Arşîv

Kongra sêyemîn a tevgera azadî ya civaka kurdistanê îro în li bajarê Suleymaniyê hat lidarxistin

Nûnertiya Kongra Star li Herêma Kurdistanê îro Înê beşdarî sêyemîn kongreya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê bû.

Di bin diruşmeya “ perwerdekirin û rêxistinkirina civakê, Kurdistaneke azad û Iraqeke demokratîk ava dikin” sêyemîn kongreya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanêdanê vê sibehê li bajarê Silêmaniyê dest pê kir. Kongr bi xwendina peyama tevgerê ji aliyê hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah ve destpê kir. Nûneratiya Kongra Star li Herêma Kurdistanê bi peyamekê kongra bi ruhê jina têkoşer li Rojava pîroz kir û hêvî kir ku kongr encam û biryarên di xizmeta gelê Kurd û Kurdistanê de û ji bo parastina yekitiya neteweyî derbikeve, destkeftyên şoreşa jina Kurd û destkeftyên Kurdan bi giştî û ji bo bidestxistina aştî, aramî û demokrasiyê, di vê qonaxa hestiyar de ku cîhan û Rojhilata Navîn û bi taybetî Kurdistan tê re derbas dibe.

 

Back to top button