ArşîvÇalakîSiyaset

Îlham Ehmed: Bersiva êrişên dijmin wê bi rihê şerê gel ê şoreşgerî bê dayîn

Bi armanca nirxandina pêşketinên siyasî û bi wesîleya salvegera 24’an a şehadeta Sema Yuce,îro 16ê hezîrana 2022an   Kongra Star a Qamişlo civînek li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo li dar xist. Bi dehan endamên Kongra Star, saziyên civaka sivîl  û dayikên şehîdan ên bajar û gundewarên Qamişlo amade bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed geşedanên siyasî nirxandin.

Îlham Ehemd bal kişand li ser gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêm û wiha got: ”Her roj Erdogan derdikeve û dibêje ez ê êrişî xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikim. Pirsgirêk ne tenê xaka Rojavayê Kurdistanê û xaka Bakurê- Rojhilatê Sûriyê ye. Erdogan dixwaze pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û cîhanê ji bo berjewendiyê xwe bi kar bîne. Dema şerê li Serêkaniyê û Girê Spî çêbûyî, gelek dewletên derve li ser dewleta Tirk û hukumeta AKP’ê qedexa firotina çekan weke biryarekê girtin. Ji ber ku bi wan çekan li dijî gelên bê sûc, bi taybet gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne. Lê belê gelê li herêmê mil bi mil li hember terora çeteyên DAIŞ’ê şer kirin û fedakariyek mezin dan. Bi taybet divê demê de cardin dewleta tirk a dagirker dixwaze bi van kiryarên xwe vê qedexê çekan li ser xwe rabike. Ji bo wê jî ketiye nava hewildanê ku careke din ji bo berjewendiya xwe ji dewletên navneteweyî re tenzulat bike û ji bo projeya xwe ya li hevkirinên nû û ji bo bazirganiya welatê xwe dixwaze rojek ber rojekê şer bide destpêkirin.”

Îlham Ehmed  di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser hincetên dewleta Tirk yên ji bo pêkanîna êrişan li ser herêmê û wiha eşkere kir: “Dewleta Tirk bi rêya malbatên çeteyan ku li bajarên kurdan bi cih kirine demografiya herêmê diguhere. Di esas de plana dewleta Tirk a dagirkirinê heye. Dewleta Tirk şêniyên herêmê dan koçberkirin û li şûna wan hinekên din bi cih dike. Mîna li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî malbatên çeteyên girêdayî xwe bi cih dike.”

Îlham Ehmed anî ziman ku dewleta Tirk bi rêya şerê taybet û êrişên li ser qadên gerîla û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bandora xwe li ser gelê Tirk û herêm bide meşandin.

Îlham Ehmed li hemberî van êrişan girîngiya berxwedanê destnîşan kir û wiha got: “Li hemberî van êrişan divê em bi awayekî xurttir û rêxistinkirî li ber xwe bidin. Ji ber ku li ser vê axê me gelek berdêlên giranbiha dane û divê em tu carî bi dijmin bandor nebin. Ji ber ev xaka me ye, em welatparêzên welatê xwe ne, erka me ye ku em welatê xwe biparêzin. Tenê bi gotin nabe û me gelek destkeftî bi destxistine. Di heman demê de gelek destanên qehremaniyê li ser vê xakê hatine nivîsandin. Hêza me ji berê zêdetir bi tecrube ye û ji tevahî cîhanê re îspat kiriye ku li hember dijminê mirovahiyê DAIŞ’ê li ber xwe da û xeteriya li ser herêm û cîhan rakiriye. Ji ber vê yekê jî divê gelê me bi hêz û rêxistina xwe bawer be.”

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê îşaret pê kir ku divê têkoşînek jinan bi zanist were kirin û destnîşan kir: “Di dema heyî de çeteyên DAIŞ’ê giraniya xwe dane şaneyên jinên DAIŞ’î da ku zarokên wan û nifşên nû bi îdeolojiya DAIŞ’ê bêne perwerdekirin û rêxistinkirin. Li beramberî vê pêwîste jin di xeta bîrdoziya jina azade de têbikoşin.”

Îlham Ehmed şehîd Sema Yuce bi bîr anî û wiha anî ziman: “Di dîroka tevgera azadiya gelê Kurd de gelek jinên mîna heval Sema di fikr  û ramanên xwe de tiştên nû afirandine. Pêngavên mezin di dîroka jin û dîrok şoreşê de avêtin. Ji bo vê jî wexta ku em van şehîdan bi bîr tînin, pêwîste em bifikirin van şehîdan çi kirin, çi fikrîn û çawa çalakiya xwe pêk anî. Esas şopdariya ked, fikir, raman û kesayeta wan e. Li ser vî esasî girêdan bi dîroka şehîdan re çêdibe. Ji derveyî wê em nikarin bêjin em şehîdan temsîl dikin. Em nikarin bi şaştiyan bijîn û em bêjin em girêdayî bîranîna şehîdan e. Wexta em şaştiyan dikin, tê wê wateyê me şehîd ji bîr kirine. Girêdana şehîdan ne tenê silogan e. Ne tenê em bêjin şehîd namirin. Lê bi pratîkê ye. Mijara şahadetê mijarek gelek pîroz e. Mijareke ku her kes nikare bi wêrekî nêz bibe û bigihêje wê astê. Di dawiyê de bersivdayîna êrişên dijmin wê bi rihê şerê gel ê şoreşgerî bi berxwedanî û têkoşînek xurtir were dayîn.”

Civîn bi avêtina diruşmeya “ Jin jiyan azadî” û “Bimire dagirkerî”  bi dawî bû.

Back to top button