ArşîvNûçe

Têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî û azadkirina herêmên dagirkirî.. Biryarên herî berbiçav ên Kongreya Nehemîn a PYD

Li gorî encamnameya Kongreya 9`emîn a PYD`ê, partiyê têkoşîna ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêbertî xurtkirina xweparastinê, aboriya civakî û şerê gel ê şoreşgerî û rizgarkirina herêmên dagirkirî wek xebatên xwe yên sereke ji bo qonaxa bê diyar kirin.

Kongreya 9’emîn a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di roja 3’yan de li Hesekê bi dawî bû.

700 delegeyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kurdistan û Ewropayê beşdarî kongreyê bûn.

Di kongreyê de li kêleka axaftina hevserokên berê û mêvanan, raporên dewreya borî, rêzikname hatin xwendin û rêzikname hate erêkirin. Her wiha Salih Muslim û Asya Ebdullah wek hevserokên nû û meclisa nû ya ji 145 endaman, her wiha 7 endamên Desteya Dîsiplînê yên partiyê hatin hilbijartin.

Di encamnameya kongreyê de wiha hate gotin:

“Bi dirûşma “Bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî em ê dagikeriyê têk bibin û Sûriyeya demokratîk ava bikin” Kongreya 9`emîn a partiya me di rojên 18-19-20`ê Hezîranê de hate lidarxistin. Tê de 700 delegeyên ji nûnerên partiyê li hundir û derveyî welat, nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, Meclisa Sûriya Demokratîk, Hêzên Sûriya Demokratîk, Tevgera Civaka Demokratîk, nûnerên pêkhateyên civakî û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bûn. Her wiha partiyên opozîsyona Sûriyê û partiyên kurdistanî peyamên pîrozbahiyê şandin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, hevserokatiya PYD`ê Eyşe Hiso û Enwer Muslim axivîn, peyamên pîrozbahiyê hatin xwendin. Piştre kongre li pêş çapemeniyê girtî dewam kir, di wê navberê de rapora Meclisa Giştî û ya Meclisa Jinan hatin xwendin, rewşa rêxistinî û siyasî, rola partiyê û erkên nîştimanî û neteweyî yên di qonaxa borî û qonaxa bê de, hatin nîqaşkirin.

Îşaret bi girîngiya lidarxistina kongreyê di van şert û mercên nazik û dîrokî yên li herêmê û cîhanê de hate kirin, nexasim li gel gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û xetereya wê li ser tevahiya Rojhilata Navîn, her wiha bandorên wê yên li ser kûrkirina aloziya Sûriyê ku ket sala 12`emîn, xitimîna di çareserkirina aloziya Sûriyê de li gorî rêgeha siyasî li gorî biryarên navneteweyî û di serî de biryara 2254’an.

Agahiya şehadeta fermandar Ferhad Dêrik ji aliyê faşîzma Tirkiyê ve, bandoreke mezin li tevahî endamên kongreyê kir. Beşdaran diyar kir ku ew ê bi dil û can têkoşîna şehîd Ferhad bidomînin û diyar kirin ku ev hedefgirtin di çarçoveya qirkirina sîstematîk a dewleta Tirk a li dijî gelên herêmê û di serî de Kurdan de pêk tê, ku bi vê yekê hemû qanûn û peymanên navneteweyî yên têkildarî serdestiya gelan û ewlehî û îstiqrara wan binpê dike.

Di encama nîqaşên kongreyê de, ev encam derketin:

Derbaskirina kêmasî û astengiyên ku li pêş xebatên rêxistinî bûn asteng, endaman li ser kêmasiya di pêkanîna erkên xwe li gorî hesasiyet û pêwîstiyên pêvajoyê renxedayîna xwe de da.

Vîna xurt da ku bi îradeya gel re bibe yek ku partiya me hêza xwe ji wir digire. Esasgirtina rastiya şerê gel ê şoreşgerî wek bingeheke têkoşînê ya partiya me ji bo têkbirina dagirkeriyê û avakirina Sûriyeya demokratîk a pirreng û nenavendî bi nimûneya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û parastina hemû destkeftiyên ku bi fedakariya şehîdan û têkoşîna gelê me hatine bidestxistin.

Endamên kongreyê her wiha ev yek nirxand ku çareya herî guncaw a aloziya Sûriyê bi diyalogê pêkan e. Her wiha teqez kirin ku hevbendiya bi hemû hêzên opozîsyonê yên nîştimanî de ku baweriyê bi çareseriya demokratîk li Sûriyê tînin, girîng e. Di heman demê de diyaloga bi hikumeta Şamê re da ku çareyek ji bo hemû dozên nîştimanî û di serî de doza kurdî wekî dozeke nîştimanî ya adil li gorî destûreke demokratîk li ser hatî lihevkirin, bên çareserkirin.

Di kongreyê de îşaret bi hedefgirtina Kurdan û Tevgera Rizgariyê ya Kurdistanê ji aliyê sîstemên zordest ên navendî û dewleta Tirk a faşîst ve bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), xiyaneta PDK`ê û gefên li ser destkeftiyên Kurdan û destkeftiyên li Başûrê Kurdistanê-Herêma Kurdistana Iraqê hate kirin. Her wiha berxwedana dîrokî ya gerîlayên HPG/YJA Starê ji bo têkbirina timayên Osmaniya Nû hewl dide pêk bîne û Mîsaqî Millî, hate silavkirin.

Di kongreya me ya 9`emîn de gelek biryar hatin dayîn, ên sereke ev in:

Têkoşîna ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Apo. Pêşxstina têgehîştina xweparastinê, aboriya civakî û şerê gel ê şoreşgerî li gel endamên partiyê û gel û rizgarkirina herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û herêmên din ên ku dewleta Tirk dagir kirine. Têkbirina projeya faşîst û nîjadperest a Tirkiyê û guhertina demografiyê ku dixwazin li herêmên dagirkirî pêk bînin. Pêşxistin û mayîndekirina Rêveberiya Xweser li gorî mekanîzmayên siyaseta demokratîk. Berfirehkirin û pêşxistina xebatên dîplomatîk, danîna têkiliyan bi aliyên navneteweyî, herêmî û civakî re û xurtkirin û bihêzkirin û piştgirîdayîna Hêzên Sûriya Demokratîk.

Xebatên pêkanîna yekitiya nîştimanî ya Kurdistanê û lidarxistina kongreyeke nîştimanî ya Kurdistanê. Têkoşîna li djiî şerê taybet ê dewleta Tirk dimeşîne û li hemberî hemû têgehên desthilatdar ên li djiî azadiya jinê, tundiyê û hwd, pêşxistina rêxistinbûna ciwanan. Pêşxistina mekanîzmeyeke çavdêrî û şopandina hemû xebatên partiyê. Girîngîdayîna malbatên şehîdan.

Di dawiya kongreyê de, beşdaran wefedarî û dilsoziya xwe bi nirxên şehîdan re nû kir û şehîd Ferhad Dêrik wekî sembola Şoreşa 19 Tîrmehê û nimûneya fermandarê şoreşger ê dilnizm, fedakar, têkoşer û sembola wefadarî û fedakariyê hat pejirandin, ku em jê îsrara xwe ya berdewamkirina têkoşînê ji bo pêkanîna armancên partiyê û parastina destkeftiyên gelê xwe, bidawîkirna dagirkeriyê û avakirina Sûriyeya demokratîk û karkirina li gorî felsefeya neteweya demokratîk û bîrdoziya rizgariya jinê û pêşengiya ciwanan.

Di dawiyê de Asya Ebdullah û Salih Muslim wek hevserokên PYD`ê, 145 endamên Meclisa Giştî û 7 endamên Desteya Dîsiplînê hatin hilbijartin.”

Back to top button