Arşîv

‘Tenduristî hêza mirova ye’

Endama Dermangeha Nexweşxaneya Ş. Lêgerîn, Malva Hesen derbarê tenduristiyê de ragihand ku divê her mirov li tenduristiya xwe miqate bin çimkî tênduristî hêza mirova ye û got:”Bi taybet jî divê mirov her roj bimeşin û werzîşê bikin ku bedena mirov her zindî bimîne.”

Endama Dermangeha Nexweşxaneya Ş. Lêgerîn, Malva Hesen derbarê tenduristiyê de anî ziman ku bi taybet di germahiyê de divê mirov xwe biparêzin û tiştên bi av zêdê vexwin, li ber tavê zêde nemînin û got:”Ji bo temenekî dirêj û jiyanek xweş divê mirov li tenduristiya xwe miqatebin.”

Malva Hesen bal kişand ser dermanên ku jin ji bo zeyif bibin, bi kar tînin û got:”Divê mirov xwe ji dermanê ji bo zeyifbûnê û ji antîbiyotîkên zêde xwe biparêzin. Dermanên zeyifbûnê û antîbiyotîk dema pir zêde bê bikaranîn zirarek mezin dide bedena mirovan. Mirov bêtir dermanên xwezayî bi kar bînin çêtir e.”

‘Divê werzîş bê kirin’

Malvayê anî ziman ku ji bo tenduristiya mirovan werzîş gelek girîng e û wiha domand:”Mirov divê her roj bimeşin û werzîşê bikin ku di warê tenduristiyê de pirsgirêkan nejîn. Her wiha divê mirov xwe ji emeliyatên estetîkê jî biparêzin. Ev yek mirovan neheret dike û zirarê dide derûniya wan.”

‘Dermanên xwezayî bi kar bînin’

Malvayê bang li hemû mirovan kir ku dermanên xwezayî bi kar bînin û wiha dawî li axaftina xwe anîn:”Divê mirov bi amûrên kapîtalîzmê neyên xapandin û her xwe biparêzin.”

Back to top button