ArşîvGotar

Akp,ê bi vê siyasetê ber ku ve diçe

Rewşa ku îro gelên Tirkiyê têde ye tê xuyakirin ku li Tirkiyê bê mafî û bê dadwerî û xwekuştin an jî kuştin jinê û destdirêjî zêde bûye sedem jî sîstema akp ê ya ku 20 sale tenê ji bo bercewendî û kesayetî kar kiriye û heya niha jî berdewam dike.Sedema herî mezin jî dijminatiya gelê Kurd e.Li bakur rojane gef û girtina gelê Kurd li ber çave çima gelê Tirkiyê bê denge ?

Gelo Kurd nebûna wê dewleta Tirk li ser çi siyaset kiriban.

Divê gel çi bike?

Destpêkê sîstema ku heta niha gel ji hev cûda kiriye mînak weke kesên behsa maf û dadweriyê kirine û dewlet wan weke dijmin ragihandiye û gel jî erê kiriye divê ev zihniyet werê rahiştin .Ev zihnîyeta ku bi dehê salan e mejiyê gel pê hatiye şûştin ,wisa bi hêsanî jî ji mejiyê gel neyê rahiştin lê belê ji bo jiyaneke azad ,bê ku bibî kole divê tekoşîneke xurt bê meşandin.

Divê gel jihev hez bikin û bi êşa derdora xwe pê bihesin mînak a herî ber bi çav girtina endamên ragihandina azad, gel û ragihandina Tirkiyê bê deng man , divê bi yek dengê hemû gel ,vê biryarê nepejirandiba.

Siyaseta erdoxan êdî di cîhanê de jî bûye bigûman, ji ber ku siyasetek bê bîrdoziye tenê bercewendiye

Ji bo pêşxistina civaka xwe di warê naskirina gelan tu kar nekiriye ,berevajî wê xebat kiriye.

Tê xuyakirin ku desthilatdariya Tirkiyê, Tirkiyê ber bi kendalek mezin ve dibe.

Songul Hesekî

Back to top button