ArşîvÇalakî

Ciwanên kobanê tecrîda girankirî şermezarkirin

Bi pêşengtiya Ciwanên şoraşger îro bi sedan şêniyên kantona kobanê û yên herêma firatê ji bo şikandina tecrîda girankirî li ser rêber APO , û vala derxistina êrîşên dewlwta tırk li ser heremê meşek hat organîzekirin.

îro roja çarşemê 6/7/2022′ an de meşek li Qada jina azad heya garacê  bi rêxistinkirin  armanca meşê ji bo rakirina tecrîda girankirî li ser Rêber Apo û êrîşên Dewleta tirk li ser çiyayên kurdistanê. îro bi sedan  şêniyên kantona kobanê û yên herêma firatê endamên kongra star, saziya malbata şehîdan, ciwan ,meclisa komîn,tevdem ,rêverberiya xweser, û her wekî din li qada jina azad beşdrî meşê bûn. ew kesên ku beşdarî meşê bi bûn di destê wan de alên Rêbertî ,û wêneyên şehîdan yên kongra star, rakirbûn di heman demê de pankartên  ku wiha li ser hatibûn nivîsandin,’Li dijî tecrîd îxanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê’ ,di dest wande bon. û bi siloganên bijî serok Apo, şehîd namirin, bijî berxwdana gêrîla,û  rêber Apo, heya ku şênî gihiştin garacê piştî ku şênî gihaştin garacê Deqeyek rêzgirtin li ser cangoriyên azadiyê rawestiyan û piştre axaftin li ser nave malbata şehîdan ji ali yê Ocelan mela xelîl wî di axaftina xwe wiha dest pêkir’ ji ber ku dîrok bi qehremaniyê tê nivîsandin dîroka berxwedaniya me jî bi qehremaniyeke pir mezin tê nivîsandin me gelê kurd û netewê herêmê bi hezaran şehîd di tekoşîna azadiyê de dane van şehîdên mezin û fedekar  xwîn û canê xwe diyarî me kirine roja me ya îro jî ji bo ku bikarbin welat û axa xwe biparêzin li her deverê berxwedidin li her çar perçeyê kurdistanê li hemberî dagirkrî qehremaniyeke bê hempa tê jiyan kirin’. Xelîl weha axaftina xwe domand’ rexmî êrîşên hovane û hemî hevkariyan gêrîla nahêlin dijmin qadê pîroz yê kurdistanê dagir bike li çiyayê kurdistanê berxwedide û gelê me jî li her deverê berxwedide ruxmî dewleta tirk adgirker û hevkarê wê îxanet PDK bi rêbazê  qirêj çekên kîmeyawî êrîşên hewayî êrîş dike lê li hemberî îrada Gêrîla ticarê nikare ser bikevin ji ber ku Gêrîla hêza xwe ji tolhildana şehîdên xwe digrin ji ber şehîdên me bê bersiv bisekinin şer dikin em jî wek malbat zarok xweşik birayên şehîdan li vê derê dibêjin em li vê derê rastiya şehîdan armanc û hedefên şehîdên xwe dizanin ji ber vê divê her kes xwedî li zarokên xwe  der bikevin divê em li xwîna şehîdên xwe li der bikevin û nehêlin ku dijmin axa me dagir bike em xwedî li şehîdên xwe  der bikevin ji  bo ku tola wan heya  dawiyê li ber xwe bidin’.

Xelîl di axaftina xwe de bang li her kesî kir da ku ev êrîş vala bên derxistin’ em wekî ciwanên malbata şehîdan bang li her kesî dikin ku li dijî îxanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê ji bo ku em bikarbin hêz û morala Gerîlayên xwe berxwe bidin tola şehîdên xwe rakin û nehêlin ku dagirkerî axa me dagir bike carek din em dibêjin: li dijî îxanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê’. Didawî de bi siloganê bijî berxwedana gêrîla bijî serok Apo meş bi dawî bû.

Back to top button