ArşîvDaxuyanî

JI JINÊN JI BO TÊKOŞÎNA AZADIYÊ TÊDIKOŞÎN, XWE RÊXISTIN DIKIN Û RAYA GIŞTÎ YA DEMOKRATÎK RE

Meclisa Kongra star a Bakur û Rojhilatê sûriyê têkildarî komkujiya Helincê daxuyaniyek nivîskî da. Daxuyanî wihaye: “Di 2’yemîn salvegera şehadeta Zehra Berkel, Hebûn Melle Xelîl û Emîne Weysî ku 23’ê Hezîrana 2020’an li gundê Helencê di encama êrîşa dewleta Tirk a faşîst a bi drone de şehîd bûne li Kobanê bi rêzdarî, bêrîkirin û bi hesreta ji bo azadiyê bi bîrtînin. Ev êrîş hemwext bû bi salvegera Komkujiya Kobanê ya ku di 25’ê Hezîrana 2015’an de bi hevkariya DAIŞ û dewleta Tirk ji bo şikandina vîna Kobanê ya kela berxwedanê li dijî gelê sivîl pêk hat, gelek mirov şehîd ketin. Em şehîdên Komkujiya Helincê û Kobanê û hemû şehîdên meha Hezîranê yên ku armanca wan  komkujiyan şikandina cesaret û vîna siyasî ya gelan û jinên têkoşerên azadiyê bûn, bi soza pêkanîna daxwaz û xeyalên wan û avakirina jiyana azad, em silav dikin.”

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “îdeolojiya Şerê Cîhanê yê 3 emîn bi tundî zayendperestî ye. Zilamtiya hegemonîk, bi provakasyona cinsiyetparêziyê bi şerê li seranserê cîhanê dixwaze nîzameke mêtînger ava bike. Zihniyet, ziman, pêkanînên siyasî û rêxistina Şerê Cîhanê yê 3. bi îdeolojiya zayendperest ve girêdayî ye. Zilamtiya hegemon bi dirûşmeyên zayendperest bajaran dagir dike û dixwaze her cure êrîşên tecawizkar û dagirker ên li ser zarok û jinan, tevahî civakê rewa bike. Li aliyê din zilamtiya hegemonîk li cîhanê û li herêma me dixwaze jinan li gorî armancên xwe şekil bike û bi pergala serdest re bike yek. Kiryarên îdeolojiya zayendperest a ku di serdema me de belav bûye, li hemberî jinê di asta şerekî bê eman û hov de ye. Yek ji armanca sereke ya zilamtiya hegemonîk ku bi awayekî sîstematîk mêtingeriyê pêk tîne, tasfiyekirina pêşengî  û îradeya rêxistinkirî ya jinê ye. Bi qetilkirina siyasetmedar, rojnamevan, aktîvîst û jinên gerîlla yên ku li gelek welatên cîhanê pêşengiya têkoşîna azadiya civakî dikin, vê  armancê nîşan da.”

Daxuyaniyê wiha dom kir: “Hêzên hegemonîk ên cîhanê hewl didin faşîzma ku li hemû cîhanê bi zilamtiya serdest hatiye bidestxistin, faşîzma ku şêweyê herî hovane û li dijî jinê, dij gel e, normalîze bikin. Me mînakên herî berbiçav ên vê hewldanê li DAIŞ’ê, li Afganîstan, Yemen, Lîbya û gelek welatên din û herî dawî jî li Ûkraynayê dît û hînjî dijîn. Bi taybetî di van deh salên dawî de gelek êrîş û qetlîamên bi armanca meşrûkirina faşîzmê jî li ser erdnîgariya me hatin ferzkirin. Serdestiya mêr û zîhniyeta dewletê, li hemberî helwesta jinê ya ku hişmendiya siyasî û rêxistinbûyî bi taybet ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye avakirin, qetlîam û êrîşên hovane pêk tîne. Mînaka vê ya herî berbiçav jî komkujiya Helînce ya 23’ê Hezîrana 2020’an e. Ji bo vê, sala borî, di 23’ê Hezîranê de, wek Kongra Star; me ev roj weke “Roja Têkoşîna li dijî kuştinên li hemberî nasnameya jinên siyasî” îlan kir. Îsal û piştî wê her sal 23’ê Hezîranê wê ji bo me bibe roja israr û çalakiyên ji bo bilindkirina têkoşîna rêxistinî û siyasî.

Di sedsala 21. de me jinan ne tenê têkoşîna azadiya jinê, di heman demê de pêşengiya têkoşîna giştî ya demokrasî, azadî û ekolojiyê kir. Em êrîşên ku li dijî vîna me ya siyasî ya rêxistinkirî pêk hatin, ji bo rêxistinbûna xwe bi heman berpirsyariyê mezin bikin, em van êrîșan ticar ji bîr nakin.

Heta ku armancên heval û jinên me yên di van êrîşan de şehîd bûne û xeyalên wan ên welatekî azad û demokratîk pêk neyê, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê bibin şopdarên doza jina azad û pêşeng.

Berxwedana Rêber Apo ku bi pêkanînên tecrîdê yên ku  îro li cîhanê bê hempa ye, ev ji bo hemû bindestan û jinan hêzeke mezin e, hewil dide  gel û jinan îzole bike û bêbandor bike. Dîsa li çiyayên azad ên  Kurdistanê bi qehremanî li dijî êrîşên hevpar ên hêzên dagirker ên faşîst û hêzên kurd ên xayîn-hevkar li ber xwe didin û ji bo azadiya rewa têdikoşin Gerîlayên YJA STAR’ê, li dijî hovîtiya Talîbanê li Bakurê Rojhilatê Sûriyê, Rojhilata Navîn, Afganîstanê li ber xwe didin û li deverên cuda yên cîhanê  ev têkoşîn ji bo hemû jinan çavkaniya îlham û hêzê ye.

Li ser vê bingehê weke Kongra Star ji hemû jinên cîhanê re; Em banga xwe ya ji bo tevgerên jinan ên birêxistinkirî, têkoşer û însiyatîfên jinan ên di 23’ê Hezîrana 2021’an de dubare dikin: Werin em 23’ê Hezîranê wekî “roja têkoşîna li dijî qetlîamên ku nasnameya jinên siyasî û pêşengên azadiya jinan hedef digirin” li cîhanê qebûl bikin û îro têkoşîna xwe ya azadiyê mezin bikin.

Em bi biryar in ku hemû jinên ku li welatên cuda yên cîhanê li dijî polîtîkayên dagirkerî, li dijî ekolojîk, li dijî jinê û li dijî gelan li ber xwe didin, di nava têkoşîna xwe ya azadiyê de, di berxwedan û têkoşîna xwe de emê bidin jiyîn. Wê hêza me ya  têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî û azadiyê mezin bikin, em ê tecrîda ku li ser mirovê azad Rêber bişkînin.

Li ser vê bingehê bi soza ku em ê layiqî berxwedana sedsala 21’an û dîroka Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê ku eniyeke xurt a şoreşa jinê ye; Em di şexsê Zeynep Kinaci, Sema Yuce, Filiz Yerlikaya û Leyla Agirî de hemû şehîdên meha Hezîranê bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Back to top button