ArşîvGotar

çawa ku di asîman de du roj nabe di dilê min de jî wê ji dervî Rêbertî tu çavkaniya heskirinê wê nebe

sema yuce sembola tekoşînê û dilsoziyê bi xeta azadiyê re

Sema Yûce

Her sal tîrêjên agirê Newrozê bi xwîna şehîdên azadiyê yên ku bi bedena  xwe ya pîroz  geş kirine, da ku bibin mîras ji têkoşîna gelê me ya di dirêjahiya salan re.  Yek ji wan jî Şehîd Sema Yûce bû ku nedixwest mîna jinayek ji rêzê bijî ji lewra rêya şehadetê li himber sîstema tunekirin û qirkirina dewleta Tirk a faşîst hilbijart.

Di her salê de em dibînin ku şahiya Newrozê geş dibe, em wekî jin taybet bi fedekariya şehîdên mîna Sema, Zîlan, Ronahî û Bêrîtanan serbilind dibin  ku derfet  nedan  dijmin bi ser bikevin û agirê Newrozê geştir kirin.

Di şeva Newroza ku wekî cejna netewî  tê qebûlirin û Kurd vê rojê bi cûşekî mezin pîroz dikin de şehîd Sema agirê Newrozê bi canê xwe yê pîroz gurkir, da ku bibe sembola jina berxwedêr û têkoşer li himber zihniyeta baviksalarî û sîstema dewleta tirk a faşîst û qirker.

Sema Yûca, navê tevgerî, Serhiladan û yê malî Leyla bû. Şehîd Sema li gorî navê xwe li himber desthilatdarî, zihniyeta zayendperestî û zilma dijmin serî hilda, li himber dijminê jin û civakê serî hilda. Şehîd Sema li bajarê Agirî ku li bakurê Kurdistanê ye, piraniya niştecihên wê kurd in, di sala 1971’ê de ji dayik bû û 21’ê Adara 1998’an di girtîgeha Tirkî de agir bi canê xwe xist, da ku agirê azadiyê tim û tim pêxistî bimîne. Sema Yûce  navê xwe yê tevgerî ji ruhê şoreşgerî girt bû, hîn dema nû çêdibe, apê wê  navê Leyla Qasim lê dike, Leyla Qasima bûyî sembola berxwedan û azadiyê. Wê Sema Yuce jî her tim di şûpa Leyla de bimeşiya û biba pêşeng.

Ji ber ku Heval Sema di bin desthilatiya dewletê ya qirker û tinekirinê de mezin bû , di hundirê xwe de li dijî dagikerî û zordariya Toranî kîn digre û her bihêrse. Di hundurê xwe de îsiyan jiya, ji lewra hemû hucreyên canê wê rabûn serhildanê, ji xwe navê wê jî Serhildan bû, serhildana li dijî zordaryê, li dijî înkar û tunekirinê, belê ew serhildan bû, ew îsyan bû, ew pêşeng û rihê pêşengtiya gelan û jinan bû.

Ji ber wê dema ku tevlî refên Gerîla dibe di salên 90’î de, gihişt wê baweriyê ku dixwest jiyanek  azad bijî û gelê wê rizgar bibe. Heval Sema yek ji wan jinên ku aşiqê azadiyê û hevjiyana azad bû, her wiha şagirteke layîqê birêz Ocalan bû, ji ber wê di nameya xwe de nivîsî bû “Ez tenê dikarim dilê xwe bikim diyarî.”

Heval Sema nedikarî ewqas zilim û  zordarî qebûl bike li ser gelê xwe û bi  taybet li ser jina kurd , her wiha ew rojev jî nedipejirand, ji ber vê yekê ya yekemîn bû ku ew rojev guherand. Ji destpêka derketina tevgera azadiyê û li gorî xwesteka wê bû leşkereke balkêş di nav hevalên xwe de bi xwestekên wê yên bêsînûr û bi hezkirina wê ji Rêber APO re.

Heval Sema nakokiyên jinan ên bi hezarê salane ser re derbas bûne di kesayeta xwe de jiyan dikir, lewma rê neda dijmin ku vê meşa azadiyê biseknîne û careke din bi hezarê salan jinê kole bike, her wiha gelê wê di bin zordarî, koçberî, birçîbûn û bi qirkirinê re rû bi rû bimîne  li ser xaka xwe di encama desthilatiya empryalîzm, diktatoriyê û qirkirina jin û ciwanan. Heval Sema li himber armancên wan ên belvakirina gelê kurd û tunekirina wan ku di dîrokê de bên windakirin û bên jibêrkirin sekinî.

Ji ber ku şagirtên Abdulah Ocalan sozdarê doza xwe ne, heval Sema li ser şopa rêhevala xwe Zîlan meşiya û riya şehadetê pejirand da ku agirê Newrozê tim bê pêxistin û dengê kenê zarokên kurd bilind bibe her weha alên me li asîmanan bixemilînin. Heval Sema û rêhevalên wê bûn şehîdên azadiyê, şehîdên Newrozê û rê li ber milyonan ronî kir. Ew rihên ku mereqa azadiyê dikin ji bo wê hemû bedelan wê bidin.

 

Back to top button