
îro Pêncşem Dîroka 21,7,2022 Ciwanên şoreşger û jinên ciwan meşek ji bo êrîşên Dewleta Tirk a fașîst ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûryê û bitaybet li ser bajarê kobanê a berxwedêr meşek li qada jina azad ta bi Daristana kobanê cihê ku bûyer lê qewimî bû hat bi rêxistin kirin , bi dehan şêniyên kantona kobanê û endamên saziyan beşdarî meşê bûn , kesên ku beşdarî meşê bibûn ji endamên Kongra Star,Meclisa malbatên şehîdan ,Ciwanên şoreşger , meclîsa komînan , Partiya yekîtiya Demokratîk PYD,Rêverberiya Xweser, û Hwd beşdarî vê meşê bûn.beșdarvanan Alên Kongra Star,wêneyên Rêbertî,Alên Meclîsa Malbatên şehîdan hilgirtibûn û fîlkêsên ku dibin durişmeya ,li dijî ,ÎXANET Û DAGIRKERIYÊ WERIN CENGA AZADIYê,û bi siloganên Berxwedan jiyane , Bimire îxanet û dagirkeriya dewleta tirk , Bijî Rêbertî, ta ku gihiştin Daristanê piştî ku şênî gihiştin cihê bûyerê bi deqeyek Rêzgirtinê li ser ruhê cangoriyên azadiyê rawestiyan û piştre Axaftin li ser nave Tevgera ciwanên şoreşger ji aliyê Ahmed Derwîş ve hat kirin Ahmed wiha Axaftina Xwe destpê kir û got ,ev meşa me weke ku gelê me dizane dewleta dagirker, dewleteke hov û xwîn mij e, li zaxo û Bakur û Rojhilatê sûryê topbaran xwe li ser gel bênavber berdewam dike,tê diyarkirin ku bingeha dewleta Tirk hilweșiyaye destwerdana ji Bakurî Suriyê jêre bûye weke xwenekê ji ber vê yekê êrîșan tîne li ser gelême û zarokên me , li ser vî bingehî em wek ciwanên vê herêmê her ciwanek wê ji Erdoxanre bibe weke kabûseke emê nahêlin ku ew xewa șevan bike ,her dem dewleta tirk li ser vê herêmê û hemî cihên ku kurd lê dijîn herdem êrîşî wan dike demekê li zaxo û îro ji di navbera Hesekê û Qamişlo bombebaran dike pirsgirêka dewleta tirk gelê kurd ‘e ger ku em bi kuda biçin wê herdem îrîşê me bike ji ber ku bingeha wê êdî hilweşiyaye , lewra weke ciwanên QSD, li vî bajarê pîroz wê ji Erdoxan sînor dayne ne erdoxan û nejî alîgirên wî em her ciwanek her şervanek YPQ û YPJ QSD wê tola hevalên me li erdê nemîne wê ciwanên me xwîna şehîdan li erdê nehêlin ,emê bi tektîk û stratejiya șere Gel ê șoreșgerî van êrîșan vala derxînin ,wê gelê me dayik û bavên me wê li pişta mebin, li ser vî esasî emê bersivê herî xurt bi biryarên herî tûnd bersiva êrîșên Dewleta Tirk a dagirker bidin ,em dilsoziya xwe bi șopandina li ser rêya sehîdên xwe didin.bi durușmeyên Bijî Berxwedana Gerîla .Berxwedan Jiyane. Bijî Rêbertî, meș bi dawî bû.