DaxuyanîNûçe

Ev dîlgirtin ji bo bêdengkirina dengê rastiyê û pênûsa azad

Em Kirinên dermirovî yên li dijî rojnamevan, çewisandina azadiyan ku ji aliyê rejîma faşîst a Tirk ve tê meşandin. Şermezar dikin.

Îro 14/6/2022 an Yekitiya Ragihandina Azad li Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek dan .

Daxuyanî li çerxereya Efrîn hat dayin , bi zimanê kurdî Dilyar Cezîrî daxuyanî xwend,Malva Alî bi zimanê erebî xwend.

JI RAYA GIŞTÎ RE

Xebatkarên ragihandinê li Tirkiyê bi salan e rastî zext û girtinên berfireh tên. Gelek rojnamevan ketine zindanan û gelek sazî û dezgehên ragihandinê hatine girtin. Heta radeyekê Tirkiyê bûye wekî mezintirîn girtîgeha rojnamevanan a li cîhanê. Tirkiye di lîsteya Azadiya ragihandinê ya Cîhanê de di nav 180 welatan de di rêza 153’yan de ye.
Rejîma Tirk ku ji ragihandina azad ditirse, zextên li ser rojnamevanan zêde kiriye. Avêtina wan a di zindanan de didomîne. siyaseta bêdengkirin û ji holê rakirina rastiyê dimeşîne. Bi awayekî keyfî li dijî rojnamevanên azad opersyonên girtin û revandinê dimeşîne. 20 jê rojnamevan 21 kesên di Ajansa jin News, Ajansa Mazopotamya, Rojnameya xwebûn, Komeleya Dîcle û Firat, Şîrketa Pêl û Peya de dixebitin girtine û destgirtina wan bê navber didomîne.
Em Kirinên dermirovî yên li dijî rojnamevan, çewisandina azadiyan ku ji aliyê rejîma faşîst a Tirk ve tê meşandin. Şermezar dikin.
Şerê wê yê hovane ku li dijî azadiya ramanê pêk tê li dijî demokrasî û tekoşîna civakê ye.
Ev polîtîkayên çewisandinê yên sîstematîk binpêkirinên aşkere ya ji peyman û qanûnên navneteweyî re ye. Tirkiye bi polîtîkayên xwe yên çewisandinê derketiye rêza herî pêş.
Ev girtinên keyfî ji bo desteserkirina vîna civakê ye û qutkirina dengê heqîqetê û pênûsa azad e.
Êdî çarenûsa ragîhandinê ya li Tirkiyayê ne diyar e, her kêlî gefa girtinê li ser xebatkarên ragihandinê heye.
Tirkiye bi pêkanînên xwe ragihandinê ber bi mirinê ve dimeşîne, girtina saziyên ragihandinê û girtina nivîskar û rojnamevanan qereketer û nasnameya wê ya tunekirina dengê heqîqetê aşkere dike.
Em rojnamevan û xebatkarên ragihandinê yên ev daxyanî erê kiriye, piştevaniya xwe bi hevkarên xwe yên rojnamevan ku di girtîgehên dewleta TIrk de Tirkiyê ne nîşan didin.
Di heman demê de em bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan dikin da bi lez destwerdanê bikin ji bo rawestandina vê êrîşa hovane ya li dijî rojnamevan û xebatkarên ragihandinê.

Divê zextê li desthilata Tirkiyê bikin ji bo rê li pêşiya ragîhandina azad negre, li aliyê din jî divê demildest hemû hevalên me yên rojnmevan ku bi awayekî derhiqûqî hatine girtin. Di zûtirîn dem de serbest werin berdan.
337 Rojnamevan û xebatkarên ragihandinê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ev daxuyanî dane .

Back to top button