ArşîvDaxuyanî

daxuyaniya Viyan Dexîl a reşkirin’ê û daxwaza destek kirina êrîşên dewleta Tirk a li ser tevgera azadiyê PKK Kongra Star bi daxuyaniyekê şermezar kir

îro bi armanca şermezarkirina  daxuyaniya Viyan Dexl Kongra Star daxuyaniyek da .

daxuyanî wiha bû ;

Wekî tê zanîn, DAÎŞ’ê di sala 2014’an de, êrîşekî tund û terorîstî birin Ser Şengalê û bi hezaran keçên Êzidî, dîl hatin girtin û bi sedan keç, xort, dayîk û bavên Êzidî hatin qetilkirin û birîndar bûn.  Heta niha jî keçên êzdî  di destê DAÎŞ’ê de  hene û wekî koleyan tên bikaranîn.   Zarokên wan revandin û di asîmlasyonekî bê hempa re derbas kirin.

DAÎŞ’ê bi rêya îdeolojiya  xwe ya îslama redîkal ve tirs kiribû dilê cîhanê. Wekî tê zanîn di nava çend rojan de Mûsil, Kerkûk û heta Bexdayê girtin.  Êdî vê rêxistina çete û terorîst berê xwe dabû Hewlerê. Ji bo gelên heremê, gelê Êzidî û mirovatî neye qetilkirin, cîhan ber bi serdemekî nû ya tarî ve neçe, PKK’ê li ser şengal, Başûr û Sûriye hemleyekî dîrokî kir. Li Koban û Şingalê serkeftineke dîrokî bi navê mirovatiyê  bi dest xistin.

Di vê oxirê de bi hezaran şervanên xwe berdêl dan, bi sedan kesên enternasyonal, ciwanên Kurd, Ereb, Ermen û Suryan, xwe feda kirin.

Ji bo keçeke Êzidî ji destê DAÎŞ’ a terorîst rizgar bikin, bi dehan însanan xwe feda kir. PKK’ê weke tevgereke mirovahî û partiyeke jinê ji bo rizgarkirina jinên Êzidî hebûn û tunebûna xwe danî holê. Bêguman ev erkekî tevgera azadiyê bû, lê belê nêzikbûnên îro wisa erzan tên kirin, em wekî tevgerekî jin a Kurd nikarin van nêzikbûnên erzan  û înkarker qebûl bikin. Ji ber ku em jî wekî Kongra Star parçeyekî vî şerî ne, ger ne ji şervanên azadiyê be, ne ji YPG û YPJ’ê jî be, dê me jî rewşa Şengalê jiyan bikira.

Ji ber vê yekê em wekî Kongra Star hem minetdariya xwe ji bo şervanên azadiyê tînin zimên, hem jî axaftinên Viyan Daxîl a cihê mixabiniyê ne, bi tundî şermezar dikin.
Em wekî Kongra Star dibêjin; “ ger jinek  a xwedî rûmet be, piştgiriya dijminê mirovahiyê Erdogan nake.”

Viyan Dexîl  yek ji wan kesan e ku ji aliyê şervanên azadiyê ve hatiye rizgarkirin û bi xwe jî dizane ku yê pêşengtiya DAÎŞ’ê dike, Erdoxan e, Erdoxan li her çar parçeyê Kurdistanê dijminatiya Kurdan dike û piştgiriya DAÎŞ’ê dike.

Kesa ku îro piştgiriya dijmin dike û êrîşên wan ên li ser Şervanên azadiyê û Bakûr û Rojhilatê Sûrî rewa dibîne, mirovekî em goman dikin ku ji aliyê Erdoxan ve hatiye kirîn, û ew nikare temsîla jinên êzîdî bike , ango mirovekî xwe radest kiriy e û em wê tu carî wekî parlementer, an jî jineke birûmet qebal nakin. Ji ber ku çi mirovekî xwedî rûmet be, mirovên welatparêz, destekê nade kiryarên dewleta Tirk ê ku piştgiriya terora DAÎŞ’ê dike û li dijî nirxên mirovahiyê dike.

Em weke meclisa Kongra Star ku bû xwedî ked,tekoșîn û berxwedanî heta gelek êș û azarên mezin kișandin di 10 saliyên șoreșê de,em xwedî li hêzên xweyî parastinê derdikevin û helwestên xwe li beranberî tevahî êrîș ,proveqasyon û daxuyaniyên reșkirinê diyar dikin ku emê bi girêdana xwe a bê dawî ji keda ku tevgera me û Rêbertiya me jibo azadiya gelan raber kiriye ticaran nehêlin ev komplo bi ser bikevin .

Bijî jina azad.

Bjî berxwedana gerîlla.

Jin jiyan azadî.

Meclisa Kongra Star.

4.7.2022

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27