ArşîvGotar

jiyana şaş rast nayê jiyankirin

jiyana şaş rast nayê jiyankirin Adorno

Ger mirovek pereyên xwe wunda kirîbe, tiştekî xwe wundanekiriye, siheta xwe wundakirîbe, nîvê temenê xwe wundakiriye, hêviya xwe wundakiribe, her tişta xwe wundakiriye.konfuçyuz

Ji bo hûn jiyanekî xweş û aram derbas bikin, însanên baş li dora xwe kom bikin, ji ber a jiyanê xweşik û geş dike mirov in. Ji bo mirov bibe mirovek qenc û hêja, divê di milê hest û fikir de xwe zana bike. Her roj xwe ber çav re derbas bike. Ji bo em xwe baştir nasbikin, divê em xwe perwerde bikin, ber çav re derbasbikin, taybetmendiyên me yên baş çine û ên ne baş çi ne? Em bînin ba hev û her roj xwe ji nû ve ava bikin. Lê em vê nakin û xwe pir diecibînin û kesê ser xwe re nabînin. Em nabêjin qîmetê nedin xwe û ji xwe nebawer bin, lê em kesê ser xwe re nabînin û hev napejirînin. Ger tu ji me bipirsî em hemû mirovên hêja û qenc in, zarokên me jêhatî ne, em ji dil û durist in. Wekî Kurd dibêjin; “Kes nabê dewê min tirş e.”Di nav hemû welatan de, wlatê min, di nav hemû bajaran de bajarê min û din av hemû gundan de gundê min xweş e. Ji nav wan mirovan hemûyan jî malbata min û din av malbatê de jî ez baş im. Zarokên min pir jîr û zanan e, di hedê xwe de ne, keç û kurên min pir û pir bi aqil in. Haj ji xwe hene û camêr in. De xwedê wan bihêle, em nahesidin zarokê kesê, gund û bajarê kesê. Jixwe em ji heman axêne û kes xerîb jî tune ye. Ger em wisa bin, mane divê em ji xwe bipirsin, ev kesên diziyê dikin, tecavîzê dikin, madeyên hişbir dikirin, difroşin, vedixun, dibin sîxurê dijmin, ji ber leşkeriyê direvin, kîne? Kesên ku sibê heta êvarî li ser kes û cîranan diaxivin, ma ji xwedê natirsin û ji evdan fedînakin. Destpêkê em wekî dê û bavê berî ku zarokên xwe şîret bikin, em xwe ber çav re derbasbikin, ji ber ku zarokên me neynika me ne, em çawa bin, zarokên me jî dê wisa bin. Ez wekî dengê we dibihîsim ku hûn dibêjin, ma em naxwazin zarokên me baş û qenc bin? Bêguman her dayîk û bav dixwaze zarokên wan ji wan baş tirbe, lê mixabin tenê xwestin nabe. Ji vê re jî pêşiyên me gotine; “Dara xweziyan bernagre.” Ê wê demê em ê çi bikin? Divê hûn bi zarokên xwe re demên bi wate derbas bikin, wateya kêliyê li zarokên xwe bidin famkirinê. Bihêlin ku zarokên we fêrî parvekirinê û berpirsyariyê bibin. Bila bi keda xwe mezin bin, ji dil û durist bin. Tenê xwe nefikirin, bila hevalên xwe, xizmên xwe, xwîşk û birayên xwe jî bifikir in. Bi zarokên xwe bidin famkirin ku bê civak kes nikare li ser piyên xwe biksekin e. Ger em hebin, em bi civaka xwe hene. Ez ê peyveke din a pêşiyê me bêjim, “Berxê ji keriya xwe qut bû, para gura ye.” Em zarok û ciwanên xwe nekin para guran, bila bibin parçeyekî ji civaka xwe. Bila zarokên we hînî derewan nebin, li ser kesê neaxivin, lê belê dema dayîk û bav, 24 demjimêran li ser xelkê baxivin û ji zarokên xwe re bêjin; “ li ser xelkê neaxive,” wê zarokên wan bi wan bikene. Em cardin bînin bîra we, zarokên me neynika me ne. Netirsin, bila zarokên we xeletiyan bikin, lê bila neveşêrin, li ser xeletiyên zarokên xwe negrin. Binêrin mesele ne zêdebûna însanên li derdora me ne, mesele, çawaniya wan e. Ger însanên me qenc û baş bin, wê jiyana me jî xweş û geş be. Mirovên zana û baş her tim jiyana mirov geş dikin. Lê ger însanên li derdora me, nezan bin, li ser derdor baxivin û xwe pêş nexin, wê jiyanê li me bikin dujeh. Jixwe carê hin mirov jî wekî tiştên zêde li mirov dibin bela û mirov li hemberî wan heyîrî dimîne ku bi wan re çi bike. Ji bo wê ya giring ne zêde bûna mirova ye, ya giring mirovên baş û zanan e. Ew kes her tim mirovan bi xwe ve mijûl dikin û enerjiya mirov dixun. Ji bo mirov nekeve vê rewşa heyîrî, divê tim xwe zana bike û biaqil tev bigere. Ji xwe destpê bike, qenciyê li derdora xwe bike. Jixweza û însanan hezbike. lê xwe li ser wan ferz neke. Di heman demê de ji bo pêşketina xwe, bi xwe re dem derbas bikin, qîmet bidin xwe, ji ber ku hûn hêja ne. Dema mirov bi qîmetê xwe nizanibe kes qîmetê nade mirov. Însanên qîmet didin xwe, xwe pêş dixin zarokên wan jî pêşketî dibin. Însanekî nezan û bê îrade, nikare  kesê pêşketî û xwedî îrade avabike.

Back to top button