ArşîvHevpeyvîn

Zehra Hesen: Çareseriya qeyîranên heyî rakirina Tecrîdê ye

Endam PYD'ê Zehra Hesen Qido têkildari tecrida girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah O calan nirxandin kir û got: "Ger Rêberê gelê kurd Rêber Abdullah Ocalan ne di bin tecrîda dewleta tirk û hevkarên wê de be îro wê çareserî ji vî şerê cîhanê re jî bihata dîtin. Ji ber di tevahî analîzên Serok de gelek rê û rêbaz ji bo çareseriya aloziyan heye."

9’ê Cotmeha 1998’an hêzên hegemnîk komployek mezin dan destpêkirin. Bi derxistina serokatî ji paytexta Surî Şam ber bi welatên Ewropa ve gelê kurd tune bikin. Komploya navnetewî 15 sibata 1999’an bi girtina Serokatî û tecrîd dayîna ferzkirin pêvajoyek nû derket  holê. Serok Apo ev komplo weha pênasekir ku berdewamiya polîtîkayên qirkirina gelê kurd e.

Endam Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ê Zehra Hesen Qido yek ji koçberên bajarê Serê Kaniyê û li kampa Serê Kaniyê penaber e ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO hatiye ferzkirin û ev rewş  23 sal in bê navber berdewam dike nêrîna xwe aniy ziman.

Zehra di dest pêka axaftina xwe de got: “Serok Apo dema ku dest bi şoreşê kir tenê ji bo gelê kurd ranebû aştî û wekhevî ji bo tevahî cîhanê xwest ji ber ku cîhan bi krîzeke mezin rû be rû mabû.”

Zehra ev pirs pirsî, çima dewletên nav netewî nahêl in ku parêzerên Rêber Apo derbasî gel serokatî bibin û rewşa serok bizanin û nerazîbûna xwe anî ser ziman. Zehra da zanîn ku ji ber ev tecrîda girankirî li ser Serokatî û weha domand: “Ger Rêberê gelê kurd Rêber Abdullah Ocalan ne di bin tecrîda dewleta tirk û hevkarên wê de be îro wê çareserî ji vî şerê cîhanê re jî bihata dîtin. Ji ber di tevahî analîzên Serok de gelek rê û rêbaz ji bo çareseriya aloziyan heye. Zehra gotina Serokatî bibîrxist û got: “Serok Apo dibêje; ‘ez ji bo gelên bindest derketime ji bo rawestandina suc û binpêkirinê dij mirovî, avakirina yekîtî di navbera pêkhate û gelan de bi saya fikira biratiya gelan, ev jî ne mîna ku dewlet û hêzên hegemonîk pêktînin yek al, yek ziman, yek netew û li gor berjewndiyê wan çênab.’ Ev saleke dîsa jî nahêlin parêzerên Serokatî derbas bibin û rewşa Serok bizanbin û ev wek sucekî pênasekir.”

Şehîdê yekem ne kurd bû

Zehra wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yekem şehîd ne kurd bû û gelek netewan ji ramanên Serokatî mîna avê vexwarin. Ji ber ev fikir tenê ji bo gelê kurd serokatî li pêşnexist, ji bo tevahî cîhanê, pirsgirêk û şeran Rêber Apo analîz li pêşdixisitin. Banga me ji bo tevahî rêxistinên navnetewî ne da ku tecrîda girankirî li ser Rêberê gelê kurd bê rakirin û fikira Serokatî bibe riya rizgarî û çareseriyê.”

Zehra di dawiya axaftina xwe de bangawazî li tevahî gel kir û bi taybet aliyên peywendîdar da ku parêzerên Serok derbasbibin, rewşa Rêbertî ji cîhanê re ragihîn in, suc û binpêkirinên heyî eşkerebikin.

Back to top button