ArşîvDaxuyanî

Dayikên aştiyê helwesta xwe li beramberî van êrîşan diya dikin

Meclîsa jin a malbatên şehîdan kiryarên dewleta tirk bi hemo cureyên wê ve şermezarkir, û ev bêdengiya heye weke kiryarek bêexlaq û mirovî pênasekir û got:'rê li pêşiya hukumeta AKP'ê vedike da ku kiryarên xwe zêde bike'

Îro 29/6/2022 an dayikên aştiyê û dayikên gêrîla li pêşiya navenda saziya malbatên şehîdan daxuyaniyek ser êrîşên ku dewleta tirk pêk tîne dan,daxuyanî bi rakirina alên saziya malbatên şehîdan û ji hêla endamên meclisê ve Necah Sulêman erbî hat xwendin û Şêrîn Ehmed kurdi hat xwendin.

Di 11 salên derbas bûyî de gelên bakûr Rojhilatê sûriyê bi yekîtiya xwe û hevrêziya xwe li hember hikûmeta AkP’ê ya faşist û hemû planê wê yê dagirkeriyê ku dixwaze herêmê bi giştî dagirbike û proja xwe ya Osmanî bicî bîne di encamê vê hedef gertinê de hemî rê û rêbazên bê exlaq û dûrî mirovahiyê bi kar tîne, qetil kirin, talan kirin
Wêrankirina gel bi hemû pêkhatiyên kû bihevre jiyandikin û bihevre parastina xwe dikin
Ser vî esasî em van kiryarên qirêj yê dewleta tirk dike biteybet tecrîd û şideta ser R.Apo kû cezaya tecrîdê zêdekiriye û ziyareta parêzer û malbatê qedexe kiriye em bi tûndî şermezar dikin û sûqastkirina erebê sivîlan û endamên rêveberiya xweser ku duh li xana serê dû erebe hedef girtine ev kiryar û rêbazên bê exlaq li ber çavê cîhanê û rêxistinê mafê mirovan çêdibin lê mixabin bê dengiyek heye kû rê ji van kiryara re vedike û destê faşizma Enqera ser gelê heremê dirêj dike û em weke meclisa jin ya malbatê şehîdan û dayikên aştiyê helwesta xwe li beramberî van êrîş û planan reddikin û qebûl nakin û emê heta dawî berxwe bidin da kû van pîlan û êrîşan vala derxîn .

Back to top button