ArşîvDaxuyanî

Kiryarên dewleta Tirk a faşîst karakterê wî a qirker destnîşan dike

Înîsîyatîfa Jinan ji bo Parastina Kurdistanê li dijî Dagirkeriyê gi bo şermezarkirina êrîşên hovane yên dewleta Tirk ku rojana li ser axa Kurdistanê dide meşandin, û Înîsîyatîfa Jinan ev kiryar karakterê qirker a dewleta Tirk a faşîst careke din destnîşan dike pênasekir.

Îro, În 22/7/2022’an, Li ser navê Înîsîyatîfa Jinan ji bo Parastina Kurdistanê li dijî Dagirkeriyê

daxuyanî ji bo raya giştî da, daxuyanî ji bo şermezarkirina êrîşên li Zaxoyê li dijî sivîlan pêk hat da:

Daxuyaniya Li ser navê Înîsîyatîfa Jinan ji bo Parastina Kurdistanê li dijî Dagirkeriyê weha dest pêkir:

Em weke Înîsîyatîfa Jinan ji bo Parastina Kurdistanê li dijî Dagirkeriyê êrîşên hovane yên dewleta Tirk ku rojana li ser axa Kurdistanê dide meşandin şermezar dikin.’

Înîsîyatîfa Jinan da xuyakirin ku Ev êrîşên wiha rojane bûyerên qetilkirina sivîlan û zirarên mezin bi xwe re tîne. Di heman demê de karakterê qirker a dewleta Tirk a faşîst careke din destnîşan dike.’

Înîsîyatîfa Jinan  balkişand ser êrîşên li Zaxoyê li dijî sivîlan pêk hatin dide diyarkirin ku dewleta Tirk hemû pîvanên şer derbaskiriye û li dijî hemû pêkhatiyan dijminatiya xwe dike. Di heman demê de li Kobanê û Amûdê jî dewleta Tirk êrîşî bi balafirên şer ser herêma me kir, ev hemû encama fetisandina civîna Erdogan ya li Tehranê ye ku tê de çiraya kesk ne girt êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye bike. Dewleta Tirk tu zagon û hiqûqên navnetewî pêk nayîne û rojane bê serûber sivîlan qetil dike û hedef digire. Bi taybet jî nav de jin û zarok dike hedef. Ji Kurdistanê rojane em agahiyên qetilkirinê dibîhîzin û ev kiryar jî her dewleta Tirk sûcdarê wê ye bê ku were cezakirin.’

Înîsîyatîfa Jinan ji bo Parastina Kurdistanê li dijî Dagirkeriyê  got:Em bi tundî êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin û civaka navnetewî heydar dikin ku êrîşên dewleta Tirk êdî hemû sînor derbaskirine. Pêwîste li dijî qetilkirina mirovan saziyên navnetewî û aliyên pêwendîdar ji bêdengiya xwe derkevin û dewleta Tirk di dadgehên sûcên şer de bê darizandin.’

Di dawiyê de Înîsîyatîfa Jinan sersaxi ji malbatên Şehîdên komkujiya Zaxoyê re xwastû şefaya acil ji birîndaran re xwast.  Bang li gel kir ûgot:  Em dibêjin bila gelê me li hember hemû cureyên êrîşan ji têkoşînê re amade bin.’

Back to top button