Arşîvwêje

HEVAL DÎTIN, BÛBÛ HESRET!

Di sala 1998’an de em li dilê welatê xwe, li çiyayên paytexta Kurdistanê, li Amedê herêma Dorşînê bûn. Dorşîn ku di navbera herêma Qulp û Mûşê de ye, dikeve milê Bakûrê Rojavayê Amedê. Amed ku xwedî erdnîgariyeke fireh û heft herêmên girîng e, Dorşîn cihekî xwe yê taybet di wê erdîgariyê de û di nava wan heft herêman de digire.

Xwezaya Dorşînê bi dewlemendiyên xwe bi nav û deng e. Şînahiya Dorşînê, bi gelek rengên fêkî di biharê de berhem dide. Ji xwe ger em li nava Dorşînê hûr bibin, em digihîjin encama ku herêma navê xwe ji xwezaya xwe girtiye; Dorşîn! Wate çiyayê ku dora wê şîn e! Biharan darên mîna mazî, berû, hirmî, mêw, guz û hwd. şêniyên cuda, xwezaya Dorşînê dixemilînin. Li kêleka wê şînahiya dorşînê, gelek girên rût û bilind jî hene. Her wiha Dorşîn xwedî geliyên wisa kûr in ku ji asîmanan pê ve tu tiş jê xuya nakin! Jixwe deşt bi saetan dûrî Dorşînê ye. Deşta herî nêzîkê Dorşînê, deşta Qulpê ye.

Xwezaya Dorşînê ku xwedî girên bilind û daristanên fireh û asê ne, ji bo şerê gerîla deverekî pir guncaw e. Bi rojan mirov dikare di nava daristanên Dorşînê de xwe biparêze û şer bike.

Di zivîstana 1998an de, me li geliyekî jêrî çiyayê Dorşînê, li devera ku jê re tê gotin Eskar, şûna mayina xwe çê kir. Ew dever ji bona mayîna me ya zivistanê pir guncaw bû. Jixwe me di hêla xwardemenî û teqemeniyê de jî amadekiriyên xwe bi dawî kirbn. Ew dever ku ji bo mayina bestaya me dihat amadekirin, bi hatina hevalên Garzanê re hîn firehtir bû. Hevalên Garzanê ku wê ew zivistan li ba me derbas bikirana, bi hatina wan hêjmara me bû 180 heval, jixwe dema hêjmara nû ya hevalan hate wir, me li nêzî çemê ku li jêrî me diherikî, li ser çemê Qulpê şûnekî nû çêkir. Şûna mayîna 180 hevalan di wê zivistanê de bi lez hate çêkirin û bi şêweya du kampan em bi cih bûn.

Ji her hêlî ve me parastin û nobedarî dikir. Jixwe girê ku li pişta kampên me bûn, tim ji hêla hevalan ve girtî bûn. Zivistan her ku diçû bi serma, mij û bahoza xwe ya zêde ve dihat. Piştî demekî berfa yakê a wê zivistanê destpêkir. Di wan rajên sar û serma de, şervanekî ku nû tevlî gerîla bûû, xwe dabû destê dijmin û şûna mayîna me aşkere kiribû. Piştî reva wî bi rojekî, dijmîn dest bi operasyonê kir.

Roja ku ew kes reviya, me zanîibû ku wê dijmin were ser me. Ji ber vê yekê, me xwe di şûnên jêr erdê de veşart. Êvarê, dema me xwe ji hatina dijmin re amade kiribû, dengê kobrayan hat. Piştî demekî ji gira li ser serê me ve, bê ku êrîş bike, vegeriya şûna jê hatî. Nêzî du-sê saetan me xwe di şûnên bin erdê veşart. Piştî ku me zanibû ku kobra ji bona kifşê hatibûn jî, em saet nehê şevê vegeriyan kampa xwe. Em bi hişyarî tevdigeriyan. Ji ber ku me dizanibû dê vegerin. Tevî vê yekê jî  me xwe di her hêlî de, ji bo êrîşekî muhtemel, amade kiribû. Heya êvarê tû deng ji dijmin nehat. Hîna cîhan baş tarî nebûbû, êrîşa hewayî, ji hêla kobrayên dijmin ve destpêkir. Destpêkê li kampa hevalên ku ji Garzanê hetibûn xistin. Tiştê qenc, windayiyên me çênebûn. Jixwe devera ku em lê diman pir asê bû, xwedî şikeft û latên bilind û zexm bûn. Me tevan heyanî vekişîna kobrayan jî xwe li wan deran veşart. Windayiyên me çênebûn, lê kampa me hinekî xisar dîtibû. Ji ber bombarana kobrayan mangên me hinekî xira bûbûn.

Me êdî fêm kir ku dê oparasiyon destpêbike. Lê me qet bawer nedikir ku di werzê zivistanê de, bi taybet di wan rojan de, peyade werin ser me. Lê roja din bi sedan leşkerên ku heya niha jî ez hêjmara wan nizanim, li jêrî me, li ser rêya Qulpê xwe amade kiribûn. Ne tenê leşker, bi dehan tank jî li ser rê bi cih bûbûn û ketibûn rêzê. Gava me vê yekê dît, dîsa me xwe da milê pişt qampê, nava şekeft û latên bilind. Me sengerên xwe li gorî êrîşan amadê kiribû û xwe di sengeran de amade kiribû. Jixwe ew çend roj bûn ku me di hêla leşkerî û psîkolojîk de xwe amade kiribû. Hevalên ku girê li hemberî me digirtin wê rojê hevalên xort bûn. Her pênc hevalên li gir jî xwe amadê kiribûn û nobedarên xwe bi rêzê derdixistin.

Heya nêzî saet heştên sibehê jî tû liv û tevgera dijmin ne diyar bû. Lê di saet heştan de, piştî ku çend hevalên me yên ku berî wê bi rojekî çûbûn peywirekî vegeriyan, dijmin li ser şopa wan, di wê berf û bahoza zêde de, berê xwe dabû kampa me. Gava heval ji peywirê gihiştin kampê, me dest bi amadekirina xwarina wan kir. Hîn ew heval şil li ber agir bûn, wate piştî de saetan hevalan fermana sengergirtinê da: “Her kes cihê xwe bigire, dijmin kete kampê!”

Wê çaxê dijmin pir nêzî me bûbû. Tim bi helîkopteran dihatin û diçûn. Lê ev car, ji bo ku em pê nehesin, bi piyan hatibûn heya şûna em lê diman. Ne tenê ji hêlekî ve, ji du-sê hêlan ve dor li me girtibûn. Çiyayê Dorşînê ku bilindahiya wî bi saetan meş e, ew jî ji hêla dijmin ve, bi rêya helîkopteran ji aliyê leşkeran ve hatibû girtin. Ew çiya mîna piştekî bû ji bo me, lê ew jî bêyî ku haya me je çêbe, ji hêla dijmin ve hate girtin. Tenê devera ku dijmin negirtibû, şûna girê ku heval lê diman bû, ew der jî hatibû dîtin û aşkere bûbû.

Di wê roja berf û bahoz de, hatina dijmin bi hêzekî wîsa zêde, bêguman em dixistin tengaviyeke mezin. Ji bo rêgirtina hêza leşkerên ku ji paş me de dihatin, desteyekî me li pêş wan sekinî. Jixwe pevçûna yekem şekem li wir destpêkir. Dengê çekên dijmin û yên hevalan nîşana destpêkirina şer bû. Hevalên ku şer dikirin, piştî kûrtedemekî bi bêsîmê xeber dan ku hêjmarekî zêde leşkerên Tirk hatin kuştin. Zêde navber neketê, me dît ku kobra jî hatin. Leşkerên ku ji helîkopterê daketin, li nêzî şûna hevalên ku girê me digirtin bi cih bûn. Wan baş dizanibû ku hêjmara hevalan li wir kêm e û ger wî girî bigirin dê avantaja wan yê şer hîn zêdetir bibe. Ji ber vê yekê bi giranî şer li wir dihat kirin.

Her çendî hevalên li gir bi bîsfîng û BKCyan êrîşî kobrayan dikir ji bo ku leşker danekevin jî, bê feyde bû. Şeş kobrayan bi hev re leşker dadixist û êrîş dikir. Êdî her dever bi leşkeran hate dagirtin. Hêjmara me ya herî zêde ji bona ku xwe ji êrîşên kobrayan biparêze bi senger bûbûn. Ji wan hevalan ên şehîd û birîndar çêbûn. Di wê navberê de hevalê Xebat ku rêveberê me bû, bi hevalên ku li gir di nava şer de bûn re bi bêsîmê kete pêwendiyê: “Heval hûn çiqas dikarin li ber xwe bidin?”

Dengê hevalên ku li gir diman her ku diçû kêmtir dibû.

“Heval, dijmin bi tevahî hovîtiya xwe bi ser me de tê!”

Çend caran hevalê Xebat ji wan xwest ku li ber xwe bidin, lê piştî demekî kûrt, serleşkerê hevalên me yên li gir pêwendi çêkir û wekî ku wesiyetê xwe dikir dipeyivî: “Heval bi tenê ez mam e, dijmin jî pir zêde nêzî me dibe! Niha dem baş, serkeftin!” Dengê wan hevalan nebihist. Dijmin ji hêlekî ve bi kobrayan êrîşî wan hevalan dikir, ji hêla din ve jî leşkerên ku bi piyan êrîş dikirin gir digirtin! Cara dawî gava kobra li şûna hevalan daket, me fêm kir ku êdî gir kete destê dijmin.

Berxwedana ku her pênc hevalan kir ji hêla peroşmendî ve bandorekî pir mezin li ser me çêkir. Ji hêla din ve şehadeta pênc hevalan bi hev re û li heman girî bandoreke pir mezin li ser me hişt. Xemgîniya her hevalekî dibû hêrsek li dijî weheta dijmin. Bandora şehadeta pênc hevalan, di rûyê me tevan de diyar dibû.

Piştî ku gir kete destê dijmin, me me xwe ji bo ji derketina çemberê re amade kir. Lê çember li me pir teng dikirin û bi kobra û balefiran êrîş dianîn ser me. Ji hêlekî ve şehadeta pênc hevalan, ji hêla din ve êrîşa dijmin a dijwar hişt ku em bi tevahî hêrsa xwe êrîş bikin. Ji bo bersivdayîna êrîşa kobrayan me tevan xwe bi şêweyê kevanekî bi cih kir û me bi şêweyê çep-rast bi hev re kobra da ber gulleyan. Vê êrîşa me hişt ku kobra zû bi şûn ve vegere. Me di rêya bêsîme re gohdarî kir ku leşkerên dijmin ferman didin ku kobra êrîşê bidomînin, lê bersiva kobrayê pir balkêş bû: “Bi tevahî çekên xwe êrîş dikin!”

Lê piştî kêliyekî me dît ku car din kobra hat. Ev car du heval, yek stî, yê din jî xort B.7 girtin û hinekî berdan kobrayê, lê bê encam ma. Piştre jî, ji rêveberiya me fermana ku tevahî heval bi çekên destên xwe êrîş bikin da: “Bila her kes bi B.7, qernas û BKCyên xwe êrîşî Kobrayê bike!”

Vê carê tevahî hevalan bi hev re û bi bisporî kobra dane ber gulleyan. Di encam de, me keys ji kobrayê re xweş kir û birîndar kir. Lê ew kobra ne li ba me, li deşta Qulpê ket, piştî çûyîna wê kobrayê, yekê din êrîş domand. Lê taktika ku me li dijî a berî wê bi kar anîbû, me li hember wê ji bi kar anî û me çep-rast gulebaran kir. Ew jî mîna a berî wê piştî ku derbe xwar, çû li deşta Qulpê ket. Ketina herdu kobrayan bêguman ji hêlekî ve em pir keyf xweş kirin, ji hêla din ve êrîşa dijmin zêdetir kir. Di heman demî de ketina herdu Kobrayan tirsekî mezin xiste dilê dijmin.

Tevî ku me li ber xwe dida jî, pêwîst bû ku em ji wî geliyê derkevin. Şûna mayîna me ku diket pişta Qulpê û tev di nava operasiyonê de mabû, pêwîst bû ku were berdan. Pêwîst bû ku em biçin deverekî ku ji şûna me dûr û nêzî hevalên herêmên nêzî me. Devera ku hatibû nîşankirin, di navbera Qulp û Licê de bû. Derbasbûna wê deverê, ji bo me avantajekî mezin bû, ji ber ku em nêzî herêmên din dibûn. Ger metirsiyek biqeme jî meyê xwe di gelek hêlan de bikişanda.

Wê rojê heya êvarî me şer kir. Lê ji hêla din ve me xwe ji bo çûyînê jî amade dikir. Leşkerên dijmin jî ber bi êvarê ve hinekî ji êrîşkirinê derbasî ciggirtinê bûn. Her çendî car caran şer radiwestiya jî, êrîşa balefiran her didomiya. Gava cîhan ber bi êvarê ve diçû, leşkeran êrîşên xwe kêm dikir. Ji ber ku leşkerên dijmin bi şev zêde ne diwêriyan xwe ber bi şûna mayîna gerîla ve bidin. Di nava şer de hevalên me nan çêkir û li ser hevalan belav kir. Tiştê baş ew bû ku devera mayîna me pir asê bû û vê yekê dihişt ku keysa dijmin li me newe. Hatina şevê ji bo me pir bi wate bû. Şev ji bo gerîla dema gelek tiştan e? Gerîla di şevê de, li ser her tiştî zal e. Jixwe tevger û xebata herî zêde a gerîla di şevan de, gava cîhan tarî dibe tê kirin. Wê rojê jî hatina şevê ji bo me dihat wateya dest bi tevgerê kirinê. Dihat wateya ku êdî avantajê tevgerê di destê gerîla de ye.

Bi şev gava her dever di nava bêdengiyê de bû, me her kesî nanê xwe girt, teqemeniyên xwe baş amade kir û hêdî hêdî me dest bi meşê kir. Tiştê qenc ew bû ku berî cîhan bibe şev, hewa vebûbû û roj derketibû. Tevî ku berf pir bariyabû û cîhan sar bû jî, vebûna hewayê ji bo meşa me alîkariyeke mezin dida leza me. Piştî ku amadekariyê meşê tev de bi dawî bûn, me bê deng di bin ronahiya heyva ku ev demek bû di bin ewran de dima de dest bi meşê kir. Pêşî dijmin bi me nehesiya, lê piştî demekî me di rêya bêsîmê re dengê dijmin girt. Me êdî dizanibû ku dijmin bi me xeberdar bûye û hêjmara me jî ji meşê fêr bûye.

Dema ku dengê dijmin hat bihistin, ji rêveberya me ferman hat ku em meşa xwe lez bikin, berî ku dijmin bigihîjê me. Li pêşiya me boxazek hebû, pêwîstbû em bigihîjin wê derê, berî ku dijmin wir jî bigire. Mixabin tevî ku me lez kir jî û em zû gihiştin jî ne mîna ku em fikirîbûn pêk hat! Berî em bigihîjin boxazê, dijmin li wir cerdevanan bi cih kiribû. Jixwe ji roja yekem ve cerdevanên Qulpê pêşengiya operosyonê dikin. Dema me ev yek dît, bêyî ku tu şer biqewime me dixwest em wê boxazê derbas bikin. Ji bo vê yekê hevalan got: “emê pir bi dizî derbas bibin. Pêwîste em çemberê bê şer derbas bikin.” Leza ku me di wê kêliyê de kir, tim li bîramin e, me bi tevahî hêza xwe lez kir. Bêyî ku tu bûyer biqewimin me çembera dijmîn derbas kir.

Tevî ku metirsiya di ketina çembera dijmin de derbas bûbû jî, pêwîst bû em zû ji wir dûr biketana. Şûna ku emê çûbûnayê dikete milê Rojhilatê herêma Licê. Ew dever di nava gerîla de bi nave “Şehîd Kendal” dihate nasîn. Wê çaxê li Şehîd Kendal heval diman. Gihiştina me ya wir dihate wateya ji operosiyonê dûrketineke pir zêde. Piştî ku em ji çemberê xilas bûn jî em ranewestiyan û me meşa xwe domand. Devera ku em tê re derbas dibûn û diçûn gundekî ku hîn nehatibû valakirin, lê xelkê gund him bi dijmin re dixebitî û him jî pêdiviyên me pêşwazî dikirin. Ji ber vê yekê me nikaribû ji wana bawer bikira. Gund bi nave “Çiyakis” dihat nasîn. Li wir du gund bi heman navî dihatin nasîn, lê ji yekî re “Çiyakis a Nû,” ji a din re jî “a Kevin” dihat gotin. Ya nû li ser rê, ya kevin jî di dolê de bû. Gava em derbasî nava gund bûn, me dengê cerdevanên ku li pey me dihatin di bêsîmê de bihîst. Wan xeber dida dijmin ku em li wan deveran in. Ji ber vê yekê me xelkê gund tev rehîn girt. Me tev hişyar kirin ku xeberê nedin dijmin ji bo hatina me ya nava gund.

Lê ji ber ku çete li dû şopa me dihatin ji gundiyan re ferman dan ku dewarên xwe bibin û em li ser rêya ku em tê re hatine bigerînin. Bi vê yekê re me şopa piyên xwe winda kir. Lê cerdevanan dizanibû ku em derbasî nava gund bûne, lê nizanibûn ku em li kîjan milê gund dimînin. Me qet tevger nekir di nava gun de. Jixwe wê çaxê ji gund derketin, dihat wateya tunebûne. Derdor tev bi leşker û cerdevanan digirtî bû. Me mayîna di gund de tiştê herî guncaw dît. Ger êrîşek çêbe jî, me her tişt dabû ber çavên xwe û bi giyangorî me xwe amade kiribû. Emê di gund de mabana, plana me jî ev bû; gava leşker û cerdevan hatin emê ji navberekî kûrt êrîşî wan bikin. Wate heya nêzî me nebana meyê êrîşî wana nekira. Bi vî şêweyî wê pir windayên wan çêbûbana.

Ji xwe ger rêya çunê hebûya jî, emê ji gund derneketana ji ber ku ev çend roj bûn ku em di nava şer de bûn. Bi şev û roj em di nava şer de bûn û westa wan rojên şer û meşa dirêj bandora xwe li ser fizîka tevahî hevalan kiribû, hinekî bêhnvedan pêwîst bû ji bo ku zû bigihiştina Şehîd Kendal. Di wan rewşan de ku gerîla pir tengav dibe, dijmin zêde cesareta êrîşkirinê nabîne. Ew baş dizane ku di dever û rewşên wisa de gerîla her tîştî dide ber çavên xwe û bi cangorî şer û êrîş dike. Ji ber vê çendê her çendî leşker û cerdevan nêzî me bûn jî, êrîş nekirin. Ji hêla din ve mayîna di gund de ku xelkê wê tev di bin bandora me de bûn, rê li êrîşa wan digirt. Di heman demî de, me car caran bêsîma dijmin gohdarî dikir. Ji gotina wan diyar dibû ku ew jî di wan rojan de pir westiyane, ji ber vê yekê vekişînê dixwestin.

Wê rojê li ser daxwaza serleşekerên oparasyonê, leşkerên dijmin bi şûn ve kişiyan. Me pêşî bawer nekir û me got ku dixwazin me bixapînin û di deverekî din re êrîş bikin. Lê bi rastî jî leşker bi şûn ve kişiyan. Heyanî me baş ew dever kifş nekir û ji çûna leşkeran bawer nekir, me sekina xwe ya di gund de neguhert. Tevî ku ev çend roj bûn me ne baş xwarin xwaribû, ne baş xew kiribû û ne jî bêhna xwe vedabû, her hevalî çeka xwe ji destê xwe danetanî û di wê sermayê de bi hişyarî tevgera dijmin dişopnad.

Piştî ku xebera vekişîna operasiyonê misoger bû, em tev di hêla psîkolojî de rehet bûn. Heyanî êvarê me li gund bêhna xwe veda, xwarina xwe xwar, xwardemaniya xwe amade kir û me ji bona meşê xwe amade kir. Ber ve êvarê me dest bi meşê kir. Nêzî çilûpenc deqan em meşiyan û em gihiştin gundê bi navê “Kuyê.” Kuyê wê çaxê ji ber ku gunde cerdevanan bû, ji hêla hevalan ve êrîş li ser hatibûn kirin û çaxê em çûne gund wê çaxê kes tê de nebû. Gundê Kuyê bi xweşbûna xwe û cihê xwe wekî gundê herî xweş yê Amedê tê nasîn. Gund di berpala Çiyayê Dorşîne de hatiye avakirin. Ji ber ku wê çaxê berf pir bariyabû û em westiyayî bûn, hevalan biryar da heya ku berf dihele emê li gundê Kuyê bimana. Piştre meyê şûna mayîna xwe biguherta û emê derbasî Deşta Licê, herêma Şêhîd Kendal bûbana.

Me xwe li gund bi çih kir. Di her hêlî de pêdiviyên xwardemenî û teqemeniyê jî hatine amadekirin. Bi qasî du hefteyan em li gunde Kuyê man, bêyî ku dijmin bi ser me de were. Gava du hefte bi bêdengî û şer derbas bûn, me xwe li ser fermana rêveberiyê ji bo dîtina perwerdê amade kir. Tê zanin ku zivistan ji bo gerîla di hêlekî de werzê bêhnvedanê ye, ji hêla din ve jî yê dîtina perwerdê ye. Di zivistanê de ji ber sedeme rewşa hewayê em zêde nagerin. Perwerda ku em dibînin zêdetirî xwe li ser nêrîn û nirxandinên Serokatiya Partiyê ne, her wiha li ser xebata xwe ya biharê jî em difikirin û rexnedayîna xwe didin. Me di zivistanê de li ser bingeha nêrînên Serokatiya Partiyê xebata biharê dinirxand, kêmasiyên wê didît û di dawî de bernama bihara li pêş me dihate amadekirin, zivistana ‘98an me dixwest ku li gundê Kuyê bi perwerde were derbaskirin.

Dijmin wisa dizanîibû ku em li wan deran nesekinîne. Lê ji ber ku şûna me (Gunde Kuyê) li hemberî rê bû û qerekola dijmin jî nêzîk bû, şûna me ferq kiribûn. Wan pêşî êrîş nekir. Tiştê dixwestin ew bû ku bi dizî tevbigerin, lê me dikaribû xwe ji ber wan veşêrin. Ji ber ku gund pir aşkere bû. Agirekî piçûk jî bihata pêxistin ji gelek hêlan ve dihate dîtin. Lê li hember êrîşekî me gelek pêşgirî girtibûn; ji du hêlan ve hevalan dora me digirt, ji du hêlan ve jî me hevalên kifşdar derdixist.

Lê piştî du hefteyan, rojekî dijmin bi dizî, bêyî ku ji hêla hevalan ve were dîtin hatin nêzî gund. Piştî ku di navbera me û dijmin de deh deqe meş dimîne, heval dibînin û ji nişkê ve diqîrin: “Heval dijmin dora me girt!”

Bi vê gotinê re em tev de ji nişkê ve rabûn û me bi lez çekên xwe hilgirt. Rewş ewqasî xeter bûbû ku gelek hevalan teqemeniya xwe li şûna xwe hişt. Jixwe pêdiviyên me tev de li cî man. Hîna dijmin neketibû nava gund em derketin û hêdî hêdî ji gund dûr ketin. Li pişta gund geliyekî gelek kûr hebû, emê di wê derê re biçûna. Lê ji bona ku windayî zêde çênebin, desteyek ji hevalan di gund de man û pêş de hatina dijmin asteng kirin. Lê hevalên me yên ku li gir negihiştin me. Gava dijmin kete nava gund, girê wan hevalan kete milê din yê dijmin, wate dijmin di navbera me û wan de bû. Her pênc hevalên ku du stî û sê xort bûn xwe li nava darên gir veşartin. Me jî pir lez dikir ji bona ku em ji wir dûr bikevin.

Piştî navberekî kin dengê B.7 û qlêşan hat. Me ji deng dizanibû ku hevalên me yên ku di gund de mane ketin şer. Lê piştî demekî ew heval hatin û gotin: “Dijmin li gund geriya û me bi hev re êrîş kir. hêjmarek zêde hatin kuştin, lê me hêjmar baş negirt. Niha helîkopter xwestin ji bona rakirina birîndaran.

Dola ku em tê re derbas dibûn ewçend kûr û sar e ku hîn berfa berî çend salan lê heye û bûye mîna çiyan. Berfa di wê dolê de ji ber ku tu caran rojê nabîne, qet nahele û bi çiyan re bûye parçeyek, jixwe li kêleka wê berfê sermayeke wisa hebû ku mirov nikaribû xwe li ber bigire. Tevî vê yekê jî me di nava avê re meşa xwe domand.

Wê çaxê ji pela kekifdaran du kes reviyabûn û xwe dabûn destê dijmin. Wan herdu kesan şûna xwardemeniya me a bin erdê tev de ji dijmin re gotibû. Jixwe hevalên me yên li gir jî çûbûn şûna xwardemeniyê ji bo ku piştî paş de kişîna dijmin, ji me re pêdiviyên xwarinê bînin.  Mixabin dema ew heval li wir in leşker bi rêberiya herdu kesên reviyayî tên û tevahî xwardemeniya me derdixin û dirijînin ser berfê. Gelekî jî li derdor direşînin ji bo ku komkirina wan zehmet bibe.

Em demekî di dolê de meşiyan. Pêwîstbû ku em xwe bidin milekî ku berf lê heliyabe û reş bûbe. Ji bona ku kobra cihê me nebînin ev yek pêwîst bû. Piştî ku em demekî din jî meşiyan, em gihiştin gundekî pir kevin. Li gorî peyvên gundiyan ku me piştre bihîst, ev gund gundê Kurd û Ermeniyên ku di dema komkujiyê de ji ber dagirkerî û hovîtiya Tirkan reviyan bûn e. Di gund de aşekî mezin hatibû avakirin. Di wê dola kûr de tu kesî ji avakirina gundekî wisa bawer nedikir. Lê neçariyê hiştibû ku Kurd xwe li wan deveran bigrin. Piştî demekî dirêj em jî neçar dibûn ku xwe bidin milê wî gundî. Kesên ku gund ava kiribûn û em jî tev de ji ber hovîtiya Tirkan dihatin vê dolê.

Bi gihîştina gund re hêjmarek heval li cem aşê sekinîn, hijmara mayî jî xwe da milekî ku rojê dabûyê û berfê helandibû. Jixwe berî wê çaxê bi çend rojan pênc hevalên nû tevlî partiyê bûbûn û li ba me diman. Gava em hatin wê dolê jî hîna kincên wan yên malê li wan bûn. Ji ber ku her yekî kincê bi rengekî li xwe kirbû û pir diyar bûn, hevalan ji nava me hevalekî kevin derxist û bi wan hevalan re rêkirin deverekî jor ku teht lê hebûn; ji bona ku tiştek bi wana newe. Jixwe şûna ku ew çûnê diket pişt me, ger şerek çêbûya wê wana xwe xilas bikira. Mixabin hîna şer dest pê nekirbû, tangan ji jor ve şûna wan hevalan ditîbû û li wan xistibû. Tenê ji nava wan hevalek birîndar dimîne, yên din şehîd ketin.

Ji ber ku di wê dolê de tenê milekî rojê dabûyê û berfa lê heliyabû, dijmin dizanibû ku em li wir bi cih bûne. Ew dever her çend zêde fireh bû jî, ji sed hevalan zêdetir xwe li wir veşartibûn. Piştî demekî kûrt kobrayan dest bi êrîşê kir. Hevalan ferman da ku her kes xwe li şûna xwe dirêj bike û bê tevger bisekine. Ger kobrayê lê xist jî bila kes ranebe!”

Di nava wê hêza gerîla de, desteyek jê stî bû. Desteya me (a hevalên stî) li jêra şûna ku hevalên nû lê şehîd ketibûn bi cih bû. Piştî demekî me dît ku leşkerên dijmin ji jor ve wê derê girt. Wê çaxê me hîn baştir zanibû ku hevalên nû tev şehîd ketine. Dema dijmin wê derê girt, hevalan got bi lez win jî dakevin, berî ku leşker bêne ser we. Dema me xwest dakevin, kobra hate ser serê me, wê çaxê em şipiyabûn, hevalan got bi lez dakevin. Ji ber ku ez û hevalêkî din nexweş ketibûn, hevalan pêşî em rêkirin. Lê hîna em negihiştibûn kobrayê dest bi gulebaranê kir. Dikarim bêjim ku min wê çaxê xatirê xwe ji jiyanê dixwest. Min qet bawer nekir ku ezê bigihîjim deverekî bi ewle. Jixwe devera ku ez lê sekinîm pir şemetokbû û tenê tehtekî mezin hebû ku min xwe di piştê de veşartibû. Tîştê baş ew bû ku kobra lê dixist û piştre vegeriya ji bo ku keysa xwe xweş bike. Di navbera ku kobrayê keys xweş dikir de, mirov dikaribû bireve û li şûnekî din xwe bi cih bike.

Hîn ez li wir bûm min dît ku hevalê Şoreş jî hat. Jixwe navbera min, hevala min a nexweş û hevalê Şoreş de navberekî zêde fireh nebû. Dema ku hevalê Şoreş nêzî min bû min jê re got; hevalê Şoreş, li cihê xwe bisekine û nêzî cihê min nebe. Kobrayê cihê min nas kiriye, ger tu werî dibe ku em bi hev re şehîd bikevin. Newî baştir e!

Jixwe min hêvî hêdî hêdî ji jiyanê birîbû. Min nedixwest ku ez bibim sedema şehadeta hevalekî din. Lê hevalê Şoreş gava ji jor ve xwe avêt, di nava berfê de çû xwar. Êdî min ew nedît. Tiştê ku ez jê ditirsiyam jî ew bû ku ew heval şehîd ketibe. Heya ez li wir bûm jî ew derneket. Jixwe piştî ku ez ji wir çûm ew heval heya êvarê di nava berfê de ma. Tiştê baş rojê dida wê deverê. Hinekî cîhan germ bû, ji ber vê yekê jî wî hevalî dikaribû xwe di nava berfê de bigire. Mayîna wî a di nava berfê de wî ji ber êrîşên kobrayê parastibû.

Hîna ez li cihê xwe bûm, min dît ku kobra ber bi cihê min ve hat. Li ber piyê min kevirek hebû, di cih de min serê xwe da ber kevir, herdu destên xwe danîn ser serê xwe û dirêşkirî mam. Ji nişkê ve min dengê du rokêtan bihîst. Herdu jî li nêzî min ketin. Bi teqîna herdu rokêtan re, ez ji cihê xwe hatim hildan û li erdê ketim, ji dengê wê ez bîst deqan li erdê mam û min qet nikaribû xwe bilivanda. Piştî ku ez hinekî bi ser xwe ve hatim, min xwest ku bidim xwe û bimeşim. Lê ji nişkê ve min di lingê xwe de şewat û germbûnek pir dijwar hîs kir. Heya wê rojê jî di nava partiyê de ez tu carî birîndan nebûbûm. Ji ber vê yekê min zû ferq nekir ku ez birîndar bûme. Lê di wê sermayê de germbûna piyê min ez dixistim nava fikaran. Wê kêliyê wext nebû ku ez binihêrim ka çi bûye. Jixwe gêjbûna li ser min hişt ku tevahî hevalên stî yên desteya me, bi taybetî fermandara desteyê qîr bidin: “Hevala Aryen!… Hevala Aryen çi bû?” Gava min serê xwe rakir û hevalan dît, min got; Tişt nebû!

Tevî min got tiştek nebûye jî, lê ez behitî û di rewşa ecêbmayînê de bûm. Fermandara me ji rûye min nerehetbûna min dixwend. Ji ber vê yekê bangî min kir û got: “Qet xwe nelivîne, li cihê xwe be!”

Min wekî ku wê got nekir û du caran ji bona rabûnê hewl da ku bimeşim. Lê herdu caran jî ez nikaribûm bimeşiyama û diketim. Min ji xwe re digot; madem ezê bimirim bila ne dirêjkirî be. Min digot; belkî ez bimeşim û xwe xilas bikim. Lê hewildanên min bê encam diman. Fermandara me car din bang kir û got: “Li canê xwe binihêre ka tu ji ku birîndar bûyî.”

Dema min li piyê xwe nihêrt, min dît ku şalê min kun bûye û xwîn ji lingê min tê. Wê çaxê min zanibû ku çima lingê min wisa germ bûye û min fêm kir ku gava roket li cem min ket birîndar bûme. Dîtina birînê bandorekî mezin li ser min çêkir. Heya wê çaxê jî kêmek hêviya jiyankirinê li ba min mabû, piştî ku min birîna xwe dît û bi taybet birîna pî, ew hêviya mayî jî wekî ku hêdî hêdî diçilmisî di hundire min de lê hat. Dîtina birînê hişt ku ez bikim qîr; “Heval!… Heval!… Ez birîndar bûme!”

Êdî ji hêlekî ve birîndarî, ji hêla din ve êrîşa kobrayê hişt ku ez di cihê xwe de bimînim. Lê wekî ku kobra tê gihişt ku ez şehîd ketime cara dawî bi tevahî guleyên doçkayê wê derê da ber gulleyan. Wê çaxê jî dengê qîrîna hevala Rojîn hat. Hevala Rojîn bi kena ser lêvên xwe û peroşmendiya xwe ya bilind di jiyanê de dihat nasîn. Ew taze tevlî Partiyê bûbû. Demekî kûr bû ku ew heval li çiyan dima. Di nava me de bi coşa xwe dihate naskirin. Her hevalekî wê mîna coşiya desteya me didît. Hevala Rojîn gava ji bona parastina xwe ber bi hevalan ve direviya bi guleyekî doçkayê birîndar bû. Pêşî bi destê xwe bangî hevalan kir, lê mixabin ji ber ku kobra hîna li ser hevalan bû, kesî nikarîbû xwe bigihîne wê. Lê hevalekî me xwe nagire û dibeze cem hevala Rojîn. Hevala Rojîn gotina xwe ya dawî wisa dibêje; “dixwazim carekî din bikenim!” û bi kena xwe yê mîna xwe birîndar şehîd dikeve. Şêhadeta hevalekî wekî Rojîn bi temen biçûk û di nava partiyê de nû, bandorekî pir zêde li ser me tevan kir. Bi bihîstina nûçeya şehadeta hevala Rojîn min birîna xwe ya yekem ku ew çend bandor li ser min kiribû ji bîr kir. Wê gulleya bê wijdan kena keçekî di destpêka temenê xwe de li ser lêvên wê nîvco hiştibû. Desteya me, ji wê kêliyê û şûn de dê êdî dengê kena hevala Rojîn nebihîsta. Wê êdî tenê bi xeyalên xwe her kesî wê hevalê bidîta!

Ne tenê hevala Rojîn, hêjmarek hevalên din jî şehîd ketibûn. Lê tu kesî qala wan nedikir. Hevalên di aş de şêhîd ketibûn, çend hevalên stî jî şehîd ketibûn. Lê ji bona ku heval di wê roja zor û tengav de bikaribin bi mentiq, ne bi hestan tevbigein, ji tu kesî re qala şehadeta hevalên din nedihat kirin. Jixwe negotina wê yekê bi serê xwe rastiyekî ber bi çav bû. Ger bihata gotin kîjan heval şehîd ketiye, belkî gelek hevalên din bi çavkorî biçûna ser dijmin û şehîd biketana.

Dijmin nêzîk dibû, jixwe kobra ber bi êvarê ve bi şûn de kişiyan. Heya berê êvarê tevahî heval li hev kom bûbûn û cenazê hevalên şehîd ku heşt heval bûn li deverekî kom kiribûn. Heya wê çaxê jî ez tenê li wir bûm. Lê demekî min dît ku yekî ku xwe bi çiloyan pêçaye ber bi min ve tê. Min wisa zanibû ku ji leşkerên dijmin e. Lê gava nêzîk bû, min fêm kir ku fermandarê me hevalê Îrfan e. Hevalê Îrfan got: “Ger tu bikaribî rabî em bi hev re biçin şûna ku heval lê kom bûne.” Lê min qet nikaribû gavekî jî biavêta. Ji ber vê yeke, hevalê Îrfan got: “Ezê niha hevalan rê kim ku te bibin!”

Piştî kêliyekî du hevalên xort hatin û min li ser milê xwe kirin û birin cem hevalan. Tevahî heval kom bûbûn û amadekariyên meşê dikirin. Biryar hatibû girtin ku emê vegerin şûna xwe yê erê ku lê ketin şer. Hevalan digot piştî me wê derê berda, dijmin jî ji wir derket, ji ber vê yekê emê biçin wê derê.

Birînadarê herî giran ez û heval Têkoşîn bûn. Heval Tekoşîn jî ji piyê xwe, bi giranî birîndar bûbû. Birîna wê ji a min pir girantir bû. Yê wê heyanî bi hestî ve çûbû. Birîndarên din ku bi tevahî 11 heval bûn digotin “emê bimeşin, hêza me heye!”

Tevahî heval ji hal ketibûn. Ji hêlekî ve li pêş dijmin sekinîbûn û şer kiribûn, ji hêla din ve bi zorê xwe ji êrîşa bê eman a kobrayan parastibûn. Jixwe xebera tu kesî nebû ku emê biçûna kû. Tenê her kesî digot “rêveberiyê gotiyê emê biçin, xwe ji meşê re amada bikin. Gava min xwe di nava wan hevalan de dît ji hêlekî ve pir şa bûm, ji hêla din ve jî pir xemgîn! Min qet bawer nedikir ku ezê car din xwe di nava van hevalan de bibînim, ji wî helî ve pir xemgîn û melûl dibûm. Hevalên me yên pir bi nirx û qîmet şehîd ketibûn. Bi şehadeta wan hevalan xemgîniyê konê xwe li nava hevalên me vedabû. Lê tevî ku em li hev kom bûbûn jî, hîna ne diyar bû ku ka emê çawa ji wê dolê derkevin!

Piştî demekî ji kombûna hevalan fermana meşê hat. Hevalan berê xwe dan girê bilind. Jixwe em nikaribûn di şûna hatinê de vegerin, ji ber vê yekê pêwîstbû ku em derkevin girê bilind û di pişt dijmin re derbasî şûna xwe ya berê bibin. Heval tev de meşiyan, tenê du hevalên stî û dido jî xort mabûn. Dê wan hevalan alîkarî bida min ji bona derketina girê. Hevalan digot “ger pêwîst bike du hevalên din jî dikarin werin alîkariya me.” Jixwe gihiştina serê gir, mîna xilasbûna ji mirînê û gihiştina jiyanê bû.

Dema hevalan ez dam ser milên xwe û dest bi meşê kirin, min li girê bilind mêze kir û bi xwe re ketim nava fikaran; ger heval bi vî şêweyî bimeşin heya sibê jî nagihîjin serê gir. Ger bigihîjin jî di vê sermayê de encax piştî saetan bikaribin bêhna xwe berdin. Jixwe ne diyar e ka li pêş me kemîn heye an na! Heke ez bibim bela li serê hevalan, wê çaxê ez jî û hevalên bi min re jî we şehîd bikevin. Ger ez ne bi hevalan re bim, bi kêmayî wê xwe xilas bikin!

Hîna heval zêde nemeşiyabûn, min xwest ku min daxin erdê. Gava ez danîm, min ji hevalan re tevahî fikarên xwe anî ziman û bi ser de jî zêde kir û got; win tev de westiyane, hûn encax karibin xwe bigihînin deverekî bi ewlê!

Piştî nîqaşa demekî hevalan hiştina min pejirand! Min narincoka hevalekî stî jê girt û got; ger dijmin were ezê bi xwe de biteqînim, lê hevalan ji min re got: “Tu ne bi tenê yî! Hevalekî din jî heye?”

Pir bi şêweyekî ecêbmayî min pirsî ka kîjan heval e?!

Hevalan bersiva min da û gotin: “Heval Têkoşîn jî li vir maye!”

Heya wê çaxê min digot qey ez bi tenê dimînim, jixwe ji hevalan cudabûn xwedî giraniyeke pir eman bû li ser min. Ji hêlekî ve cudabûn, ji hêlekî ve birîndarî û ya herî giran jî bi tenê mayîna li nava dijmin pir giran dihat ji bo min. Ji ber vê yekê gava hevalan got; “Heval Têkoşîn jî dimîne”, çiqas kêm be jî, ez ji hêlekî ve kêfxweş bûm. Min heya wê çaxê wisa dizanibû ku ew heval jî bi hevalên ku çûne re hatiye rakirin. Lê piştî ku hevala zanibû ez jî dimînim ji min re gotin: “Di gund de aşek heye. Di binê aşê de cihokekî biçûk heye, me heval Têkoşîn xistiye wê derê. Tu jî dikarî di wir de bimînî. Lê wekî tu dizanî birîna heval Têkoşîn girane û gelek caran ji hiş dikeve. Pêwîste tu lê miqate bibî Hevala Aryan?”

Hevalan ez jî birim ba heval Têkoşîn. Êdî ji wir û şûn ve wê çi bi me bihata qet ne diyar bû. Jixwe bi tenê mayîna me û birîndarî li hêlekî, birçîbûn jî li hêla din!… Bî wî halî birîndar, me tu xwarin nexwaribû û tu tiştê ku em bixwin jî nebû. Tenê çikolatayekî ku hevalan (Ew jî nîvî bû) ji gundê çetan anibû hebû. Heval Têkoşîn ji ser hîşê xwe çûbû. Min û wê hevalê zêde hevdû nedinasî. Ev demekî pir kûrt bû ku heval Têkoşîn di nava desteya me de cih digirt. Heval Têkoşîn xelkê herêma Şirnexê bû, ev demekî kûrt bû ku tevlî refên gerîla bûbû.

Heyanî serê sibê jî hevala Têkoşîn nehat ser hişê xwe. Vê yekê ez xistim nava gelek fikaran. Min ji xwe re gotibû ku bi kêmayî ev heval li ba min û tenêmayîna min dimîne. Mixabin ew jî heyanî sibehê nehat ser hişê xwe. Ger ez bêjim ew şev, şeva herî dirêj bû di temenê min de wê ne şaş be. Di wê şevê de temenê minê derbasbûyî mîna kêliyekî jiyanê di ber çavên min re derbas bû. Ne tenê jiyana min a gerîlatiye, salên berê, hevalên zarokantî û cîwantiyê, salên dibistan û xwendinê û hevalên wan salan di wê şevê de, di wê cihokê de li ba min kom bûbûn û di xeyalên min re derbas bûbûn. Tev de di wê şevê de hatin bîra min û ez car din li xeyalên xwe vedigeriyam. Xeyala min di wê şevê de bûbû hespê rehwan û ez li dem û şûnên berê digerandim. Lê dem bû dema êşa birînan, hespê min radiwestand û ez li cihokê vedigerandim. Vedigerandim ba hevala min a bi tenê, vedigerandim ba heval Têkoşîn.

Dema ku hişê min vedigeriya ser birînê, di cih de mirin jî dibû gerokek di xeyalên min de. Min gelek caran ji xwe re digot ku ev roja dawî a temenê min e. Hîn dijmin ji giran daneketibû nava gund, lê ev hest bi min re çêdibû; ger dijmin were, ezê narincoka xwe di cih de biteqînim û wekî ku ez xwe bavêjim bextê wê min digot; dê dijmin were pêwîste tu biteqî!

Serê sibehê gava min serê xwe hêdîka ji cihoka teng derxist min dît ku gelek tiştên hevalan li wan deran mane, wê çaxê ez pir tî bûbûm, ji ber vê yekê min xwe bi zorê derxist ser devê cihokê û bi xişkandinê çûm hinek berf anîm û hatim. Dema ez vegeriyam min dît ku heval Têkoşîn hatiye ser hişê xwe. Vê yekê ez pir kêfxweş kirim. Dema me pirsa hevdu kir, heval Têkoşîn got: “Min carekî çavên xwe vekir, min dît ku tu li ba min î. Pêşî ez pir ecêbmayî mam, paşê dema ku hevalan te rakiribû hate bîra min. Lê ez nikaribûm bipeyivîm tevî ku min dixwest jî!”

Heval Têkoşîn nikaribû zêde tevbigere. Li gorî min ew pir bê hêz bûbû. Birîna wê ew pir êşandibû û pir xwîn jê biribû. Dema diaxifî jî zehmetî dikişand. Min jî şûna birîna xwe nîşanî wê da, çaxê pirsa hevalan kir û min got ku her kes ji vir çû, pir pê bandor bû. Di rûyê wê de jî tenêtî pir baş xwe dida diyar kirin. Tiştê herî zêde ji bo me herduyan zor dihat ew bû ku, wê çaxê min zêde bi Kurdî nizanibû û heval Têkoşîn jî bi Tirkî zêde nizanibû bû! Vê yekê gelek caran dihişt ku em bi destan û mîmîkan bi hev re bidin û bistînin.

Hevalan ji min re gotibû ku “hûn herdu birîndar in, pêwîste hûn av, an jî berfê venexwin. Birîndar bi birîna xwe belkî nemire, lê ger avê vexwe berî dermankirinê xilasbûna wî/ê nîn e!” Ji ber vê yekê min heyanî ber bi nîvro nehişt ku heval Têkoşîn berfê bixwe, ji xwe av li wan derên nêzî aşê nebû. Derketina derve ji cihokê ji bo me dihate wateya tunebûnê. Ez û heval Têkoşîn pir bi dengekî nizim bi hev re diaxafîn. Her çendî dijmin hîn nehatibû şûna mayîna me jî, em pir bi hestiyarî nêzîk dibûn! Cara yekem ku min berf anî û xwar, ez ditirsiyam ku car din xwîn ji birîna min were. Li şûna wê min hinek çîkolata da wê û hinek jî min xwar. Lê ji ber ku xwardemeniya me tev de ew çîkolata bû, me her carî bi tiliya xwe dixwar. Tiliyekî min, tiliyekî heval Têkoşîn, her yekî ji me tiliya xwe lê dixist û dixwar. Axaftina min û heval Têkoşîn birîna me ji bîra me biribû. Di rewşekî wisa de ku em di navbera mirin û jiyanê de diçûn û dihatin, me tiştên di dilê xwe de, ya rast me gotinên ku me digot “ev gotinên me yên dawî ne” ji hev re digot. Hêviya gihiştina hevalan, ya rast hêviya jiyankirinê li ba me herduyan jî nemabû. Lê tevî vê yekê jî heya min dikaribû min nedihişt ku heval Têkoşîn wê psîkolojiyê bijî û min gotin dibire ser mijarekî din. Lê her çiqas min hewl dida jî, bêyî ku ez jî bi xwe bihesim wekî kesên ku wesiyetên xwe bibêjin em bi hev re dipeyivîn.

Ev psîkolojiya me bi bihîstina dengê leşkerên dijmin hîn zêdetir bû! Ber bi êvarê ve dengê leşkeran ji dûr ve dihat. Vê yekê hişt ku em hîn bêhtir bi hişyarî bipeyivin. Gava me dengê dijmin bihîst, me hîn baştîr fêm kir ku leşker nêzî me bûne. Ji ber vê yekê me digot pêşîem xwe bixin dest û paşê jî gava leşker li ser me kom bûn emê narincokên xwe biteqînin? Ji xwe min narincoka heval Têkoşîn jî jê sitandibû. Ji ber ku ji tiliyên destê xwe jî birîndar bibû, ez ditirsiyam ku nikaribe pîma narincoka xwe bikişîne.

Heya êvarê wekî kesên bendewar, em wisa bê deng man. Lê gava min dît leşker nayên nêzî me, min ji heval Têkoşîn re got; pêwîste tim yek ji me hişyar be! Ji ber vê yekê ger xewa yekî ji me were jî dê yê razayî me hişyar rabike. Bi vî şêweyî dijmin wê me bi dest negire.

Me bi vî şêweyî amadekariyên xwe ji bo hatina dijmin kir. Lê wê rojê dengê dijmin tim ji dûr ve dihat. Wê şevê destê min ji narincokê cuda nebû. Her cara ku min lê dinihêrt min mirina xwe di kişandina pîma wê de didît. Lê wê şevê jî me pîm nekişand!

Roja din jî her ku diçû dengê leşkeran nêzîkî me dibû. Lê hîna negihiştibûn şûna mayîna me. Her ku deng nêzîk dibû, dema kişandina pîma narincokê û xatirxwestina ji jiyanê jî nêzîktir dibû. Heya berê êvarê jî tu kes ji leşkeran nêzî me nebû. Lê demekî ku ez raketîbûm min hîs kir ku heval Têkoşîn destê xwe li min dixe! Min çavên xwe vekir û bi dengekî pir nizim pirsî; xêre heval, çibû?

Wê got:

“Heval Aryen, bêhna cixarê tê. Wekî ku leşker nêzî me ne. Gava din jî deng dihat!”

Her çendî min got tiştekî wisa nîn e jî, heval Têkoşîn her digot “belê, bêhn tê!” Min got belkî ji min bêhna cixarê tê, lê heval Têkoşîn got: “ev du rojin te cixare venexwariye, dê çawa bêhna wê were?” Bersiva heval Têkoşîn pir bi mentiq ji min re hat, hîn em wisa dipeyivîn dengê leşkeran pir nêzî me bû. Me digot qey li ba me dipeyivin, deng ewqas nêzîk dihat! Di cih de min narincoka xwe xiste destê xwe û pîma wê ji bo kişandinê amade kir! Wê kêliyê çavên min û heval Têkoşîn li hev mêze kirin! Awirên me herduyan yên xatirxwestinê bûn. Pîma narincokan hatin amadekirin, çavên me herduyan tije rondik bûn. Wê kêliyê heval Têkoşîn dest bi giriyê kir. Min jî pirsa xwe bi girî ji hevala ku du rojên herî dirêj û bi wate di temenê xwe de min pê re derbas kir; tu dawî tiştekî dibêjî heval Têkoşîn?!

“Na hevala Aryen…Tişkekî nabêjim!”

“Me hevaltiyeke pir xweş bi hev re derbas kir!”

Bi van çend gotina me hev hembêz kir. Êdî baweriya jiyankirinê bûbû mina rondikekî ji çavên me, wisa dadiket! Me herduyan bi yek armancî li narincokên di destên xwe de dinihêrt; “Em rica dikin tu biteqî û nehêlî ku dijmin me bi dest bigire!”

Lê di demekî ku me digot; em hew li cîhanê dimînin de, leşkerên dijmin hêdî hêdî ji wir dûr ketin. Piştî demekî dengê kobrayan hat û çû. Wê çaxê min wisa fêm kir ku hat leşkerên birîndar bibe. Lê tevî ku deng dûr diket jî, me bawerî bi dijmin nedianî û heyanî derengê şevê jî me xwe ji bo bûyerekî, an êrîşekî dijmin amade hiştibû. Narincoka min a ku di destê min de şûna xwe çêkirbû, piştî rojekî dirêj û bi tirs min pîma wê mîna berê vedigerand.

Heyanî sibehê jî xew bi çavên me neket. Lê bêdengiya sibeha sêyam dihişt ku mirov bigîje baweriya ku dijmin xwe bi şûn de kişandiye. Wê sibehê pir bi hişyarî, tevî ku heval Têkoşîna digot dernekeve û li dijî anîna berfê û xwarina wê bû jî, ez derketim û min hinek berf xiste qotiya çîkolatayê ku roja duyen xilas  bûbû. Gava ez vegeriyam, me berfa di qotiyê de tev de vexwar. Her çendî hevalan ji bo me herduyan qedexe kiribû jî, ji ber israra heval Têkoşîn min dabû wê jî. Ya rast ez gihiştibûm baweriya ku dibe ku em herdu jî şehîd bikevin, ji ber vê yekê min nexwest ku daxwaziya heval neyînim cih.

Wê rojê gava me dît ku bêdengî li wir zal bû û dijmin dûr ket, min û heval Têkoşûn biryar da ku em hewl li wir bisekinin. Heya wê rojê birînên me piçekî baş bûbûn. Lê êdî hew hedera me mabû. Sê roj bi tenê êdî em pir teng kiribûn, me wisa fêm kir ku heval di rewşekî xirab de ne, ji ber vê yekê belkî nikaribin werin me bibin. Ji ber vê yekê me ji hev re got; “Ger sibê heval newin û me nebin, emê têkevin bin milê hev, her yekî darekî bi destê xwe bigirin û biçin!” Me wisa biryara xwe da. Me ji xwe re digot kengê be jî emê bigihîjin hevalan! Ger mehek jî derbas bibe emê bigihîjin!

Wê rojê heyanî êvarê em li ser mijara çûnê axafîn. Lê wekî ku birîna heval Têkoşîn ji nû ve dest bi êşê bike, ew da nalînan. Gelek caran heval Têkoşîn bi dengê bilind dikir nalîn!… Ji ber ku ez hîn jî ji çûna dijmin nebawer bûm, min ji heval Têkoşîn re got; heval Têkoşîn divê em hestiyariya xwe winda nekin. Hîn ez diaxifîm min dengek bihîst! Deng her diçû nêzî aşê dibû. Wisa ban hev dikirin: “Ne li vir in!”

“Min jî nedît!”

“Ka em bang bikin!”

Dema heval Têkoşîn jî deng bihîst, got: “Ew heval in, ev wekî dengê hevalan e!”

Lê hîn jî ez di nava fikaran de bûm û min ji heval Têkoşîn re got; ew leşkerên dijmin in, hîn li van deran in. Jixwe berî ku heval me li wir bi tenê bihêlin, gotibûn: “Dibe ku ew kesên reviyayi werin û bi dijmin re bangî we bikin. Dibe ku navê we jî bang bikin, ji ber vê yekê heya ku hûn baş bawer nekin ku heval in bangî wan nekin. Car din çavên min kete ser narincokê! Lê pir wext di nav re neçû, deng pir ji nêz ve hat. Bi dengê bilind bang dikirin: “Têkoşî î î î î î î î..! Aryeeeeeen!”

Dema bi dengê me bang kirin heval Têkoşîn got ez vî dengî dinasim. Ev heval di desteya me de ne! Lê car din min nehişt ku bersiv bide. Lê dema ku dengê hevalên çilmisî ji nû ve bişkifin!… Heval Canda bijîşka desteyê bû. Gava min dengê wê bihîst, wekî mirovekî ku tu avekî cemidî bi ser de berdî, ez di cihê xwe de bê deng sekinîm. Min qet bawer nedikir ku ezê car din dengê hevalan bibihîsim û rûyê wan bibînim!

Ger ez bêjim dengê heval Canda giyanekî nû da me herduyan wê ne şaş be. Ew deng bû sedema ku ji nû de hêviya jiyanê bi me re çêbe! Her çendî ji kêyfa re hevala Têkoşîn dest bi girî û qîrkirinê kir jî, heya kêliyekê jî ez ji bêdengiya û xeyalên xwe dernekitbûm. Piştî kêliyekî ji bêdengî û ecêbmayînê min jî bi hevala Têkoşîn re kire qîr: “Hevaaa…! Hevaaaaa…l! Em li vir in.”

Û bi dengê me re heval beziyan ber cioka ku em herdu heval sê rojan tê de mabûn. Dema ku du hevalên xort gihiştin ber devê cihokê, dengê giriyê me heduyan hîn bilindtir bû. Êdî ji ber giriyê me nikaribû gotinekî jî bigota. Hevalekî bi dîtina me û cihê mayîna me, dest bi kenê kir û got: “Cihê we ji yê me xweştir e, ma hûn çima digirîn?”

Bi rastî jî di wan rojan de, mayîna di cihokekî wisa de ji mayîna di nava serma û seqemê de xweştir bû. Lê cihokekî çawa?! Ne cihokekî ku mîna gora mirov xuya bike. Ez li wir hîn baştir li ser wateya jiyanê hûr bûm. Min li wir hîn baştir wateya dûrketina ji hevalan û dûrketin çiqas zor e nas kir. Ew cihok bû dibistaneke pir bi nirx ji bo nasîna hîn rastiyên jiyanê.

Gava hevalan em wisa dîtin, ji bo ku giriyên me bisekinînin, dest bi henekan kirin. Hevalekî got: “Em pêşî kê derxin, kê dixwaze pêşî derkeve!”

Cihê min hinekî teng bû, lê min got: “Ez dora xwe didim hevala Têkoşîn. Wê berî min derxin!”

Û bi wê şêweyî em derxistin. Dema em derketin derve, demek dirêj me hev hembêz kir. Dikarim bêjim ku yek ji rojên herî bi nirx di temenê min de, ew roj bû.

Ji kêfan me birînên xwe ji bîr kir. Tim me li rewşa hevalan dipirsî. Lê hevalan em birin hundirê aş û dest bi tîmarkirina birîna min û ya hevala Têkoşîn kirin. Dema em derketin derve, em pir ecêbmayî mabûn! Me şûna piyên leşkeran pir nêzî cihokê dît. Min ji xwe re got; ger hinekî din nêzîk bûbana, emê niha ne li jiyanê bana!”

Di hundirê aşê de derman û serûm hebûn. Leşkerên dijmin berî ku biçin, li wir birîndarên xwe tîmar kiribûn. Me ji dermanên pak û hîn nehatine bi kar anîn; bi kar anî.

Dema min rewşa hevalan pirsî, hevalan got: “Rewşa me ne xirab e! Em di meşan de pir westiyan. Lê ew kesên reviyayî, şûna xwardemeniya me yê di bin erdê de tev de nîşanê dijmin da. Niha tenê xwarina me, nan e!”

Vê yekê me herduyan pir dilşa kir. Tiştê baş heval bi silametî xwe gihandine şûnekî bi ewle. Şûna xwardemeniya ku çû bû dihat dagirtin, lê ger hevalên me biçin vegera wan nîn e.

Piştî dermankirin û kêfxweşiya hevdîtinê, pênc hevalan (du stî, sê xort) amadekariya birina me kir. Êdî emê çûbana û dê bi darbestan em hilgirtina û ber bi hevalan ve bibirina! Me herduyan her kêlî li paş xwe, li cihoka ku him mîna gorekî bû gelek caran, him jî şûna parastina jiyana me bû dinihêrt. Êdî ew rojên şer, meş û mayîna di cihoka aş de dibûne bîreweriyeke ku bi xweşî û nexweşî, ken û girî di dilê me de bi cih bûn.

Back to top button