ArşîvDîplomasî

Forma şoeşa jinan… “BI HEVGIRTINA JINAN EMÊ DESKEFTIYÊN ȘOREȘÊ BI PARÊZIN Û GEȘBIKIN “

Bi boneya 10'emîn salvegera şoreşa Rojava, ya ku bi bi şoreşa jinan tê naskirin û pênasekirin, rêxistin û tevgerên Jinan yên bakur û Rojhilatî suriyê, meclîsên jinan ên sivîl u leşkerî forma şoreşa jinan ya Bakur û Rojhilatî Suriyê li ser asta rojhilata navîn lidardixin.

Çirûska yekemîn ya şoreşa 19’ê Tîrmehê ango Şoreşa rojava, li bajarê Kobanê û bi derxistina rejîma Bees ji bajêr di dîroka 19/7/2012’an de pêket, di vê şoreşê de rol û misyona jin û ciwanan hebû û bandorek mezin jî kir. Jinan rola pêşengtî û birêvebirinê girtin ser milê xwe di tevahî alî û cihan de di vê şoreşê de, di heman demê de rê li pêşiya jinên din jî vekir da ku di nava şoreşê de cihê xwe bigirin.

Bi boneya 10’emîn şoreşa 19’ê Tîrmehê, Komîta Tifaq û Têkiliyên demokratîk ya Kongra star, pêşengtî dike ji bo li darxistina forma şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatî Suriyê li ser asata Rojhilata Navîn, di bin duruşma ‘BI HEVGIRTINA JINAN EMÊ  DESKEFTIYÊN ȘOREȘÊ BI PARÊZIN Û GEȘBIKIN’, di dîroka 22 û 23 yê Tîrmeha 2022’an li bajarê Qamişlo.

Di derbarê forma şoreşa jinan ya Bakur û Rojhilatî suriyê Menal Mihamed endama Komîta Têtiklȋ ȗ Tifaqȇn Demkratîk ya Kongra Star û endama Komîta amadekar ya formê ev got: di serî de dehemȋn salvegera Șoreşa Rojavayȇ kurdistanȇ ku bi  ȘoreȘa jinan hatiya naskirin  li hemȋ jinan  pȋroz dikin.

Menal dibêje; em wek komȋta Têkiliyan ȗ  him jȋ komȋteyeke amedekar em formekȇ li ser asta Rojhilata Navȋn li dardixȋnin ku wȇ forma şoreşa jinan di bin dirȗşmeya  ‘BI HEVGIRTINA JINAN EMÊ  DESKEFTIYÊN ȘOREȘÊ BI PARÊZIN Û GEȘBIKIN ”  komȋteya formȇ ji heft rȇxistinȇn jinan hatiye avakirin.’

Menal îşaret bi partiyên ku tevlî vê formê bibin kir, her weha , rêxistinên ku tevî vê formê bibin ev in: Yekȋneyȇn parastina jin YPJ e, Meclisa jin ya Bakur ȗ Rojhilatȇ Suriyȇ, meclisa jinȇ Sȗrȋ, Hevgirtina Jinȇn Zenȗbiya, yekȋtıiya jinȇn Suryanȋ, Akademiya Jineolojȋ  ȗ komȋteya têkilȋ ȗ ifaqȇn demokratîk ya Kongra Star.’

Di derbarê amadekriyên forma şoreşa jinan Menal da diyarkirin ku ev  amadekarî ji vȇ formȇ re ji demek dirȇj de ye, ev form wȇ li ser du rojan berdewambke ji ber ku bernameyekȋ girîng jȇ re hatıye amadekirin ȗ hem jȋ nirxandina deh salȇn şoreşȇ ȗ nirxandin jı milȇ siyasȋ ȗ rola jinan beriya Șoresȇ ȗ piȘtȋ ȘoreȘȇ ȗ bandorkirina soreşȇ çawa ser kesȇn ku tevlȋ me bȗne kir, di heman  demȇ de ȘoreȘa Bakur ȗ Rojhilatȇ Sȗriyȇ çawa bandora li  ser Rojhilata Navȋn kiriye, di vê çarçovê de wȇ panȇl di nava du rojan bidome.’

Axaftina xwe weha doman: Ji milekȋ din ve jȋ wȇ bernameyekȋ girȋng were dayȋn him wȇ atoliya bȇn çȇkirin di atoliyayȇ de nȋqaȘ werin kirin ȗ atoliya  wê di nava çar naverokan de bigirin dest siyasȋ, huquqȋ,  jin çawa  xwe di parȇze ji hemȋ milan ve yanȋ bi giştȋ deskeftiyȇn ku bi desxistin ȗ zor ȗ zehmetiyȇn  derbaskirine ȗ bûne çare ji zehmetiyên ku em hȋna tȇ re derbasdibin, her weha, ji bo demȇ pȇş,  rêbazê domandina çareseriyê, têkiliyȇn xwe xortkirin, xwe di hemȋ  qadan de ne tenȇ ji milȇ dêplomasȋ de ji ber ku armancȇn me ew in weke jin ku em li kuderȇ bin tȇkoşȋna me yek tȇkoşîn e.’

Di dawiyê de Menal Mihemed endama komîta amadekar, û ya têkilî û Tifaqên demokratîk ya Kongra star armancên tekoşîna jinan li bakur û rojhilatî suriyê diyarkir û got:   heya ku jin li kuderȇ rastî zehmetiyan tê û  dibȋne  em xwe li wir dibȋnin li ser vȋ esasȋ  emê ji bo çareseriyê jî hebin, ji bo tȇkoşîna me bibe yek tekoşîn li ser asta Rojhılata Navȋn ȗ cȋhanȇ li ser vî esasȋ emȇ forma xwe li darbixin ȗ him jȋ wȇ encamȇn xurt derkevin.’

Back to top button