ku ev zanistekî ji zanistên xwezayî ye, ku esas tê girtin. Bê çawa jiyan bi hv temam dike ku her kes bi rihê xwe tev biger e, Bê ku kes mudaxele bike. ku weke çawa zanist ji hev cuda kirin ji bu berjewendiyên xwe îro bi kar tînin û bi navê zanista pozitîv dest avêtin zanistê û ew jî parçekirin, û liser civakê tê meşandin û civke li gor xwe avakiriye, û civak ji cewherê wê derxistine û sîstemek jê re danî ye wê dixe nava nakokiyan de , û ber tinebûnê ve diçe.
Yek tinebibe ya din jî bi xwe re tinedike. mînak fikir enerjye mejî madeye bihevre di nava lêgerînê de ye. mejî xwezaya wê fikir çawa xwe derxe û pêş bikeve.
4 VALAHÎ Û NE VALAHÎ î: valahî çêkirina ne valahiye. Heta ne valahî çêbibe divê valhiyk hebe ku rê bide ne valehiyê .mînak ,şoreşa rojava bi hezarê sala di valahîyeke de jiyan dikir ji fikr û îrade xwe, gel pêwîstiya xwe bi îfadekirinê dît. sîstma ku îro me ji bo wê hewildanê xwe yê berxwdanê didin ew encamê kaos û tevlî heviyê hatibû jiyankirin .
5 MEBDE CAMID Û HEÎ ANGO ZİNDÎ :ew ne cûdahiye ji mebdeiê enerjî û made ,
Dîsa em dighên mebdî diyalîktîk jiyanî ya ku gerdûn li ser dijî li kuderê xwezaya xwe ku ew dualîtîya çiqas cuda be ewqas bi hev re jiyanê çêdikin û temam dikikin ,em di vir de cûda dibin ji diyalîktiya MARKIS ku madî û HÎGEL, ku madî û xeyal digirin esas, û ev fikrê wan rê û piştgirî da ku bighê textê siltê ji bo serxwebûna civakê di gihiştina dewletê. Lewma van nêrînan rexnedikin ku riya şaş digihê armancê şaş.
BEŞÊ 4 *
ÇÊBÛNA DEWLETÊ :
Civak bê têgîn nikare jiyana xwe ber dewam bike bingehê civakê têgîne .Lê têgîn ne tenê zaskirina peyvan e têgîn wate dayîna rast ya dagirtî ye.
Gelo têgîna dewlet wateya xwe dagirtî, yan jî ew têgîna ku ji mere hatiye naskirin li ser çi esasî û çi wate dane dewletê ? têgîna dewlet têgîneke dîroka xwe kevne lê heta niha bi mere berdewame .Dewlet çiye .Ji bo çi em behsa dewletê dikin ? Dema ku behsa dewletê dikin tevlî heviyek pir belav dibe .û kes naveroka wê zelal nake.
Lê ew kesê ku dewlet pênase kirin nêrînên xwe weha gotin :
Dewlet ew pênesakirina civakê ye ku pirsgirêkê civakê çareser bike û nehêle ku civak di pirsgirêkan re derbas bibe. ji ber ku dibêjin: mirov gurê mirov e. Ji bo vê yekê ne dewlet be civak nikare jiyana xwe bike, Heta kes wek fîlozovê Alman Hêgil. dewlet çawa digire dest û dibêje: dewlet weke xwedawend e, li ser ruyê erdê. Di riya felsefe û ol, ku civak gihaye asta ku bê dewlet nikare jiyan bike, û her dewlet pêşveçû îdeolojiya xwe xurt bû. Di wê de civak gîhaşt asta tinebûnê. Lê nizanî ku beriya dewletê bi hezarê salan civakê xwe bi xwe rêvebiriye bi jiyanekî exlaqî. Ji bo vê yekê lazime em baş rastiya dewletê nasbikin, û derxin ku sedemê pirsgirêka roja îro em jiyan dikin ji çiye. heta em rastiya civakê nas bikin û nû sedemên pirsgirêkê civakê çawa çareserbikin. Tevî ku dewlet xwediyê hêzeke mezin ji aboriya ,ilimê û leşgerî ya xwe û xwe kiriye hêza çareserî ji bo pirsgirêkê û rêxistina civakê bi qanûnê xwe. lê li gorî naskirina me ji dewletê re ew nabe riya çareseriyê ji bo pirsgirêka civakê . ew civakê bêtir dixe nava alozî û pirsgirêkên jiyanê de. Dewlet ew perdeya ku desthilatdarî disitirandî ye . heta em nizaibin çi li pişt vê perdêye çê dibe ,wê civak her roj van piskirêka jiyan bike, ji bo ko dewlet ne li gorî xewzaya civakê tev digere ji bo vê nikare .Bibe hêza çareseriyê jê re.
AVAKIRINA DEWLETÊ :
Li gorî lêkolînên civaknasan û zanista şûnwara herî zêde tiştên ku bi dawî gihiştinê ji bo naskirina derketina dewletê .Li gorî encamên ku gihiştine van lêkolînan dewlet hatiye çêkirin bi destê mirovan sumer yê ku cara yekem fikire li cem wan derketiye ,ji bo vê em karin bêjin ku ji wê demê de pêşketina mezin derket ,li ser keda hin mirovan ,ne bi hêsanbûnekê bû. Pir girînge ku em sumer nasbikin ji bo ku em karibin roja îro nasbikin. Dewlet çawa hat ava kirin bi fikrên Rahbên sumer yên ku dewlet kir siya xwedê li ser riya erdê civak di wê demê de hat xapandin heta roja îro fikirê dewletê xistine ku aqil nema qebûl dike ku dewlet hatiye çêkirin. Heta ew baweriya sîstema ku Rahîban di stargehên sumeran de dimeşandin di roja îro di hindirê dewletê de di meşînin. Ji bo vê Rêberê gelê kurd Abdula Ocelan di pareznama xwe ya duyemîn de dibêje: 198 Dewlet di hindirê hemu stargehên sumeran de hate ava kirin. Ji bo vê lazime em Rahbên sumer baş şîrove bikin .Naskirina me ji dewletê re ne tiştekî hesane. Dewlet bûye weke xwedawan li ser rûyê erdê bi hezarê salan xwedewendî maf li ser her tiştî ye. Heta gotineke Osmaniyan heye dibêje :*ya hûnê bibin dewlet ,yan jî hûn tune ne.*ji bo vê dema em behsa dewletê dikin em behsa desthiladariya kue dewlet weke sitarayekê ji xwe re girtiye. yan em dikarin bibêjin ku dewlet rengek ji rengê desthilatdariye .Dsthilatdarî zihniytekî ez ezî ye hertişt ji xwer digre û xwe li ser keda bindestê civakê ava dike û hertim pêwistiya xwe bi guhertinê heye. Ku xwe di bin de veşêre û silta xwe bi domîne ,Civak bê desthilatdarî dibe lê desthilatdarî bê civak nabe. Ji bo vê desthilatdar dewletê weke nasnama ji xwere digre dest heta em bêjin dewlet nasnema ye .tişkî pir biçûke ji bo destihilatdaiyê . Heta ku em kuka dewletê nasbikin lazime ew rengê ku dewlet tê de derbas bûye em nasbikin .Ger ku em lêvegerînekê ji dewletê re çênekin her tim dewlet bi rengekî hatî ava kirin û her ku çu îdeolojiya dewletê xort bû. Di destpêka dewletê, dewlet biçuk bû û her çû mezin bû. Her ku diçe civak jî li berxwedide û desthilatdar bêtir pêwstiya xwe bi guhertinan anî .
****RENGÊ KU DEWLET TÊDE DERBASBÛYE LI GOR ÇÎNÊ CIVAKÊ :
A*DEWLETA KOLEDRÎ :
Ew li ser keda kesên kole di hat kirin. weke avakirina zêgoratên rahbên sumer . Û ev kesana ne ji mafê wan ku jiyana azad bijîn .koletî bibû ji baweriya wan kesan. Ku di xizmeta qiral de be ,dema qiral dimire di wê demê de kesên ku di xizmetên wî de,xwe bi saxtî di xist tirba wî de. Di wê zihniyeta ku qiral xwedaye. û ji mafê wî ye ku ew xwe bike xwediyê jiyana wan .
*DEWLETA FEWDALÎ:
Ew jî di sedsala navîn de hat ava kirin koletiya wê demê de ne weke dema dewleta koletiyî bû. Di wir de hinek koletî li pêş bû hin xwedî maf bû. Ku ji xwe re malekê ji veke û keda wî jî di erdê wî de bû lê mirovên burjuwazî mafê wan ked karan dixwarin bi navê intac ango berhem bipêş di xistin. lê fîlazov Karl markis di bêje fewdalî rabû û xwesteka mafê kedkara kir Markis bi ser neket .Jiber ku silte ji destê birciwaziya derxist da destê kedkaran .
*DEWLETA SERMEYEDARÎ :
Dewleta ku herî zêde bandora xwe li ser civakê hebû dewleta ku kar xistibû bin navê civakê de .Ya ku civak ji hev cûda kir di riya zanista ku dibêje: civaka tê bikar anîn ev ji dewletê mezine vê sîstem bi kar anîn ji bo ku bikaribe desthilatdariya xwe xurt bike li ser hemû dewletan .
**DEWLET ÇI RÊBAZÎ DIGRE DEST JI BO KU XWE LI SER CIVAKÊ FERZ Û QEBÛL BIKE Û
CIVAK DEWLET BI VAN RÊBAZÊN HEYÎ XWE FERZKIR .
1 HIKMÊ WIRASÎ YA MÛNAREŞÎ :
Ew dewleta ku bi hikmê sûlalî bi rêvedibe weke dewleta Suriya hikimê mûnarêş li civakê li ser xwe qebûl kir bi navê pêkanîna siyaseta ol, ema ola civakî diparêze Ji ber ol pir pîroze li cem dewletê ev jî hiştiye ku dewlet li ser xwe qeblubike.
2* DEWLETA KU BI NAVÊ KOMAR :
sîstema ku dewleta komar dide meşandin çawa ye Di riya dengdana bi hilbijartinê bi navê demokratiyê heta yekî xwe hilbijartiye bi hezaran hildibijêrin ti guhertin çênabe sîstema dewletê dimîne weke xwe .Lê va bi xwe rêbazeke xapandinê .
3 * DEWLETA SERMEYEDARÎ :
Rêbazê ku di riya pêşxistina zanist jibo civakeke ji heqîqeta wê derxe di wê demê de desthilatdariya dewletê hîn xort dibe ew zanista ku diket xizmeta civakê sermeyedarî ji xwe re kir weke rêbaz ji bo ku xwe li ser civakê ferzbike û bi navê zanistê hate xapandin dewletê li sre xwe qebulkir ev jî bandora xwe li ser civakê kir hişt ku pirsgirêk di nava civakê de derkev in. û civak bi zehmetiyê re rû be rû hat, hêza çareseriyê li ber winda bû.
****PERÇEBÛNÊ NÛ LI GORÎ HIN KESÊ KU LI GORÎ XWE DEWLETÊ AVABIKIN :
1* DEWLETA RIHBAN A: ev li ser destê rihbananê di stargehan de Ku cara yekem fikira xweda derket her tişt ji bo xweda tê kirin û xwe kirin wekîl dinavbera xweda û civakê de, ji ber ku berê bi karê ilm felek mijûl dibu civakê jê bawer dikir û bi hesanî hakimyeta xwe li ser civakê kir Bi vî rengî rahiban dewleta xwe ava kirin .
2 *DEWLETA MALBATÎ SÛLALE: desthilatdariya xwe berdewam dike û bi destê malbatê ku ji bav dide destê kurê xwe, Ku heta îro ev zihnî xwe dimeşîne ku malbat împaratoriya îro ku desthilatdariya wan hezarê salan berdewamdike. heta wek di fikirê îslamê berdewamkiriye di malbata NEBÎ ABAS Û NEBÎ INEYA .
3*DEWLETA QEBÎLE :
Herî zêde di serdema navîn derket xwe ji rengê olî girt bêtir bandora xwe çêkir di Orimba de wek di kenîsa de. Ku zihniyeta netew ji zihniyeta olê xweda derket .
4*DEWLETA WELATÎ:
bêtir xwe li ser demokratiyê avadike di civakê de û çanda xwe esas girtin ev rewşa ku dewlet û demokratiyet bi hevre, dewleta welatî cuda ye ji dewleta netew ew hemû netewa digire dest .
4*DEWLETA NETEWÎ
Ev jî rengnkek ji rengê dewletê ye. Li ser esasê netew perestî .Û deshilatdarî xwe li ser van digire yek ziman ,yek al û yek çand yên xwe esas digire û netewê din hemu înkar dike. Dibin navê yek netew .Û ev rengê dewletê bêtir di rojhilata navîn de belav bûye, mîna Suriya.
DEWLETA LI GORÎ CÎNÊ FAIT INTAC :
1*DEWLETA ÇANDINÎ:
ew dewleta herî zêde di dîrokê de belav bû û ji zihniyeta dewletê derket. ji destpêkê de ji berhemên zêde çêbû .
2* DEWLETA BAZARGANÎ :
xwe li ser rêxistina bazarganiyên zengîn ku desthilatdarî di destê wan de ye wek, dewleta aşur .
3*DEWLETA PERE:
Ew dewleta ku pere bi pere çêdike ku îro ew dewletê kaptalîzim avadike ne, weke Siurita ku xwe bi pereyê xwe hikmdike .
4*DEWLET SÎNAI
Di destpêka çêbuna vê dewletê de di dema şoreş di sedsala nozdan de di orimpa derketin yê ku xwedî fabrîka ya ku ji xwe re berhemê zêde bigire dest ku van intacê xwe li ser civakê bi çanda xwe wê dagir dike ku îro bi fabrîkeyên xwe û berhemê xwe yê zêde cîhan girtiye dest xwe ew jî weke Birîtaniya ye ku pêşengtiya wê kiriye .
RENGÊ DEWLETA LI GORÎ NAVÊ WAN MUZEYEF ANGO DEMAGOK:
Dewlet pêwîstiya xwe gelekî bi vê guhertinê tîne ji ber ku civak rastiya wê nas dike û bi navê cuda li gorî civakê derdixe bi maskê cuda.
1 DEWLETA LÎBIRALÎZIM :
Ew xwe bi navê azadiya kesayet bangewazîdike ,Ew kesayet esas digire .lê kîjan kesayet ,Ew kesayet ku çiqas mirov ji civakê qut be ewqs azad e ,ew tişekî şaş e ji koka xwe de ji bo tinekirina civakê ev tê gotin li gorî zihniyeta xwe ava û çêdike ,ji xwe ji navê wê dijî hevin dewlet ticarî azadiya civakê nayne . ji ber ku mirov bi civaka xwe azad e mirov di xwezaya xwe de civakî ye ev tiştekî dijî mirovahî ye. Ev rengê dewletê yê herî pêşketî ye îro ku civak bi vê zihniyetê hatiye hilandin dibin navê pêşketina lîbirazim ku wê civakê ji hêza îrada wê qut dike .
2 DEWLETA SOSYALÎZIM :
Ew banga sosylazim dike ji bo azadiya civakê tekoşîna li ser felsefyeke sosyalîst ku sîfetên sîstemeke wek hev û adil û demokratîk ku herkes wek hevbe ji bo vê hezara insana bedel da ,lê ema ew zihniyeta sîstema desthiladariyê ji xwe dûr nexist bi bawer bû ku dewlet ewê mafê hemû civakê bi dest bixin û riya dewletê ji xwer esas girt ku bighê azadiya xwe. lê silte ji bo mafê civakê ticarî nabe bersiv. Lê ji ber vê yekê dewlet bixwe şaş bû helbet wê bighê encamên şaş ku tekoşîna wan nakeve xizmeta azadiya hemû civakê bêtir rê ji desthiladariyê re vekir û darê desthilatdriyê sipî kir û xiste destê kedkaran de, ku wê jî rengek ji rengê desthiladriyê dabû xwe ku bide qebûlkirin bi navê sosyalîzmê, ku weke gotina Ferun dibêje : *mirov xwezayek azade di fitriyeta xwe de ye* lê hinkî civak ji xwezaya xwe derketiye her nerînê dewletê rast dibîne û jiyana xwe bi dewletê nasdike û dewlet ji xwe re esas digre ji bo pêşketina civakê û ji van tayîbetmendiyan civakê rastiya xwe windakiriye
3 dewleta faşîst:
Ew zihniyeta ku xwe mitleq dibîne. û ji xwe re maf dibîne ku dsthiladariya dewletê pêwîste jibo avakirina civakê li gor xwe ava bike û hakimiyeta xwe bi temamî li ser bike, û xwe bi zihniyet re yek netew yek ziman digire dest nijadperstî dide pêş. weke ku hemû dewlet îro ku rengê wan li pêşiya dewleta Tirk ku ji bo nijadparêziya xwe biparêze ji dîrokê heta îro ku qetilamên xwe li dar dixe li ser gelê Kurd ku nayê qebul kirin, ku xwedî zihniyeteke qirêj û dervî exlaqê civakê tevdigere ,û her diçe reng û şêwazê xwe digherîne ku berdewmiya xwe bike ku heta roja îro civak pê hatiye xapandin ku civak bê dwelet nikare xwe jiyan bike .ji ber hêz û îrada wê siyasî jê dûr xistine û civakê bê wê nikare jiyana xwe berdwam bike ,lê di rastiya xwe de dewlet ew zaroka desthiladariyê ye ku xwe bi civakê bi rengê hiqûqî dide pêş.
DEWLETA DEMOkRASÎ :
Dema ku em dibêjin demokrasî: tê wata ku edalet û wekhevî li wir tê cihgirtin, wê demê civak bi rola xwe radibe û ji hemû aliyê jiyana xwe bi rengê aşîtî û mirovahî ku civak xwe bi xwe rêvebibe, Wê çawa demokrasiya wê di dewletê de hebe ku ew bi xwe civak tinebe û li himber wê jî tekoşîna wê derdikeve û hebûna xwe li ser koletiya civakê teqyîmdike, em vê gotineke dijberî heve dibînin. ku dewlet xwe bi vî rengê demokratîk dide naskirin, wê demê civaka di demokratiyetê de jiyan bike xwe bi xwe rêvebibe. wê demê rola dewletê çiye jibo civakê ku sîstema xwe li ser koletiya wê bimeşîne dema ku civak serê xwe radike dewlet ji nişvekê xwe der dixe deshilatdariya xwe li ser hebûna civakê ya azad û xweser dide meşandin .
***BANDORA DEWLETÊ LI SER CIVAKÊ ****
Ji dema ku dewlet hat avakirin bandora li ser civakê kir. dema ku stargehên bi navê zîgoratên sumer hat avakirin bi zihniyeteke perçebûn xiste nava civakê û her kes ji bo berjewndiyên xwe bi xwe tevdigere bi vî rengî her kes xwe ji civakê cuda kir û ezezî derket holê ji avakirina dewletê heta îro. Hemû hêz û îrada civakê xistiye bin bandora xwe de û hakimiyeta xwe li ser dike. û civak ji çarçoveya xwezaya xwe derketiye û li gorî berjewndiyên xwe dixwaze civakekê li gorî xwe avabike ku di nava sîstema wê de bihele rê li ber pirsgirêkan vedike jê re ku civak bê wê nikaribe xwe jiyan bike, tevî ku civak wê xwe bi xwe bi hezarê salan jiyana xwe bi rengê edalet û wekhevî bi exlaqî û polotîka xwe tevdigeriyan bi pîvanê cewherê mirovahiyê hebuna xwe berdewam dikir bi rihê komînalbûn ku berhemê jiyana civakbûnê dide xuyakirin. Lê dewlet xwe ji derveyî civakê esas xwe, dijberî civakê ye, civak hebe tinebe ew her tim xwe esas digire. ji ber vê pêwîst e û pir girîng e ku em rastiya dewletê nas bikin ku em bighên rastiya civakê.çiqas em civakê nasbikin ewqas em dighên cwehera dewletê ku ji 5000 sal ve civak pê hatiye xapandin .
Dewlet ew çavkanî û rêxistineke desthilatdarî ye ku xwe pê veşartiye , ji br vê yekê ,dewlet nabe hêza çareserkirinê ji bo pirsgkirêkên civakê. Rêxistineke ne li gorî xwezaya civakê ye li ser hatiye ferzikirin û ji piştî derketina dewletê hin kesan xwe li ser civakê hebûneke nû avakirine û xwe dane ferzkirin, û dewlet aydî wan e .Ji bo vê yekê em di dîroka mirovahiyê de dema ku çêbuye dewleteke ku ayidî hemû civakê be tineye . weke di roja me ya îro de dewleta mînak dewleta Tirkî ,IRAQ,Suriye û îran gelo a hin kesane yan a hemû kesane dewlet hebe .ew dewleta ku em bahs dikin ew ji mejiyê hin kesên ku hebûneke desthiladariyê avabikin , ne ji bo azadiya civakê ye. Ew hekûneke desthilatdariyê peyde dike,û tevlîheviyekê ji bo civakê çêdike wê di nava nakokiya de dihêle. Heger ku civak bixwaze pirsgirêkên xwe çareser bike di çarçoveya demokrasiyê de û wekheviyê de çareser bike ,di vê ew sîstemeke li gorî xwezaya xwe jiyan bike .ne xwe bi têkilîyên dewlet re xwe yekdest bike ,Dewlet ew xwedî bi binxistina hêza civakê ye ku xwe li ser ava dike . JI bo vê divê em sîstemeke dervî sîstema dewletê jiyana bikin .Dewlet hêzeke desthiladaran e û bi rengê cûda xwe bi civakê daye naskirin û qebûl kirin. Daku desthilatdariyê xwe berdewam bike bi rengên veşartî bi navê dewlet li xwe dike ji bo bi riya zagonan û sazî xwe bi civakê bide qebûlkirin û herkes bi navê dewletê bangdike û wê ji xwe re weke serxwebûnekê esas digire heta civak bi wê tê naskirin ku civak bi wê azad e çiqas biçe û were dewlet ew di cewherê xwe de encamê desthiladariyê ye. Berî dewletê sîstema xwe avabike desthilatdariya xwe dimeşand. ji dema ku kevirê yekem ya zîgurata hat danîn bi zihniyeta dijî rastiya civakê ku bi rahibên somer ku xwe bi navê xweda xwe daye naskirin bi xwediyê civakê ku civak bê wê tune ye divê kesin heben ku vê civakê bi rêve biben ,û hertim ev dewlet rengê cûda dida xwe ku xwe di civakê de veşêre .Lê çiqas dewlet xwe bi nav van rengan de veşêre ewê xwediyê wê zihniyêta qirêj be û ticarî nabe bersiv ji bo civakê wê hertim dijminê mirovahiyê be û xwediyê dîroka reş û nîşana xeta xiyaneta mirovahiyê be .ji bo vê em dibêjin.Na ji dewletê re em dewletê ji sîstema wê redikin, ku ji 5000,sal heta îro xwe li ser qirkirin û bin kirina civakê roleke mezin dilîze ku xwe bide pêş û desthiladariya xwe bidomîne li ser civakê û wê jiyana mirovahî tinebike û sîstemeke li gor xwe li ser ferz bike û xwest wê dergûşa şaristaniya mirovahiyê bişkîne û civakê bike kolê xwe heta vê rojê ev sîstem li ser civakê ye hiştiye ku civak rola xwe ya bi hezarê sal winda bike û xwe dike hebûn û ne bûn ji bo jiyana civakî .lê civakê hertim bi tekoşîna xwe li berxwedaye ku xwe azad jiyan bike û dewlet di virde neçar dimîne ku guhertina di nava xwe de çêke û di vê niqtê de hin qanuna ji xwere dadîne .û bi van qanunan civak baweriya xwe dide dewletê û digihe wê zihniyeta ku dewlet nasnema civakê ye bê dewlet civak belave . Di mînaka roja me ya îro de ku di bihara gelan de gelek kesan bang dewletê nav netewî kirin ku azadiya wan bi dest bixin wek cinêf 1 ,2, 3 û heta cinêf sed be wê ti çareseriyê ji bo civakê nayne.wek ku me dî dema hêza dewletê li ser civakê pûç bû civak weke birkan volkan teqiya û hemû hêza xwe komî ser hev kir û riya azadiya xwe naskir û bi çanda xwe ya dîrokî jiyandike û bi rihê xwe xwezayî tev digere û bi şexisiya xwe esasî dijî û wê ticarî desthilatdariyê xwe ji xwer qebûl neke ji ber ku civak di rihê xwe de lêgerîneke azadî xweze ,dixwaze weke insan jiyan bike û ev nirxên mirovahî di jiyana me de heye û hatiye jiyankirin û xwedî dîrok e. lê ev dîroka civakî hatiye veşartin ku ev dewletê desthiladarî sîstema xwe belav bike di nava civakê de ku xwe bike ku ew hertim karibe pêdiviyên civakê jê re peyda bike ku civak ji rola wê dûrbixe ji ber îro ev sîstem e.
***HEGOMONIYA NAVENDÎ**:
Ew desthilatdariya xwe bi rengê cuda dike di nava civakê de çi ji siyasî be yan ji aborî ,zihnî û leşkerî be bandora xwe li ser dike xwe weke navenda cih digire ku ew xwediyê wê kedê ye. tevî ku berhemê cviakê ye ji destê wê girtiye û dibe desthilatdarê herî mezin ku îro dewletê nav netewî cih digire weke Emerîka .ku ji wê sîstema ji 5000, sal hatiye çêkirin li ser qirkirina civakê ku hemû berhemê wê ji diziye kiriye kolê xwe li ser keda wan buye imbiratoriya cîhanê ku ew sîstema ku cara yek li cem Sargon ekad dest pêkir ku hemu hêz û îrada civakê tinekiriye .Wek ku îro dewleta hegemoniya navendî ku hemû desthiladariya xwe li ser civaka rojhilata navîn dike wke dewleta Emerîka deshiladariya xwe li ser hemû weltên xelîc ku ji siyaseta xwe û avakirina navendê xwe têde vekiriye aboriya xwe li ser avadike û civaka wê di jiyanekî ber qirkirinê de diçe ji feqîrîyê nikare pêdivî ya xwe ya jiyanî pêk bîne.
tevî ku ew xwediyê cihê herî dîrokîye xwedî çandeke, cihê ji xêr berekta dewlemendî .cihê xwe di şaristaniyê de girtiye .mixabin
îro buye cihê xeta mirinê jibo jiyana miovan ku xistiyê aloziya û kirîza jiyanî .
Lê hegomentiya navendî îro xwe dike, cihê pêşketina demokratiyetê ku paristin û alîkariyê ji berjewendiyê xwe bike di nava dewletan de.û ji xwere oposizynekê ava dike ji bo xwe berdewambike dibin navê sîstema xwe ya ku bi navê awlemê ango global desthiladariyê xwe diparêze .
Di vê hegmentiya navendî tiştê herî bi teisîr ku bandora xwe li ser civakê kiriye ew zihniyeta xwe xiste mejiyê herksek di civakê de ji pirsgirêkên ku şikenandina jinê derdixe û şikandina fikir û îrada civakê derdixe, ku ew bi xwe bê bawer be ji hebûna xwe ku xwe bi xweseriya xwe jiyan neke ku hertim girêdayî dewletê û bê dewlet nikaribe çara xwe bike. û dewlet hertim bi vê zihniyeta ku bê bawerî û qirkirina çand û siyaseta li ser civakê bimeşîne ku civakê ji xwe re bike amur jibo desthiladariya û dîktatoriya xwe pêş bixe ku civakê tebeqî û ez ezî bide pêş û civakek ji nirxê xwe dûr ava bike weke civakeke kaptalîzim ku bê fikir û hêzeke xwe ya zatî be jî .
BEŞÊ 5 NETEWA DEMOKRAT :
Ev netewa demokrat em wê ji xwere weke bedîlekî herî esasî digirin dest ku em van nerînên ku hatinin ferzkirin li ser civakê û xwezayê em wan hinkî redikin ,ji ber ku em civakê beşek ji xwezayê dibînin ku pir rengîne û xweza jî jiyanek konfederal e , ne yek renge û hertim xwe di nava guhrtinê de ye û xwe sabit nagire ji ber ku ev sîstem dengê jiyanê ye ji ber ku jiyan li cihekî nasekine ji bo vê yekê em di bêjin şoreş jiyan e di şoreşê de berxwedan heye .
ji bo vê ev sîstema ku em dixwazin ji bo civaka heyî deynin ew sîstem sîstemeke demokrate nîzîkbûnekî felsefî ye , ji bo jiyana civakê, ji ber vê jî her yekê ev sîstem bala her kesî dikişîne ji wan re weke rihekî nû jêre vedigerîne ji ber sîstema ku heyî li ser civakê tê meşandin nêzîkbûnê dewletê yê desthilatdrên ku bo gihiştina asta ku ne tenê civakê dagirbike û kole bike heta xawezayê jî tinebike civak heta ku isyanê ji vê sîstemê dikir ku jiyana insan tine bike .lê ev felsefeya ku em digirin weke gavin ji bo azadiya jiyanê ya pêşerojê ye ku em heta xwezayê jî biparêzin ji van isyana .Bi sîstemeke şaristaniya netewa demokratîk. Ku gav bi gav bi peradîgmeya xwe deyne,ku bibe çareserî ne ji bo kirîza rojhilata navîn tenê ji bo hemû pirsgirêkên di asta cîhanê de çaresrbike .ji ber heta niha ev sîstema heyî ji bo kirîzên cîhanî nebu çare her diçe kirîz kûrtir dibe. lê ev sîstema me ji xwe re felsefya netewa demokratîk biriye. ku bingehek ji sîstema siyasî ya ku avakirina civakeke exlaqî polîtîk û hemû rengên heyî bi xwe re himêz dike û ev bi xwe re zanebûnekî ava dike li kur aqilê civakê ku civak rihê xwe yê esasî digere ku civak hertim li berxwedaye ku xwe xweser jiyan bike li gorî xwezaya xwe heta asta serkeftin bi serxistine ji bo pêşketina civakê bi hevre pêş bixe û di encamê de civak gihaye asta ku bêje dewleta desthiladar ez te qebulnakim ,ku ev jî hebûna xweseriya civakê xuya dike , û ev îrada civakê berê hatiye jiyankirin ku îro careke din vê îradê xwe derdixe holê. û ev sîstema felsefeya netewa demokraît ji bo hemû netew û çandên cûda ji ber civak azad e herkes bi rengê xwe ne wek nêzkbûnê desthilatdar ku yek reng ferz dikirin li ser civakê ku îrada dihindirê civakê benc kirine û dibêje ez hakimim ,lê ev felsefe carek din vê bencê li ser civakê redike û civak îrada xwe derdixe, civak weke avê ye li cihekî nasekine hertim di nava lêgerînê de ji bo jiyanê hertim xwe bi xwe diafirîne civak beşek ji xwezayê ye û xweza jî ew ji xwe dide, ew jî rihê azadiyê bixwe ye ji xwezaya mejîyê insanê xwe afirandine xwe berdewamkirine ji ber vê sîstema netewa demokratîk weke rihê civakê tê dîtin ku bala her kesî dikişîne û cîhan li ser di sekine û netewa demokratîk çavkaniya jiyana azad e.
Ev netew xwe ji ilmê kuwantom ku xwe li ser made û enerjî û cudahî disekine lê di netewa demokratîk de ev tê jiyan kirin ku her tiştî yek digre wan ji hev qut nake .ji bo azadiyê isbat dike ,weke ku însan made bigirin dest wê demê fikir enerjiya wê dema dighên hev însanê azad avadibe ku ne bi hev re yek bin wê demê însan koletiyê jiyan dike.
Lê heta em sîstema netewa demokratîk deynin divê em van benda jî esas bigirin:
1* DEMOKRATİYT:
wek em dizainin demokrasî ew rêvebirna gel xwe bi xwe û herkes bi dengê xwe bang dike û wekhevî bi hevre jiyan bikin û bi rengê xwe û dengê xwe cuda derkev û jiyan bike û bûne dengê herkesî û pê bang dike lê dema tê li ser ruyê erdê dihêle. lê gelo demkratî çi cewherê xwe de hewandiye?demokratî ew jiyana mirov bi xweye ku mirov bi xwezaya xwe tev digere û herkes bi xwere radike û wan qebûl dike demokratiyet ew zihniyeta ku tu bixwe jiyan dike ,lê ku îro em lê binerin emê bibînin ku demokratiyet bûye azadiya kesekî ku mirov bi xwe tenê jiyan bike û xwe ji civakê qut dike di bin navê azadiyê de em dibêjin em demokratin ku civak belav kiriye weke mînak ku îro dihndirê her malekê de her kesk bi rengekî dimîne dibêje ez azadim demokratim ev zihniyeta desthilatdara ye ku civakê dixapadin bi navê demokratiyetê de.
EKOLOJÎ:
ew têkilî û girêdana dinavbera mirov û xwezay de ku bi xwe re jiyan ekolojî bike ku bi nêziktiyekî demokratîk ji bo her hebûneke zindîbuneke hebûneke wê heye xwedî riheke dibîne ku xwedî felsefyeke *anîmîzim*ku civakê wek xwe dibîne ku parastina xwezayê ji parastina xwe dibîne xwe bi hevesengiya xwezayê re dibîne ku ev zihniyeta ekolojîk ku bi xwe re zanisteke azadî û zanisteke îdeolojîk çêdike ku xwe bike tewazineke jiyan dike û civak bi vê zihniyetê xwe jiyan kiriye .lê piştî derketina desthiladariyê ve zihniyet hat kuştin û jiyana mirovahî li ber tinebûnê diçe ji ber mirovên desthiladar her tişt ji xweza û civak kir bin berjewndiyên xwe de ku heta xweza jî tine bike û xweza azade li ber xwe tekoşîndike û isyanê radike ji berxweza ji hevsengiya xwe derdikeve ji serdma 21‘an de herî zêde wek ilm girîngiya wê derdikeve û ev ji dused hezar sal dest bêkiriye gelo çima ji vê demê de ?ji ber ku ji despêka ku jiyana civakî dest pê kiriye ev zihniyet hebû rêzgirtin ji her zindî dikire û dibîne û civak xwedî ixlaq û hevsengiyekî jiyanî di navbera însan û ajalan de bû nakokî di jiyana wan tine .lê ji dest pêka avakirina dewletê zihniyetke dijberî civaka xwezayî dimeşe her tiştî zindî tine dike ew tewazinê xeradike weke SEROKATÎ DI PARIZNAMA XWE MÊNAKE HADIBÊJE:ji bo tewazina jiyanê mar havînî mişkan dixwe û zivstanî mişk mara dixwe ew hevdû temmadike ,di mînakê de di virde tê xuyakirin ku xaweza bixwe ew sîstema xwe çêdike .ji bo vê hertim mirov li azadiyê digere û li xwezaya xwe digere ku civakeke exlaqî polîtîk ava bike û rihê xwe vegerîne ku jiyana azad û ekolojîk jiyan bike .
AZADIYA ZAYEND :
ku em li sîstema xwezayê binêrin emê cudahiya ku xwe li ser diyalîktîk dimeşe ew cudahiya ku hev temam dike ku herdu dighên cem hev jiyank tê afirandin weke ,şev bê roj ku yek yê din temam dike sar û cemidî ku ji sîstemekê xwezayêye gerdonî ku tê meşandin ji xweseriya xwe tevdigere lê ev xwesr di jiyana mirovan de jî tê jiyan kirin ku hevsengî di navbera jin û mêr dibe jiyanek lê ev hevsengî tê şikenandin di zihniyeta desthiladriyê de ku desthiladariya xwe li ser şikenandina jinê ava bike ku jinê ji rastiya xwe derkeve û bibe amur ji bo armancê xwe li ser bi meşîne dema ku jin dixe warê sile û firotinê ku civak him belav bibe ku û zihniyea xwe qirêj bi hesanî di civakê de çêke dema ku civak rastiya exlaqê polotîka xwe derdikeve pirsgirêkê wê pir dibin û riya xwe winda dike wê çaxê dewlet destê xwe davêje civakê û xwe weke çareseriyê ji bo pirsgirêkê wan dibîne dibêje ez azad bikim û jin dixe bin koletiya xwe û ne heqî ya hewarî mezin li ser jinê tê kirin wêdemê ew exlaqê mirovahî tinedibe ku îro yê ku ji van nirxan durketî hemû tiştên bê exlaqî dikikin lê di cweherê însan de heye û em dixwazin wek însan jiyan bikin ku jiyan yeke em ji kesekî ne mestirin û ji kesekî ne biçuktirin em yekin tu rengekî û herkes rengekî û ev di xwezaya me de heye di civakê de heye di mala me de heye em jin in ew mêr in jin ne tu ye û mêr jî ne tu ye herkes xwesere û cudaytîke wî heye em herdu bihevre jiyankin em zihinyeta koletî hertim yê din tinedike dibêje: ez heme tu heye ez tunebim tu jî tunebe di virde jiyan tinedibe ji ber nîvî wê tinedike û dema jiyan nîvî wê tinebe wê demê wê çawa jiyan hebe wê demê em dixwazin tiştê ku di jiyana me de hebe me wê jiyan bikin azadiya zayend ji bo jiyaneke azad em bijîn.
bingehê NETWA DEMOKRATÎK:
WEK KU ME DÎT XEW VAN MEBDEA JI XWER WEKE LING DIKE LI SER .
FELSEFA NETEWA DEMOKRATÎK: bi van nerînên xwe wê xwe bide runiştandin ji ber ku wek me hem em xwe bikin bedîl ji bo vê sîstema heyî yaku xwe ji dualiya tê xuya kirin yek ya mîsalî ku mitefeziq ji felsefa HîGil digre ,.ya din madiyet ya ku tahlîlî esas girtin ku ew ya markisiyetê tê xuyakirin û xwe bi rengê ilmî didin xuyakirin û ev herkes ji bo armancê xwe ya da pêş û felsfe ji riya wê derxistiye ku rastî û şaşiyê wan di nav hev windakirine ,lê di netewa demokrat de herdu felsefeyan bi hevre redike û alên wanî kêm bihevre temam dikin û a herî girîng ku ilm û ol ji siyaset qut bike jibo nernê ilmî rast bê girtin weke em vê di civaka xwe de dibînin ku bi baweriyê civakê tê lîstin ku desthiladariya xwe berdewam dike .ema ilmê ku netewa demoktatîk avabike wê dûrî desthiladarê be ku pê çawa cûdahî dixe nav ilmande weke ilm ,ol.felsefe ,ku ji cûdahiya wan rastî tê windakirin.
Netewa dîmiqrat ew tewriyên nisbî û gerdûnî bi hevre digreû wan bi hevdû re temam dike û bêtir baweriya xwe bi guhertina tîne û tiştekî mutleq nagire hertim xwedî lêgerîneke jiyanî û xwedî armanceke avakirina civaka exlaqî polîtîk û dema ku ev taybetmendî dighên hev civak dibe xwedî îrade û kesayet di sekina civakî de ku hezarê sala xwe jiyan kiriye ,
Netewa demokratîk ku himêzkirna hemû rengê cûdahî û demokratiya komînal ji bo civakê digre ku civak li ser hêz û cesaretekê xort rake ku xwe bi xwe rê vebibe li ava kirinekê û sîstemeke sîyasî li gorî xwezaya civakê tev digere ji bo dervî sîstema dewletê xwe jiyan bike. Ku dewlet xwe di bîne rêxistin û parastin ji bo civakê ku civak dervî wê nikare jiyan bike ,
Lê ev felsefe wê xwe ji civakê re bike bersiv ku ew wê hêz û îrada civakê ya ku hatiye tine kirin wê xwe bike xwedî wê ku careke din wî rihî jêre vegerîne .Ew bi sîstema rêvebirya xweser ku xwe di nava hemû rêxistinê civakê avabikin di esasî ku mecalisê xwe
Netew demokratîk ew ne çandeke nu ye ji bo jiyan civakî ev lêvegerîna rihê çanda civaka xwezayî ye ku bi nirx û exlaqa xwe yê civakî parastiye ,û tê xûyakirin yaku bi hezarê salan civakê xwe bi xweseriya xwe jiyana û xwe berdewam kiriye ,
Li ser vê yekê em di bêjin divê em jî dev ji sîstema dewletê berdin ya ku îro li ser civakê tê meşandin, Dewlet ji bo me nabe hêza çareseriyê .ew hêzeke desthiladaran e ne ayidî civakê ye ,çiqas bi navê û rengê cûda yê xweşik bange ewê dengê desthilatdariyê ye, weke hat xuyakirin ku ev bûye pirsgirêkek jiyanî di her civakê de ku ji despêka dîroka mirovahiyê heta roja îro ku cihê ku sîstema dewletê lê hatiye meşandin ku civak hertim li berxwedaye û pîvanê xwe yê exlaxqî yê civakê parastiye .û ew xeta berxwedanê ew xeta jiyana azad e û azadî ew ji xwezaya mirovahîyê ye ku xwe azad jiyan bike û bi fikir û îrada rihê azad ku hebûna xwe berdewam bike .
Lê îro encamê wê isbat dibe ku civak ew xwediyê siyasetê û fikirê azad e û xwedî rihê jiyana komînale. ku îro di hemû civakê de carekedin hatiye rûnştandin ku civak xwe bi xwe bi rêve dibe û xwedî fikirekî siyasî ye û îrada azad e.
Wek em dizanin ku dewletê çawa civak di nava sîstema xwe de helandiye ,lê niha rewşa ku îro heyî civakeke netewa demokratîk dixwaze ew rihê xwe yê esasî dixwaze û di nav de rola çand û hûner esase pêwistiya wê sereke bi avakirina çand û hunera heye , ya esasî ew avakirina pîvanê mirovahî ku ava bike . civaka ku ji cewherê xwe derketiye incex bi çanda xwe li cewhrê xweyî civakî vegere bê çawa bi civak,çand,ol û netewên din re xwe jiyan kiriye li gorî pîvanên xwe yê civakî jiyan bike. Hemû tiştê ku azadî li pêş dixe ziman pêş dixe rengekî din qebûlkirin. ji ber hemû çand tên gel hevdû hev naskirin çêdibe ji ol naskirin ji ziman hevdû hermet daîyin di nav civakê pîvan mşandin azadiya civakê pêşdikeve ,lê netew dewlet vî tiştî qebûl nake ji bo civakê ti pîvan tineye û civak ji bo xwe nikare ti pîvana bigire û deyîne bi vê awayî civakê bê çare dihêle ku civak dibin desthiladariya xwe dihêle ji bo xizmeta xweyî esasî ava dike ,û her roj dîkdatorek derdikeve li ser civakê lê civak wê qebûl nake civak azadî dixwaze tiştê ku dixwaze ku hebûna xwe derxe her tişt ji destê civakê girtiye û ev heta demekê hate jiyan kirin ji sed dusse sal tehmul bike lê li civak lêgerîne, ku îro di xweseriya demokratîk her kes bandike û civak xwe dide pêş ji bo wê şerdike weke îro civakê di qada jiyanê de hêz û îrada xwe ava kiriye ji ypg û ypj e ku pîvanê xwe xweserî datîne pîvanê civaka exlaqî polîtîk avadike. û ev hemû di çanda civakê de veşartiye çand pîvanê civakê bi xwere dihilîne. ji ber ku yê dihêle vê civakê biparêze ev çanda wî ye her kes bi çanda xwe jiyan bike.
Lê yê ku wê çanda bi parêze ew civake tiştê ku ez bixwazim jiyan bikim ez pîvanê wê ji xwe re deyîn im ji ber ez civak im ezê li gor xwe jiyan bikim û tiştê ku hiştiye civak li ser lingê xwe be ew çanda wî ye ,wê demê civak azad e û dibin bandora ti dewletê din li ser wê civakê namîne û pîvavê xwe bi xwe datîne pîvanê exlaqî jiyanî û civakê şaş dike ,û di rjohilata navîn de ê herî esasî ku civakê xwe avabike li gorî xweseriya xwe û herkesî qebûl û hemêzbike .û di nav wê hebûna xwezaya gerdunî de ku ez hebûna xwe îfade bikim wê demê ezê di felsefeya netewa demokratîk de bimeşim ji ber ez bi xwe xwe jiyan dikim û pîvanê xwe yê siyasî ,çandî ,ol î,jiyanî be hemû civak ji xwe re datîne û xwe pê jiyandike û tiştê ku berê hatiye jiyan kirin dîsa bi vî awayî jiyana xwe berdewam bikim civak li rihê xweyî esasî vedigerîne .û bi fikr û îrada xwe ya sîyasî careke din tevdigere û jiyan dike.
Çareserî
Ev ji pênc hezar sal civak jiyaneke winda jiyan dike ku jiyanek ne jiyana wê be û deng ne dengê wê be , û dîrok ne dîroka wê be ku jiyanek bindestî jê re hatiye ferzkirin û amadekirin ku civak bi xweseriya xwe jiyan neke di nava pirsgirêk û aloziyan de jiyan bike û kolê sîstema wan de be û sîstemên ku xwe jê re dikin çareserî bêtir wê dixe nava kirîzên jiyanî de û wê winda û belav dike û di dîroka mirovahiyê de ti kes ku jibo mirovahiyê bixebite tine ye hertim civak dibe armanc ji bo berjewndiyên hin kesan û ew nabe kesekî civakî ji bo pirsgirêkên xwe. ji bo îrada xwe ya xweser jiyan bike ti çare jê re tine ye ku azadiya xwe jiyan bike.
Lê netewa demokratîk îro xwe kiriye cewherê hemû pîvanê mirovahiyê û netewan bi xwere jiyan dike û zincîrê koletiyê û jiyana bindestan dike bi dengê felsefa jiyanê ,felsefeya netewa demokraîk ku xwe bike mûhra jiyana azad, avakirina civaka exlaqî politîk .
DIYARÎ:
di serîde em vê lêgerîna azadiyê diyarî wê çirûska ku ji ezmanê mirovahiyê bangdike û xwe ji me re kir çav û ziman ku em bi mirovahiya xwe bijîn û diyariya min ji erda mezopotamiya heta ezmanê îmralî navenda çirûska azadiyê R. Abdlah Ocelan,,û hemû rê heval û şopdarên xeta azadî rê taybet, heval Rojda ,û hemû cangoriyê azadiyê re.
Rîhan temo
7-6-2022