ArşîvDaxuyanî

Kongra star Qamîşlo:”em soz didn emê xwedî li mîrasê şehîdan derkevin”

Bi boneya duyemîn salvegera komkujiya Helencê kongra star a bajarê Qamîşlo her sê şehîd bi daxuyaniyekê bibîranîn.

Daxuyanıya kongra star a bajarê Qamîşlo li goristana şehîd Delîl saroxan bi tevlîbûna bi dehan endamên meclîsa kongra star a bajêr, daxuyanî bi her du zimanan erebî û kurdî  hat xwendin, bi zimanê kurdî ji aliyê Menîce Heyder rêveberiya kongra sta a bajarê Qamîşlo, û bi zimanê kurdî ji aliyê Hındrîn ebdo, rêveberiya kongra sta a navçeya Qamîşlo. beşdarvana alên kongra star û wêneyên serokatî, û wêneyên şehîdên Helencê rakiribûn.

Daxuyaniyê weha dest pêkir: Di serî de em wekî meclisa Kongra star a bajarê Qamişlo, êrîşên dewleta Tirk a faşîst şermezar û lenet dikin, her weha kiryarên ku li ser herêmên hatine dagirkirin pêk tîne ji koçberî, komkujî, guhertina demografî  û bikaranîna çekên qedexekirî li hember gelê me di bin çavdêriya dewletên cîhanê de û bi taybet armancgirtina tevgera jina azad a ku bûye semobla azadiyê mîna şehêdên Hilincê, heval Zehra, Hebûn û Dayê Emîna yên ku di encama êrîşeke belafireke bêmirov ji hêla dewleta Tirkî faşîst de hatin şehîdixistin  di kesayeta wan de, em  hemû şehîdên azadiyê bi minetdarî û rêzadarî  bi bîr tînin”.

Daxuyaniyê weha domkir:”Dewleta Tirkî faşîst dixwaze di riya tunekirina tevgera jina azad de tevgera azadiyê tune bike, lê tevgera bi fikir û ramanên R:APO hatiye avakirin û li ser mîrasa îradeya şehîdên pîroz  ên ku ji me re bûne  pêşeng û ronahî di dirêjiya salana de, mîna heval Zîlan, Sema û Bêrîtanan û bi hezaran şehîdên azadiyê , tu siyaset û dijmin nikare  armanca xwe pêk  bîne, ev siyaseta ku heta roja îro berdewam e ,  di riya êrîşên bi çekên qedexekirî   li ser çiyayên azad û Gerîlayan têne meşandin, ji aliyekî din ve armancgirtina pêşengên tevgerê li ser xaka başûrê Kurdisatanê  heval   Ferhad  di riya belafrireke bêmirov û ne tenê pêşeng û sivîlan armanc digre rojane gefan li ser Rojava dixwe.Bi xwesteka qrikirina gelê kurd .

Lê belê li hember van kiryar û êrîşan gelê bi destkeftiyên şoreşê û xaka xwe ve girêdayî ye  û tu siyaset nikare vê vînê û baweriyê bişkîne”.

Kongra star di daxuyaniya xwe de soz da tevahî şehîdan da ku doza wan bişopînin û got: “Em wekî tevgera jina azad me soz daye û careke din em soza xwe bi tekoşîn û berxwedana şehîdên  Hilincê  û bi tekoşîna Ş : Zîlan, Sema û Bêrîtanan nû dikin ku em li ser şopa wan  bimeşin û bibin tirs û strî di qirka dijmin de”.

Back to top button