ArşîvDaxuyanî

‘Ez ji bo azadiya gelê kurd û mafê mirovan vê çalakiya fedayê pêktînim’

Bi boneya 26 mîn. salvegera şehadeta Rêheval. Zîlan (Zeynep Kınacı) em bi germahiya meha Hezîranê tevahî şehîdên doza azadiyê bi rêzdarî bi bîrtînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin.

‘Ez ji bo azadiya gelê kurd û mafê mirovan vê çalakiya fedayê pêektînim’

Jİ BO RAYA GİŞTÎ

Ş. Zîlan bi çalekiya xwe ya biwate û jiyan afirandinê ve, xwest komploya navdewletî ya ku li ser Rêbertiya mirovahıyê vala derxîne. Çalakiya Ş. Zîlan ya ku bi duruşme ya “ji bo jiyaneke bi wate ezê bibim xwedî çalakiyeke mezin û bi wate”. Nîşan da ku divê jin çawa xwedî li Rêbertiya xwe derkevin. lewra dibêje xwezî ji canê min tiştek bihatir heba min ê ew diyarî Rêbertî  û gelê xwe kiriba” Ji ber ku Rêheval Zîlan wekî xwedewanda serdemê pêşengtiya şerê gelê şoreşgerî kir. Ji hişmendiya zayendperest re da nîşandan ku jina ji şerbeta azadiyê vexwarbe di her kêliyê de li hemberî desthilatdaran dikare mîna topekê ji agir zîhniyetta kevneşopî hilweşîne.

Rêheval Zîlan şopa Besê, Zarîfe û Bêrîtanan berdewamkir. Jiyanekî biwate û azad afirand. Zîlan bû tola Geliyê Zîlan. Zîlanê nîşanda ku êdî dijmin ê nekaribe qirkirinan li ser gel û jinan çêbike. Dema ku dagirker, amadekariya qetilkirina jin û zarokan bikin, divê êdî hesabê Zîlan û Bêrîtanan jî bikin.

Wê qetliamên wan bêbersiv nemîne.

Sala 1996’an pêvajoyeke ku rêveberiya Tirkiyeyê her cureyên mudaxaleya leşkerî û rêbazên kuştin û kiryarên nediyar pêk tanî. 6’ê gulana 1996’an li hember Rêber Abdullah Ocalan hewldana reşkujiyekê pêk hat û ev hewldan vala derket. Zîlan wek bersiva ji bo van êrîşan sala 1996’an li Dêrsimê çalakiya herî mezin û watedar lidarxist.

Çalakiya ku Ş. Zîlan pêkanî, ku bejin û bala xwe ji teqemeniyan bi şêwazê jineke ducanî xemilandibû û digot:’ dema ez vê çalakiyê pêktînim ezê zarokekî bi navê fedayî biwelidînim’  weke ku Rêbertî dibêje:’ Zîlan yek ji  jina  ku ez derbaskime û min heyranê xwe dihêle’. Ev çalakî  ji bo tevgera azadiyê bû destpêka pêvajoyekî nû hem di qada bîrdozî de, hem di qada leşkerî de û  ji artêşa dewleta Tirk re, û pergala desthilatdar re da nîşandan ku ewê bi van kiryarên xwe ticara nikarin  roja me tarî bikin.

Li ser xeta fedayîbûna Zîlan Arîn, Rêvan, Avesta û Barînan li hemberî kirêtiya pergala deshilat ya mêrê serdest DAIŞ’ê, çalakiyên bi bandor kirin û rengê jinê dan şoreşa Rojavayê Kurdistanê. Jinên li pey şopa vana xwe di her qada jiyanê de rêxistin dikin şoreşa jinê digihinin her aliyê cihanê.

 

Zeynep Kinaci ji fikir û sekina Rêbertî îlhama tekoşîna azadiyê ku girtbû û hat asta fedayîtiyê bû jina pêşeng a hemdem û bû îlhama şoreşa jinê ya Rojava. Lewra bi sedan Zîlanan  çi  di nava refên YPJ’ê de, çi di qada civakî de di nava şoreşê pêşengtî ji tekoşîna azadiyê re kirin û hîn jî dikin. Em wek Kongra Star ji bo xwe gihandina jiyana biwate û azad, û vejandina xewn û xeyalên Zîlanan û Rêhevalên rast ên Rêbertiyê heta kêliya dawiyê em ê têbikoşin û li berxwe bidin.

Şehîd namirin

Bijî tekoşîna  jina azad

Bijî hevaltiya bi rumet bi rêbertî re

MECLÎSA KONGRA STAR

28/6/2022

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27