ArşîvHevpeyvîn

“Zehra û Hebûn pêşêngên gel bûn”

Dayika Zehra Berkel û Hebûn Qehreman di derbarê salvegera bîranîna wan de axivîn û gotin: "Ew pêşengên gelê xwe bûn."

23 yê Hezêrana 2021`an li Helinca Kobanê balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker êrîşî navenda bajêr kirin û di encama êrîşê de sê jinên pêşeng Hebûn, Zehira û Leyla hedef girtin. Ev her sê jinên pêşeng di nava civakê de xwedî roleke girîng bûn û di nava Tevger a Kongra Star de cihê xwe digirtin. Dagirkeran bi riya vê êrîşê xwestin rola jinê di nava civakê de lawaz bikin û pêre jî xebatên wan vala derxin. Di derbarê mijarê de Sakîne Bekir dayika cangoriya azadiyê Hebûn Qehreman û dayika Zehra Berkel Xalîde Sîncar axivîn.

`Keça min bû bûka Kurdistanê`

Sakîne balkişand li ser jiyana Hebûn ê û wiha domand: “Hebûn jineke ciwan gelekî bi hêz û moral bû. Rojekê hat gel min û ji min re got `dayê min îro xewinekî pir balkêş dîtî ye.` Min jê re got xewina te bi xêr be keremke bibêj e keça min. Got dayê min di xewina xwe de Serok Apo dît û min dît ku ji kaniyekê vedixwim, min fam kir ku êdî dem dema ku ez Rêber Apo bibîn im. Ez gelekî bi keça xwe kêfxweş bûm bi rastî. Wê ji min re got eger qesmeta min de be ku ez Rêber Apo bibîn im, min jê re got ey keçê biçe xwedê alîkarê te be. Li ser vê esasê keça min bû bûka Kurdistanê. Ev 30 salê me bûy e li vî gundî em jiyan dikin û me zarokên xwe giştî li vî gundi mezin kirin.”

`Xwesteka Hebûn ê ew bû li kobanê şehîd bikeve`

Sakîne da zanîn ku keça wê Hebûn gelekî zîrek û bixwestek bû ye û wiha got; “Hebûn dema tevlî tevgera azadiyê bû cara yekem hat e Kobanê, min ew dît û bi coşeke gerim wê pêşwazî kir. Cîran li derdora me kom bûn û bi kêfxweşî li derdora wê kombûneke mezin çêkirin. Kar dikir, piştir e li kobanê şer destpêkir wê her tim şer dikir, dixwest şihadeta wê li kobanê be. Di dawiyê de jî li kobanê bû çirûska azadiyê.”

`Em li ser fikira Rêber Apo jiyan dikin`

Sakîne bibîrxist ku jin aniha parastina axa xwe dikin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî; “Hebûn ji bo her jineke ciwan her keçeke welatparêz, her jinek xwedî maf xwe diafriand. Her wiha keda xwe tu carî li erdê ne dida, berxwedaniya wê bi deng û reng bû. Xwesteka min ji tevahî jinên  cîhanê ewe ku xwedî li şoreşa xwe derkevin û deskeftiyên vê şoreşê biparêzin, xwedî li ax, welat,nasname çand û zimanê xwe derkev in. Ji ber ku em li ser fikir û felsefeya Rêber APO jiyan dikin.”

`Ez yek deqe ranediwestiyam`

Dayika Zehra Berkel Xalîde Sîncar jî got; “Di destpêka şoreş de min kar dikir û ez yek deqeyê ranediwestiyam. Piştî wê dema keçikên min hêdî hêdî dest bi naskirina tevgera azadiyê kirin, keça min Zehra li kobanê dixwende, piştî wê bi demek ê êdî derfet zêd e bû  û Zehrayê ber ê xwe da bajar ê Heleb ê û 3 salan li Helebê xwendina xwe temam kir. Zehra di xwendinê de gîhaştibû asta parêzeriyê û di ber de jî 11 salan bê navber kar û xebat dida meşandin.”

`Zehra xwedî taybetmendiyên cûda bû`

Xalîde diyar kir ku Zehra pir keçek e zane û zîrek bû û wiha dom kir: “Zehra bi şev û roj di nava tevger ê de bû. Qet nedixwest yek deqe rawest e. Ji ber vê yekê çi kar jê bihata xwestin ew amed e bû. Keça min bi her rengê xwe feda dikir û li gor her rewşê xwe amede dikir û lawazbûn qebûl nedikir. Bi rast î keçek  pir hêja bû bi her jinên ku diwez in vîna jinan lawaz bikin ku nikaribin bi azadî û aramî li ser ax û welat ê xwe jiyan. Em heya kêliya dawiyê dê li berxwe bidin û serkeftin a gelê kurd e li dijî dagirkeriyê.”

Back to top button