Arşîv

Karekter Di Her Koma Temen De Tê Dîtin

Nexweşiya Katarak ku di nav gel de dibêjin ‘perde hatiye ber çav’ tenê ne bi extiyaran re bi ciwanan re jî tê dîtin.

Pispora Nexweşiyên Çavan Opr Dr. Fatma Caner Genîşoglu da zanîn ku  nexweşiya katarakê wek nexweşiya extiyaran tê dîtin lê ev bi ciwan û zarokan re jî tê dîtin û wiha got: “Katarak bi bebekên ku nû tên dinê re jî tê dîtin.  Ev katarak piranî ji ber enfeksiyonên dayikê ku dema zarok di zikê wan de ye derbas dibinê.  Di meha sêyem a ducaniyê de antîbîyotîk û antîvîralên tên bikaranîn didibn sedema pêşketina katarakê.  Lê gelek demên din jî hene.  Bi ciwanan re jî ji ber bikaranînan kortîzon û travmayan pêk tê.

Divê berçavkê rojê bê bikaranîn

Fatmayê bi lêv kir ku katarak bi muayeken zivik tê teşîskirin û  got kataraka pêşketî bi amelyatê çareser dibe û îro bi rêbazên bê narkoz û derziyê tên çareserkirin. Her wiha Fatmayê bi lêv kir ku divê havînê teqez berçavkê rojê bê bikaranîn.

 

Back to top button