ArşîvDaxuyanî

Dewleta  rêz nade peymanên navdewletî.

meclisa Jin a bakur û rojhilatê  suriye: Dewleta  rêz nade peymanên navdewletî.
meclisa Jin li bakur û rojhilatê suriyê  êrîşên qirêj yên dewleta dagirker ya Tirkiyê li ser herêmê şermezar dike.

Tevî daxwazên navdewletî ji bo rêzgirtina peymanên agirbestê, gef û êrîşên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam in.

bi vê mebestê jibo şermezarkirina van êrîşan meclisa jin a suriyê bi daxuyaniyekê helwesta xwe nîşan da û ev êrîş şermezar kir .

daxuyanî wiha bû:

Ji destpêka aloziya Sûriyê di sala 2011`an û vir ve dewleta Tirk dest ji destwerdana Sûriyê bernedaye,  di sala 2016`an de  operasyona leşkerî di bin navê “Dirii AlFirat” de dest pê kir û tê de herêmên Bab û cerabilus dagir kir,piştire du operasyonên din yê leşkerî yek di bin navê “Şaxê Zeytûnê” de, di sala 2018’an ku di encamê wê de herêma Efrînê dagir kir û di sala 2019’an de jî bi operasyona “kaniya Aştiyê” herêmên girê sipî û Serêkaniyê  dagir kir. Tevî kû wê di Cotmeha 2019an de du peymanên agirbestê bi Amerîka û Rûsyayê re îmze kir.Tevî daxwazên navdewletî ji bo rêzgirtina peymanên agirbestê, gef û êrîşên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam in, bajar û gundan bombebaran dike û sivîlan dike armanc, çi bi topan û çi bi firokên bê mirov, ku bûye sedema şehadet û birîndarbûna gelek sivîlan zarok jî di nav de û di demên dawî de  gefên Tirkiyê ji bo pêkanîna operasyonekê din zêde bûye. Operasyoneke leşkerî  nû ji bo dagirkirina navçe û bajarên din ên li ser sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyê,kû binpêkirinineka eşkereya ji hemû erk û peymanên navdewletî û binpêkirina serweriya Sûriyê û hemû peyman û pîvanên navdewletî ye.

Ji her kesî re eşkereye  ku her kiryareke leşgerî  êrîşeke li ser herêmên me, rûdana karesateke mirovî  nû ya, ji kuştin, wêrankirin, koçberkirin, guhertina demografîk û binpêkirinên ku dibin tawanên şer û tawanên li dijî mirovahiyê li dijî sivîlan, bi taybet Jinên ku li herêmên dagirkirî yê Sûriyeyê û bi taybetî li Efrînê rastî binpêkirinên giran ên wekî revandin, girtin û destavêtinê tên.Her wiha ew hewlên navdewletî yên ku hevpeymanên navdewletî nûneratiya wê dike ku têde Hêzên Sûriya Demokratîk  jî heye ji bo şerê li dijî terorê, û rêxistina terorîst  ya DAIŞê ku li benda derfetan ji bo careke din vegere û heremê kontrol bike piştî ku hat rizgarkirin bi xwîna  keç û xortên bakur û rojhilatê Sûriyê û qurbanî ji hemû pêkhateyan hate dayîn ji bo gihiştina rewşeke aram li herema ku lê dijîn.Em di Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, hewldanên dewleta Tirk ên ji bo qirkirin û dagirkirina herêmên din ên Sûriyeyê û belavkirina alozî û tirsê li Herêmên niştecihbûyî  şermezar dikin.Em bang li civaka navneteweyî û saziyên navneteweyî yên pêwendîdar dikin ku sînorekî ji êrîşên dewleta Tirk deynin û herêmê ji êrîşeke nû  biparêzin û Qedexeya hewayê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê raghînin.

Di  gaveke astengdar  ku xewnên dewleta Tirk yên berfireh di Sûriyê de pûç bike, em bang li civaka navdewletî dikin ku kar li ser aktîvkirina riya çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê veke, bidawîkirina dagirkeriya Tirkiyê li herêmê, vegerandina penaberan li ser xake wan  Bi garantiyên navneteweyî û vegerandina koçberên kû di bin zextê de ji herêmên xwe derketin.Li gorî vê yekê, em piştgirî û piştevaniya partîyên siyasî yên bakur û rojhilatê Sûriyê dikin ji bo sepandina Qedexeya hewayê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, û em welatên çalak di karûbarên Sûriyê de, bi taybet Amerîka û Rûsyayê, li ber erkên xwe yên parastina gelê Sûriyê û pêşîgirtina   karesatên ku  zêdetirî deh sal in berdewam dike berpirsyar dibînin.

Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Qamişlo        19-7-2022

 

Back to top button