ArşîvNûçe

Nameyên Zeynep Kinaci (Zîlan)

Ez di sala 1972’an de li navenda bajarê Meletiyê hati­me dinya yê. Navê min Zeyneb Kinaci ye.

JI SEROKATIYA PARTIYÊ RE

Ez di sala 1972’an de li navenda bajarê Meletiyê hati­me dinya yê. Navê min Zeyneb Kinaci ye. Ez bi eslê xwe ji gundê Elmalî ku girêdayê navenda Meletîyê ye, me. Navê eşîreta me Mamûrkî ye. Min li Meletiyê, li unîver­sîteya Înönü beşê rêhberî û şêwirmendiya psîkolojîk xwend. Berî ku ez beşdarê nav refên bizawaya (tevgera) netewî bibim, min li nexweşxaneya Meletiyê wek teknîsî­yeneke rontgenê kar dikir. Ez zewicandî me û mêrê min ji Amedê, ji navçeya Egilê, ji gundê Xiliyan e. Ew jî ji eynî beşê unîversîteyê mezûn e. Mêrê min di zivistana 1995’an de, li bajarê Edenê, dema xebata Eniyê dikir, bi dîlîtî ket destê dijmin. Ji aliyê aborî ve rewşa malbata min normal e. Bi sînor be jî, ez hinek serbest mezin bûm. Dema min hîn di lîseyê de dixwend bîrûbarweriya çep û kurdayetiyê bandora xwe li ser min kir. Min di van salan de dest pê kir û bi çavekî rexnegirî li jîyanê mêze kir. Lê, ez nêzîkî tu hêzekî sîyasî ne bûm û neketim nav xebatê. Dema min li unîversîteyê xwend, dîtîn û meyla min a çepîtî hîn zelal­tir bû û sempatiya min ji PKK re zêde bû. Malbata min her çiqas paşvemayî bû jî, lê hestên kurdperweriyê diparast. Ji ber vê yekê aliyê minê Kurdperwerî bi pêşdiket. Wê demê li herêma me hêz û derdorên welatparêzan ne bi rêxistin bû. Pêşengî tune bû. Dîsa rewşa malbata min a aborî bû sedem ku ez hinekî li paş bimînim. Di nav demê de dîtina min xurt û zelal bû û dawî ez ketim nav refê têkoşînê. Di sala l994’an de, li bajarê Edenê min di nav Eniyê de dest bi xebatê kir. Bi qasî salekê min xebata xwe domand. Ji perwerdehiyeke cidî de derbas nebûm. Herçiqas min dixweste jî, ji ber sedemên kesên di rêveberiyê de bûn paşê hatin girtin, wernegirtina desteka pêwîst, bandora sivîlbûnê li ser kesayetiyê û nikarîbûna guhurandina kesayetiya pêşve neketim û nebûn xwedî serkeftinê.  Di sala 1995’an de, li herêma Dersimê ez beşdarê nav refê ARGK bûm. Di nav refên ARGK de min ji serî heta binî jîyana xwe di çav de derbas kir û şexsîyeta xwe nas kir. Di şexsîyeta min de serwextî û têgehîştineke pêşketî çêbû. Ez dikarim bibêjim ku ji aliyê îdîa, biryar, moral, zelalbûn û zanabûnê ve ez bi hêztir bûm û bi pêşketim.

Têkoşîna me ya di pêşengiya PKK de her ku çû xurt bû, ji hemû mirovahiyê re bû mal û ji gelên bindest re di rêya sosyalîzmê de bû hêvî. Ev gelê me yê ku bi tevahî hatibû înkar û bê şexsîyet kirin, di dîrokê de cara ye­kem serbilind û serfiraz bû. Herweha ev gelê ku nirxên wî yên netewî, ruh, kultur û nasnameya wî hatibû înkar û îmhakirin û ketibû bin destê dijmin, hatibû bê şexsîyet kirin bi vê têkoşînê, carekê din hişyar bû û zana bû. Ew bû xwediyê cesaret, qehremanî, zanabûn û berpirsîyariyeke mezin hilgirt ser milê xwe. Ev gelê ku ji hestên nîştîman­perweriyê dûr, ji dijmin re stûxwar û bendewar, bê ax û welêt, ji aliyê zordestên dîrokî ve hatiye hûr kirin, pelxan­din û çewsandin, heta îro pêşeng û ronakbîrên xwe yên rastî dernexistibû holê… Nîştîmaneke xerabe û wêran mabû…. Damezrevan û serokê PKK’ê Serok Apo vê rewşa ber­vajî û negatîv ji binî ve guhêrt. Gelê Kurd ne bi tenê bê nasname bû, herweha mêjiyê wî jî, ji bo dagîrker û karbidestan dixebitiyan û ketibû xizmeta hêzên paşverû û emperyalîst. Wî gelê Kurd ji vê xewa mirinê hişyar kir, rakir ser pîyan û ne ji bo bîyanîyan, ji bo wî xist nav têkoşîn û şerê azadiyê. Helbestvanê Kurd ê mezin Ehmedê Xanî di­got ku: “Heger serokekî me yê durist û bi namûs hebûya, dê em jî nebûyana dîlê Ereb, Ecem û Tirkan.” Serokên Kurdan ên sexte heta niha berjewendiyên xwe yên şexsî, malbatî, eşîrtî dane pêş yên gel û di dîroka Kurdistanê de vê rewşa lanetbûyî demeke dûr û dirêj heta niha domandine. Mirov dema li dîroka her neteweyekê dinêre, bi taybetî li dîroka şoreşa wan dikole, rastî serokên wan têkoşane ku di riya rizgariyê de rola xwe ya mezin lîstine dibe. Dîrok him ji bo bizavên rizgarîxwaz ên netewî him jî, ji bo yên çînî baş dide dîyar û zelal kirin ku bê serokatî ew rizgar nebû­ne û bi ser neketine. Serokatî, di warê nûbûn û pêşketinê de, di pilekê bilind de nûnertiya tevahiya bizavayê dike. Serokatî ji bo mirovê nû, dîtina nû, civata nû hemû jîyana xwe terxan û pêşkêş dike. Jîyana xwe li gor jîyana gel pêk tîne, çarenûsî û serkeftina xwe di çarenûsî serkeftina gel de dibîne. Ew daxwaz û hêviyên gel di kûrahiya mêjî, dil, ruh û laşê xwe de, bi hîs û cîh dike. Ew ji bo rizgariyê wezîfe û berpirsîyarîyan di pileyeke bilind de digire ser milê xwe û pêk tîne. Ji gelê me re mafê jîyaneke rastî nemaye, ji her aliyî ve hatiye qedanin û qelandin. Li cîhanê tu gel wek wî ji rastiya xwe nehatiye dûrxistin û ji xwe re bûye bîyanî. Nirx û hêjahiyên wî yên netewî, çandî, civakî nehatine mêtin… Li hember vê rewşa han helbet pêwîst e ku Serokatiya PKK’ê ji yên din cudatir be. Di vê rewş û warî de Serokatiya Partiyê ji her aliyê ve û bi taybet, bêtir nû, jîn­dar û pêşketî be û jîyana xwe bi tevî ji şoreşê re bike gorî û bikeve xizmeta gel. Bi rastî jî, PKK û Serokatiya wê xwediyê van taybetiyên jorîn in.

Dema mirov li dîroka şoreşên cîhanê dinêre, him gelên ku şoreşên netewî û him jî yên çînî pêk anîne, ew xwedî gelek derfetên dîrokî, civakî, çînî û çandî bûne. Înkarbûna wan a netewî tune bûye. Pirsgirêkên wan ên takekesî ne wek yên me mezin, hûr û kûr bûne. Dîroka wan ne wek a me hatiye têkdan. Jinên wan hewqas jêrdestî, bindestî û çewsandinî nedîtine û paşketî nemane. Dîn wek ku di nav me de hewqas bi xerabî hatiye bi kar anîn, di nav wan de nehatiye bi karanîn. Ew gelên din li gor rewşa xwe li dij dijminê xwe reaksîyon nîşandane. Di nav wan de kêm be jî azadî û wekhevî hebûye. Serok û pêşewayên wan kêm be jî, ji ronakbîr û xwendekarên xwe kelk, piştgiri û alîkariyê dîtine û girtine. Di şoreşa Kurdistanê de ev taybetiyên hatin destnîşankirin bi tevayî nemabûn. Serokatiya Partiyê ji rastiyeke gelek jar derketiye rê. Dîtin û nêzîkbûna wê ya li ser pirsên dîn, jin, şexsîyet û malbatê gelek bi zanistiye û di cîhê xwe de ye. Serokê şoreşa Rûs Lenîn, bi xwe di pirsa jinan de, çareseriyeke têr û rast ne aniye zimên û holê. Damezrandina artêşa jinan, pêkanîna Kongre û Konferansên Jinan li cîhanê bi te­nê di dîroka şoreşa me de hene û di pratîkê de pêk hatine. Rengê jiyana serokatiyê, kûrahî, hişmendî, helwestgirtin, pêşxwedîtin, hêz û hunermendiya axaftin û şîrovekirinê duristî, tecrûbe û zanabûna zanistî ku di şexsê serokê me de hene mirov nikare bi tu serokekî din re bide hember hevdu. Li bûyeran dogmatîk nanêre. Serokatiya me rasti­ya Kurdistanê, şoreşên cîhanê baş analîz kiriye û encam û ders ji wan derxistiye û derdixe. Li ser vê rastiyê hîmê şoreşa Kurdistanê ava kiriye. Ne bi awayekî teqlîd, kopya û dogmatîk, heta tu dibêjî bi awayekî afirandêr ji wan ders û tecrûbeyan girtiye. Sosyalîzmê pir baş analîz kiriye û li gor merc û hoyên gelê xwe encam jê derxistiye û niha jî bi awayekî zanistî di jîyana pratîk de wê bi kar aniye û tî­ne. Herweha PKK di şexsîyeta serokatiyê de xwe îfade kiriye û dike. Ev pêşketinên ku di dîroka Kurdistanê de çêbûne, ber­hem û encama keda Serok in. Ew bi xwe serkaniya evîn, hevgirtin û yekîtiyê ye. Di şexsîyeta xwe de, profila miro­vekî nû çêkiriye. Wî daye îspatkirin ku mirovek dikare çendî xwe nû bike û bi pêş bixe. Îro pêdivî û durişma şoreşa Kurdistanê “Em ji bo serkeftin û azadiyê bikevin nav refên hêz ên partiyê, artêşê û eniyê” ye. Ev durişma han hemû pirsên talî û biçûk dide aliyekê din, rastiya rewşa gelê Kurd û ya dijmin bi awayekî zelal û berbiçav li ser bingeheke giştî tîne holê. Ji vir şûn ve hemû gelê Kurd û bi mîlyonan mirov bi dilovanîyeke germ hembêz dike, ew dixe xizmeta şoreşa rizgarî ya netewî û sosyalîz­mê. Ev têkoşîn û şerê bêhempa yê bi deh salan, Komara Tirkiyê ya faşîst ji aliyê eskerî, sîyasî, aborî û çandî ve xistiye nav krîzeke kûr û mezin. Weha bûye ku dewleta Tirk îro bêçare maye.

Di vê dema nû ya ku em çirûskên serkeftinê dibînin de, hêvî û baweriya gel ji me zêde bûye. Divê em xwe li gor jîyan, bîrûbaweriya Serokatiyê û têkoşîna wî amade bikin û bersiva demê bidin. Bi hemû hêz û zanabûna xwe ve berpirsîyariyên xwe bi cîh bînin. Em pirî caran rexne li xwe digirin û dibêjin ku:”Şexsîyeta burjûvaziyê biçûk, gundîtî, bîr û hestên feodaletî û şexsîyeta dijmin û bandora şerê taybetî li ser me çêbûye an jî heye.”Êdî baş dîyar e ku em bi rexnegirtinên weha bi pêşna­kevin. Li gor min, rexnegirtina herî rast û di cîh de, pratîka me ye. Dijmin bi awayekî giştî bi ser me ve tê, êrîşî me dike. Pêwîst e ku em jî, bi hemû hêzên xwe ve bi ser dijmin ve herin û em bi dijmin bidin hîskirin ku em bi biryardarî û bi bîrûbawerî berdêla azadiyê didin û xwe di vê rê de feda dikin. Dema mirov li dîroka têkoşînê dinêre, PKK bi qehremanî, berxwedan, ked û xebat, bîrûbawerî, bûyerên weha mezin û girîng derxistiye holê ku ew tiştên dûrê eqil û hişmendiyê ne. Berxwedan bingehê karektera PKK ye. Pêwîst e ku em xwedî li vê mîrasa pîroz a dîrokî derkevin, biparêzin û pêdiviyên vê dema han bi cîh bînin. Niha dem, dema çalakiyên întîharîyê ye. Ev pêwîst e. Ev pêşveçûneke taktîkî ye. Ev cureyê çalakiyê moralê dijmin xerab dike û têk dibe û moralê me jî gelek xurt û bi­lind dike.Dijminê gêj û xînt, dê bi vê cureyê çalakiyê gêjtir û xîntir bibe. Çalakiyeke bi vî rengî, her cîhê ku dijmin li wir e, der û dor lê teng dike û nîştîmanê jê re dike zîndan û goristan. Ji aliyê me ve jî, morala gel xweş dibe, rnorala hemû şervanên me xurt û bilind dibe. Dost û dijminên me carekê din dibînin ku em li ser doza xwe çiqas bi biryar in û di riya vê dozê de, di laşên xwe de bombeyan diteqînin û bi vê yekê, berdêl û nirxê azadiyê didin. Em bi pêşengiya van cureyên çalakiyan, daxwaza gelê xwe ya ji bo azadi­yê bi tevahiya cîhanê didin dîyar kirin. Bi reng û cureyên çalakiyên weha, em şer xurt û berfireh dikin, bi lez û bizav dikin.

Serokê Min!

Ez xwe ji bo çalakiya întîharî berendam dibînim. Em li hember vê ked û xebata we ya kûr, hûr û bêhempa laşê xwe feda bikin jî, hewqas ne tiştekî zêde ye. Ev kêm e û têr nake. Xwezî ji derî can û laşê me tiştekî me yê din jî hebûya ku me bida. We bi jîyana xwe neteweyek ji nû ve vejand û jîndar kir. Em eser û berhemên we ne. Hûn garantiya hemû gelê Kurdistanê û cîhanê ne. Jîyana we ji bo me şeref e. Evîndarî, cesaret, bawerî, hêz û şeref dide me. Hemû gelê Kurdistanê û bi milyonan mirov, ji bo mirinê di emrê we de ne. Ev dilnîyazbûna we, me jî digire bin bandora xwe û dikişîne nav têkoşînê. Di demên herî teng û dijwar de, evînî û dilovaniya we dikeve dilê me û em hewil didin ku jê manevîyet û hêz bigirin. Yê ku herî zêde rûmeta şehîdan dizane hûn in. Ji ber vê yekê, çavên me li peyî me vekirî namîne. Ez pêkanîna vê çalakiyê ji xwe re wek wezîfe dihesibînim û xwe berpirsîyar dibînim. Ez kêmkiriri û ji navê rakirina kêmasiyên xwe, di şer û geşkirina şer de dibînim û ez bawer dikim ku divê mirov vî we­zîfeyî bi cîh bîne. Ez dixwazim li berxwedana hevalên Mazlum, Xeyrî, Kemal, Ferhad, Besê, Bêrîtan, Bêrîvan û Rohanî derbikevim û riya wan bişopînim. Ez dixwazim ji bo azadiyê bibin dengê daxwazên gelê xwe. Li hember polîtîka împeryalîzmê ya ku jinê dike kole, ez bi hêrs û rikeke mezin bombeyê di laşê xwe de diteqî­nim û dixwazim bi vê yekê bibim sembol û nîşana berxwedana jina Kurd. Ez ji bo jîyanê xwediyê îdîayeke gelek mezin im û dixwazim bibim xwediyê jîyaneke bi rûmet û çalakiyeke me­zin. Di pêşengiya Serok Apo de têkoşîna me ya rizgarî ya netewî dê di demeke gelek nêzîk de bi ser bikeve û gelê me yê belengaz dê di nav malbata gelê cîhanê de cîhê xwe yê giranbiha bigire û bigihêje mafê xwe. Li ser vê bingehî carekê din nêzîkayî û sadaqetiya xwe ji Serok Apo, hemû şehîdên Kurdistanê, hemû hêzên şer û eniyê, hevalên me yên li zîndanan, gelê Kurd û ji hemû mirovahiyê re didim xu­yakirin û ez soz û peymana rêzgirtinê didim.

Ji bo jîyanê îdîa min gelek mezin e. Ez dixwazim bibim xwediyê jîya­neke bi rûmet û çalakiyeke mezin. Ji bo ku ez ji jîyanê û mirovan pir hez dikim, ez vê çalakiyê pêk tînim.

Bijî Serok Apo!

Bijî têkoşîna me ya ji bo rizgariya netewî!

Bila bimire dewleta Tirk a faşîst!
Ji Şervanên Azadiyê û Jin ên Kurdistanê re!

Têkoşîna me ya rizgarî ya netewî ku di bin pêşengiya Serok Apo û PKK de tê meşandin, ew li Kurdistanê rewşa civakî ya paşvemayî baş dibîne û dinirxîne. Ji bo guhartin û çaresera wê, bi giştî û piralî têkoşîneke bêhempa û bê­rawestan tê dayîn. Ketin û pelçiqandina jinê bi civata çînî re dest pê dike. Di dema qonaxa komunal de ji têkiliyên jinê yên hilbirînê ew bixwe aktîv û azad bû. Piştre ku ser­maye civîya û ket destê mêran, pê re civata çînî jî derket holê. Bi vê demê re jinê jî hêz û bandora xwe wenda kir. Ji civata koletiyê derbasî civata feodalî, ji civata feodalî derbasî civata kapîtalîst û emperyalîst bû. Di her civata çînî de, çewsandin û pelçixandina jinê berdewam kir lê bi tenê rengê wê hat guhartin û hîn bi zanabûn û hûmermendî rewşê berdewam kir. Teorîya sosyalîst a zanistî, mirovahiyê ji her aliyî ve azad dike, dijberiyên nav çînan radike û wekheviyê dipa­rêze. Ji bo pêkanîna mercên jîyaneke azad îmkanan çêdi­ke û ji bo jinê îmkanên jîyaneke wekhevî û mirovîhî pêk tîne. Lêbelê sosyalîzma ku hebûn û jîyan dît, her çiqas ji bo jinê hewil da ku bixebite, ji rê û rêça xwe derket, azadiya jinê bingeheke azad û rast negirt, xwest wê bi hemû pirsên mirovahiyê re bigire dest û bi giştî çareseriyekê bibîne, ji ber vê yekê, ew hewildanên ji bo azadiya jinê jî teng û bi tixûb ma. Dema mirov li gor rastiya Kurdistanê li pirsa jinê binêre, dibîne ku ketin û perçixandina jinê him ji bo ku jin e û him jî, ji bo ku jina welatekî dagîrkirî ye, pirs girantir û kûrtir e. Berî ku têkoşîna me ya rizgarî ya netewî dest pê bike, mirov nikare li Kurdistanê behsa hebûn û vîna jinê bike. Ev ne mumkun e. Jin ne tu tişt bû. Wek ku helbestvanê Tirk Nazim Hîkmet dibêje: ” Li ser sofreyê piştî ga dor tê ser wê.” Rewşa jina Kurd weha xerab e ku pirs gelekî mezin û kûr e. Pêwîst e ku di vî warî de xebat jî waha mezin û bêwestan be. Hejmara jinên Kurd ji nîvê hejmara Kurdan zêdetir e. Heta pirsa jina Kurd neyê çareserkirin, mirov nikare behsa azadiya jina Kurd bike.

Serokatiya partiyê wek di her warî de, di warê pirsa jina Kurd de jî, analîzên gelek hûr û kûr kiriye û ji bo çareserkirina pirsê serkêşî û pêşengiyê dike. Rewşa ku niha em tê de ne, ji aliyê pêşveçûn û azadiya pirsa jinê de pêngavên mezin hatine avêtin û rewş di pileyeke bilin de ye. Lê belê, ketin û perçixandina jinê weha di rewşeke xerab û cidî de ye ku hema hema bi dîroka mirovahiyê re destpêdike. Di vê rewşa han de, bi carekî de azadbûn û rabûna jinê ne hêsan e. Demeke dirêj jê re divê. Partiya me PKK di vî warî de her gava ku davêje, vê dema dirêj kintir dike. Xebata azadkirina jinê karekî pîroz û perwerdeyî ye. Ji ber vê yekê, divê mirov bêhtir xwe nêzîkê Serokatiya partiyê bike û pê re sadiq be. Divê têkoşîn geşbibe û ked bê dayîn be. Jin bi xwe bersiva vê yekê dide. Ref bi ref tên û dikevin nav rêxistinê û pêngavên azadbûnê davêjin. Lê, em wek jin gelekî bi paş ve mane an bi paşve hatine hiştin. Em ji xebat û hewildana Serokatiyê gelek dûr in. Bi vê rewşa xwe, em nikarin erkên xwe yên dema xwe bi cîh bînin.  Riya azadbûnê di têkoşîn û şer de derbas dibe. Ji bo ku mirov baş şer bike, divê mirov baş bi rêxistin be. Heger em rêxistineke xurt pêk bînin, wê demê em dikarin behsa vîyaneke xurt jî bikin. Ev êdî rastiyek e ku azadbûna jinê bi şerkirin û têkoşînê ve girêdayî ye. Ha, madem ku weha ye, wê demê armanc û hedefên me dîyar in. Pêwîst e ku em nîştîmanperwerî, bawerî, biryardarî û cesareta jina Kurd bixine rê û xizmeta şoreşê. Wê demê, em dibin xwediyê xebat û hewildaneke mezin û pîroz. Bi hezaran jinên me hene ku ji bo azadiyê ked û xwêdana xwe dane, pêşketine û di vê rê de xwîna xwe rêtine. Hevalên me Bêrîvan, Rahîme, Besê, Ronahî, Zekîye, Mizgîn û Rahşanê di nav şehîdan de bi jiyana û têkoşîna xwe bûne sembola azadiyê û gehîştine lûtkeya azadiyê. Ew bi şahadetbûna xwe him di nav têkoşîna rizgarî ya netewî de û him di warê azadbûna jinan de pêşengên me ne. Van hevalên me ji bo jinên şervan ên azadiyê û him jî ji bo me hemûyan serçaviya moral û cesaretê ne. Divê em li dij paşvexistina civata Kurdistanê û bi taybeti li dij koletiya jinê, xwedî rik û tolhildaneke mezin bin. Vê hêrs û rika xwe bizanabûna îdeolojîk -polîtîk bikin yek, wezîfe û berpirsîyariyên xwe yê dema niha bi cîh bînin. Em ji bo şerê rizgarî ya netewî pêngavên pratîk bavêjin. Li ser vê bingeh û rastiyê, biryara min a bibim gerîllayê « întiharî » ne bi tenê li ser navê şexsê xwe, di serî de ji bo ku ez layîqê Serok Apo û partiya me PKK bibim, bi giştî jî, ji bo hemû mirovên ku keda wan tê xwarin, tên zêrandin û bindest in, bi taybetî jî, ji bo azadiya gelê Kurdistanê û bersiva azadiya jinên Kurd bidim û nûnertiya wan bikim vê biryarê didim û bi cîh tînim. Ev biryar moral û cesareke mezin û xurt dide min. Ev hesteke weha mezin dide min ku, ez nikarim tarîfa wê bikim. Çûyîna li peyî rêça şehîdên me yên azadiyê yên din û berxwedanvanên me yên mezin, bi awayekî rast û durist li mîrasa wan xwedî derketin, hest û heyecaneke bi şeref e. Ji ber ku ez dibim xwediyê vê wezîfe û berpirsîyariya bi şeref, ez xwe serbilind, şahnaz û bi şans dibînim. Ew jinên ku bi hezaran kul û keser kişandine, ked dane, xebat kirine, li çiyayê Kurdistanê têkoşîna azadiyê didin, ji partiya me PKK û Serok Apoyê ku ev çendî xebatê dike, silav û rêzgirtina xwe ji we hemûyan re pêşkêş dikim. Li ser wê bingehî, divê hûn hîn bêhtir rêxis­tinê xurtir bikin, bibin xwediyê gotin, vîyan û avakirina bingehî bibine artêş û bersivê bidin, ez hêvîdar im ku hûn rojên azad bi destên xwe ava bikin!

Bijî şerê me yê azadiyê ku di pêşengiya Serok Apo de tê dayîn!

Bijî jina Kurd a mezin a ku ji bo azadbûnê di pêşen­giya PKK de şer dike!

Bila Bimire Dewleta Tirk a Faşîst!
Ji Gelê Kurdistanê yê Nîştîmanperwer û Raya Giştî ya Şoreşger ên Cîhanê re!

Di dîroka her gelî de, bûyerên weha girîng hene ku ew çarenûsa gel diguhêrin. Wek şoreşa burjûvazî ya Fransa­yê, şoreşa Bolşevîk a Rûs û şoreşa Îslamî… Ev bûyerên weha mezin û girîng her çiqas li dîroka neteweyek bando­reke mezin dikin, lê bi wê re, rê li pêş hemû dîroka miro­vatiyê jî vedikin û bandoreke xwe yê xurt li seranserê cî­hanê jî dikin. Dîsa di dîroka her gelê de, pêşewayên weha derketine ku mor û demxa xwe li dîrokê dane. Navê xwe li dîrokê kola ne. Îskenderê Mezin, Lenîn, Mao û Muha­med ji wan çend in… Ew bi pratîka xwe, him ji bo gelê xwe û him jî, ji bo dîroka mirovahiyê, di prosesên girîng de rolên xwe yên pêşewatiyê lîstine.Îro dema em li dîroka Kurdistanê dinihêrin, dîrok ji bo Kurd her dem berovajî hatiye nivîsîn. Dîroka Kurd dîroka berbijêr çûndinê ye. Mirovê Kurd ku dema civatên komunal ya serateyî û dema koletiyê di qada dîrokê de rewşeke girîng de bûn û di nava gelan de xwedî bandor bûn, piştî kete bin desthilatdariya Persan azadiya xwe wenda kir û careke din nikaribûye vîna xwe ji destê desthilatdaran azad bike. Gelê Kurd bi hezar salan di bin desthilatiya neteweyên cûr be cûr de jiyaye û Kurdistan di navbera netewên cuda de bûye qada şer. Her gel dema li gorî rewşa xwe pêşveçûneke dîrokî jiya, gelê Kurd pir li paş, li dû dîrokê meşiya, pêşkeftina civakî di rewşeke kevnare de ma ye. Ji bo welatê xwe gelek caran rabûye ser piyan, lêbelê hem ji bo serokatiyeke ku vê yekê bi ser bixe tunebûye û hem jî îxanet û bêrêxistinî ev serhildanan vala derxistiye. Di dîroka nêz de têkçûna serhildana Şêx Seîd û Dêrsimê mînakên herî berbiçav in. Gelê me ne tenê welatê xwe, ew hemû hîsên xwe yên netewî, ziman, dil û mêjiyê xwe bi destê dijmin ve berda. Siyaseta desthilatdaran ya « parveke, parçeke, birêvebibe » bi awayek kerihî bi şerê taybet re li dijî gelê me hate bikaranîn, ber bi « mirina spî » ya ji holê rabûna netewî lê hate ferz kirin. Îxanet û berxwedan her dem di nav hev de jiyane, îxaneta navxweyî her dem li ber berxwedanê bûye kelem ve gelek caran jî gihîştiye encamê. Ev serbejêriya dîrokî, di 27 Mijdar 1978 an de bi îlankirina fermî ya PKK ê ve hatiye rawestîn. Kurdistan bê însan hatiye hîştin, bi hezaran însanên me di komkujiyan de hatine qetilkirin, her wiha ji hêlek ve cardin bi êrîşên kontra ya kujerên ne diyar însanên me ji holê dihatine rakirin û ji hêla din ve jî tirsa mirinê li ser însanên me yên din dihate hîştin. Însanên me ji êşkenceyên cûr be cûr derbas kirin, gelek kesên tenê ji bo lêpirsînê çûbûn cesedên wan ji wêder derketin û berdêlên gelek mezin hatine dayin.   Di roja me ya îro de ku şer gelek dijwartir bûye, partiya me PKK li hemberî êrîşên bi giştî yên dijmin, her roj di nav xwe de pêşkeftin, hêzbûn û berfirehbûnê diafirîne û hê bi bandor û bi bawerî derbe li dijmin dide, serkeftinê nêzîk dike. Îro li Kurdistanê artêşa me agir li dijmin dibarîne. Eni­ya me ERNK li her derê cîhanê heye û gelê me bi rêxistin dike. Li hember her cureyê polîtîka dijmin a şerê tay­betî, gelê me bûye yek vucud û têdikoşe. Her ku diçe gelê me bi hemû derfetên xwe ve dikeve nav têkoşînê û cîhê xwe digire. Bi dîyarkirina Parlamentoya Kurdistanê ya li Derveyî Welat û hevkariyên netewî re, gelê me her roj gav bi gav ber bi desthilatdariyê ve diçe. Em di vê tê­koşînê de nirx û berdêlên mezin û giran didin. Ji ber ku li hember me dijminekî xwînxwar û dijwar heye. Li gel û li pişt dijmin hêzên împeryalîst hene. Dîsa jî, em wek gel, cara yekem e ku di dîroka xwe de weha serbilind û serkef­tî ne. Nîştîmanperweriya me xurt bû, zanabûna me ya netewî zêde bû. Em ber bi azadiyê ve dimeşin. Azadî nêzîk e. Cara yekem e ku em hewqas serbilind û serfîraz in. Se­rê me ne berjêr e, ber bi jor û bilind e. Em bi awayekî dilşa êdî dikarin li rûyê mirovatiyê mêze bikin. Ji ber ku em ji bo azadiya xwe têdikoşin û şer dikin. Pêwîst e ku em li ser rêça berxwedana pêşewayên xwe yên wek Mazlûm, Xeyrî, Kemal, Ferhad, Bêrîvan, Berî­tan, Ronahî û hevalên xwe yên din bimeşin. Efsanewî, çelengî û lehengiyên wan ji dîrokê re bûn mal. Berxwedan û têkoşîna wan proseseke nû pêk anî û encamên berhe­mên wan gelek mezin û hêja ne. Divê em xwedî li vê rêç û mîrasa giranbiha derbikevin û heta dawiyê biparêzin. Li ser vî bingehî û bi vê armancê ez hezkirin, rêzgirtin û sadaqetiya xwe, ji PKK, Serok Apo, hemû şehîdên berxwedanê yên mezin, berxwedanvanên li girtîgeh û hevalên me yên ku li çiyê şerê azadiyê didin re nîşan didim, li ser welat ji gelê xwe re sond dixwim û peyman didim ku ez dê çalakiyeke întîharî pêk bînim. Bi vê çalakiyê, moral û hêza ku ji gel digirim, ezê êrîşî dijmin bikim. Ez dê hewil bidim ku bibim sembol û nîşana daxwaza gelê xwe ya ji bo azadîyê.

Ez diqîrim bila hemû cîhan bi vê yekê bihese û bibîhîse:

Êdî bibihîzin! Çavên xwe vekin!… Em zarokên neteweyeke weha ne ku nîştîmana me ji destê me hatiye girtin û dagîrkirin. Em li her çar aliyên cîhanê belav-welav bûne. Em êdî dixwazin li ser axa welatê xwe bi awayekî azad û serbixwe bijîn. Ev mafê me yê nexewî û mirovatiyê ye. Êdî divê xwîn, rondik (hêstir-fer­misk), koçbarî, zordarî û barbarî ne çarenûsiya gelê Kurd be! Yên ku pêwîstiya wan bi biratî, aştî, dilovanî, mirovahî û xweristiyê hene, em in. Hewcedariya me bi van tiştan hene û em evîndarê wan in. Em naxwazin bibin sedemê şer, mirin, kuştin û wêrankirinê. Lê, hezar mixabin ku ji bo bi destxistina azadiyê riyekê din jî, ji me re nehiştine. Tawanbarên vî şerê han hêzên împeryalîst û xulamên wan Komara Tirkiyê bi xwe ne. Bêdengmayîn tawanbariya herî mezin û giran e. Heger hûn bi çavên serê xwe vê xwîna herikî dibînin û li hember wê bêdeng dimînin, wê demê tawanbarê herî mezin hûn bi xwe ne.

Ez bang li hemû mirovahiyê dikim !

Heger hûn naxwazin vê tawanbariya mirovahiyê pêk bînin, mil bi milê gelê Kurdîstanê bidin, zinga ser mêjî û dilên xwe yên ku emperyalîzm ew pûç kirine pak bikin û guh bidin qêrîna azadiya gelekî. Di vê dengê de biratî heye, dilpakiya mirovahiyê heye, dostanî heye.

Gelê min ê welatparêz !

Ez dixwazim bi vê çalakiyê bibim zimanê dilên we. Em bi hezaran zarokên we li serê çiyayan ji bo pêşeroja we ya azad ne tenê carekê, hezar caran amade ne canê xwe feda bikin. Di van rojên ku şer gelek sor bûye de, divê êdî hûn jî helwest û rêzên xwe zelal bikin. Navê şerê em didin şerê gel e, wê demê em pêdiviyên şerê gel bi cîh bînin. Bîwêjek wiha heye « dara azadiyê bi xwîn û xwîdan tê avdan ». Divê hûn azadiya xwe erzan ji dest bernedin. Divê em baş fêm bikin ku welatê me gelek bi nirx e. Loma dijmin weqas bi îsrar e. Çima emê ne bi îsrar bin ? Ma ji bilî canê me çiyê me heye em wenda bikin ? Em bi rûmet mirinê, ji bêrûmet jiyanê re tercîh bikin. Li ser vê bingehê, we silav dikim û bawer im gelê me di vê dema niha de ku em gelek nêzî azadiyê bûne de jî dê weke berê xwedî li mîrata berxwedanê ya ku PKK dabû destpêkirin derkeve, heta niha çiqas bedel dabe jî amadeye weqas bedelên din jî bide û sibêroja xwe ya azad bi destê xwe ava bike, di nav civatên cîhanê de bi rûmetdarî cîhê xwe bigre.

Bila bimire Împeryalîzm, Kolonyalîzm û her cûre paşverûtî!

Bijî rastiya artêşbûna gelê me!

Bijî Serok APO!

Back to top button