ArşîvDaxuyanî

kordînasiyona kongra star berpirsiyariya van êrîşan dide ser rayedarên Îraqê u herêma Başûrê Kurdistanê

rêxistina Kongra star bang li gelê Başûrê Kurdistanê û gelê Îraqê ku bargehên dewleta Tirk li welatê xwe nehêlin û xwediyê helwesta xwe bin ji ber armanca dijmin eşkereye û daxwaza wan dagirkeriye û têkbirina hêz û îradeya gelan ya azadîxwaze .

 

Kordînasyona kongra star ji bo şermezar kirina êrîşên duh li ser cihekî geştyari ku gelên Îraqê li wê derê bun îro pêncşem 21/7/2022 an de daxuyaniyek Jİ BO RAYA GİŞTÎ da:

di daxuyaniye de ev hat gotin :

Ji despêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê û heta niha jî dewleta Tirk êrîşên xwe li ser gelên herêmê bê navber dewam dike û di 10 saliya şoreşa 19’Ê tîrmehê de ji bo binpêkirin û têkbirina hemû deskeftiyan bi hemû awayan ked dide ku bingehê  vê pirojê li ser erdê nehêle .

Êrîşên dewleta Tirk  yên ku çêdibin bi bihanên cûda cûda ne ku rojane herêmên me di nava metirsiyan de dihêlin . Ev êrîş ne tenê li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ye lê belê li ser Şengal Mexmûr û herêmên parastina medya yê jî tê kirin bi armanca dagirkeriyê û vala kirina herêman ji gelê herêmê .

Duh  di dîroka 20 ê tîrmehê de jî êrîşeke bi topan li ser cihekî geştyariyê bû ku gelên Îraqê li wê derê çûbûn seyranê êrîş çêbû di encama wê de 9 kesan jiyana xwe ji destdan 2 zarok û 3 jin û 4 mêr û her wiha 25 birîndar hene û birînên wan giranin . Di heman demê de salvegera komkujiya Sûrojê bû.  Despêkê em vê dibêjin  çima ezman û hewaya Îraqê ji dewleta Tirk re vekirî ye ? ji ber ev êrîş piştî ku duron derketine çêbûye . her wiha xwe bi cihkirina dewleta Tirk di Îraqê de bi vî awayî gelo nayê wateya dagirkeriyeke rewa? ji ber li ber çava ye û her kes dibîne mûdaxeleya dewleta Tirk ji hemû erd û hewaya dewleta Îraqê û herêma Başûrê Kurdistanê re eşkere ye û li dijî hemû zagon û qanûnan e . Ev yek gelek xeterî û metirsiyan ji  bo demên pêş bi xwe re tîne .

Ev komkûjiya ku  duh di der heqê sivîlên Îraqê de li gundê perex yê girêdayî bajarê Zaxoyê çêbû sûcekî mirovahiyê ye  em berpirsiyariya wê didin ser rayedarên Îraqê û rayedarên herêma Başûrê Kurdistanê  ji ber her li hember van êrîşan bê deng man û helwesteke tûnd ji dewleta Tirk re danayinin .

Em rêxistina Kongra star bang li gelê Başûrê Kurdistanê û gelê Îraqê ku bargehên dewleta Tirk li welatê xwe nehêlin û xwediyê helwesta xwe bin ji ber armanca dijmin eşkereye û daxwaza wan dagirkeriye û têkbirina hêz û îradeya gelan ya azadîxwaze .

Em vê êrîşê bi tûndî şermezar dikin û bi dilê xwe bi we re ne .Sersaxî ji malbatên qurbaniyên komkujiyê  re.Şîfa ji bo birîndaran re .Her wê azadî ya gelan be .

 

 

Back to top button