Arşîv

Li Qamişloyê meş hat lidarxistin

 Bi armanca piştgiriya ji bo herêmên Efrîn, Minbic û Qendîlê TEV-DEM’ê meşek girseyî li dar xist.
Bi armanca piştgiriya ji bo herêmên Efrîn, Minbic û Qendîlê TEV-DEM’ê di bin dirûşma “Em dewleta tirk li ser axa xwe naxwazin” meşek girseyî li dar xist. Hemû endamên sazî û dezgehan, endamên TEV-DEM’ê û bi sedan kes beşdarî meşê bûn. Piştî deqeyek rêzgirtin Endama Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Qamişloyê Saha Xelîl axivî û got:”Dewleta tirk çi dike bila bike ew ê nikaribe hêz û îradeya gelê Kurd têk bibe. Ew ê nikaribin têkevin Qendîlê. Dê ev yek ji bo wan qet ne baş be. Em ê heta dawî xwe biparêzin. Em şagirtên Rêber Apo ne tu kes nikare îradeya me têk bibe. “
Meş bi dirûşmên “Bijî berxwedana Qendîlê”, “Bijî berxwedana Efrînê” bi dawî bû.
Back to top button