Arşîv

Jinên Şengalê: Tecrîd pêkanînek dijhiqûqî ye

 Jinên Şengalê derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de nerazîbûnên xwe anîn ziman û gotin:”Tecrîd pêkanînek dijhiqûqî ye. Divê demildest tecrîda giran a li ser Rêber Apo bi dawî bibe.”
Jinên Şengalê derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de diyar kirin ku di şexsiyeta Abdullah Ocalan tê xwestin ku vîna hemû Gelê Kurd teslîm bê girtin û gotin:”Divê kesên ku tecrîda giran li ser Rêber Apo ferz dikin, hesab bidin.”
Jina bi navê Şemê Qasim diyar kir ku ji bo azadiyek mayinde divê Abdullah Ocalan azad bibe û got:”Em wekî jinên Êzidî tecrîda giran a li ser Rêber Apo qebûl nakin. Em dixwazin Serokê me serbest bê berdan û em bi hev re bijîn. Azadiya Serok azadiya hemû jinên Êzidî ne. Loma pêwist e em hemû ji bo Serok di nav çalakiyan de bin û têkoşîna xwe bilindtir bikin.”
‘Abdullah Ocalan ji bo hemû gelên bindest têkoşiyaye’
Xezal Hesen da zanîn ku Abdullah Ocalan ji bo hemû gelên bindest têkoşiyaye û got:”Serok Apo mirovekî xwedî nêrîn û sekneke wekhev e. Divê hemû kes vê nêrîn û seknê ji bo xwe mînak bigire û li dijî vê tecrîda dijhiqûqî derkeve.”
Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27