DaxuyanîNûçe

Ciwanên malbatên șehîdan bi daxuyaniyekê dagirkerî redkirin û soza domandina tekoșînê dan

Ciwanen saziya malbatên șehîdan tekezkirin ku ew wê li ser riya șehîdan bin û bi fikir û ramanên Rêbetî xwe ronî bikin û wê qet ne rawestin heya ku azadiya Rêbertî ya fîzîkî misoger nekin.

misoger nekin.

Îro În 22/7/2022’an,  li bajarê Amûdê daxuyaneke hat dayîn di bin diroşmeya ” Na ji dagirkeriya Tirkî re ”  daxuyanî li qada jinê set di 6 û nîvan de destpêkir sînîyên bajar tevlî daxuyaniyê bûn.

Bi navê ciwanên malbatên şehîdan Suheyla mûhemed daxuyanî xwend: Suheyla weha dest bi xwendina daxuyaniyê kir’ Bi hatina 10’emîn salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê re ku bingehê wê ji felsefa Rêbetî digire û gelên bakûr û Rojhilatê Sûriya bi ramana Rêber Abdulah Ocelan hatin cem hev . ‘

Îșaret bir ser reng û șêwaza șoreșa Rojava û got: ‘Ev şoreş bûye modelek ji bo biratiya gelan û bingehek saxlem ji bo Sûriyeya pêşerojê,  Sûriyeyeke ku em hêvîdar in wê bibe ji bo hemû gelê Sûriyê ji hemû pêkhateyan re.’

Di heman demê de bal kișand ser deskeftiyan û got: serkeftinên dîrokî hatin bidestxistin li dijî dijminê mirovahiyê û dijminê kurdan li hemû qadên kurdistanê,  li çiyayên Rojava û Şengal , tevî bikaranîna hemû çekên qedexekirî yên navneteweyî û êrîşên xwe yên dron ên ku welatparêzên gelê me kirin hedef û her ku Erdogan. dor li hundir û derve teng dibû.’

Daxuyaniya ciwanên malbatên șehîdan bi bîrxistin ku dijmin bi hemû cureyan êrîșên xwe bi ser ramanên Rêberi de dibe weha anî ziman: Di fermanên li dijî Rêbertî serî li rêbazên herî qirêj ên tecrîd û razberkirina da Rêber APO yê zedeyî 23 salan li dijî hemû rêbazên pêkanîna mafê xwe yên ku bi exlaq û nerxên mirovahiyê yên demokratîk re nagunce li ber xwe dide.  ‘

Ruxmî șert û mercên îmralî ramanên Rêberi bûn bingeh da ku ciwan li berxwebidin: Tevî wê yekê jî , Rêbertî li ber xwe da û her cure zext û zordarî li dijî wî kir û wî imralî kir ekoleke ramanê ku ji wê ronahiyê derdixe da ku fikriyên xwe bide bi milyonan gelê me di pêşengiya wan de jî koma ciwanan ku hîmên sereke yên şoreşê ye û hembêza wê ya germe , Rêbertî wê îradeya ciwan û jinan bimîne û garantiya serkeftinê ye.  ‘

Ciwana soza domandina tekosînê li beramberî tevahî cureyên desthilatdarî dan û weha dirêjî dan daxuyaniya xwe:Em wek koma ciwanên malbatên şehîdan in,  xwedî vîn,  zanîn û ruhê welatpareziyê ji kaniyên ramana Rêbertiyê ne,  lewma em ê li ser xeta şehîdan û nêzîkatiya Rêbertiyê bin û heta ku Rêbertî ji nav lepên vî dijminê hov rizgar bibe em ê serî li hemû rêbazan bidin û hemû îmkana bi dest bixin , Ev dijminê hov ku li himberî berxwedana Rêbertî û berxwedana Gêrîla qehreman têk çû , ev dijminê ku bi xwe re sond xwar ku ew ê tola kudan li ku be û li ser rûyê heyvê jî hilîne.’

Armncên dijmin eșkerekin û ew armanc wê bi vîna ciwana vala were derxistin: yanî dixwaze me ji hebûnê ” ziman , çand , kevneșopî û nirxên mîrasî ”  biqedîne û êrîşên wî yên rojanê li ser herêmên Rojava û hewldanên wî yên bênavber ji bo sabotekirina ewlekarî û ewlekariya herêmên me bi riya maşîna xwe ya leşkerî ya ku jêr û çetêyên xwe yên kirêgirtî.  ‘

Di dawiyê de ev hat diyarkirin ku ji êrîş û dagirkirina ax zêdetir , guhertina demografiya wê û pêkanîna hemû operesyonên sîstematîk ên Tirk kirine rê vekirî ye’ .

Û ciwanên malbatên şehîdan ên bajarê Amûdê bang li hemû ciwanên kurdên li welat û li dervî welat ku smerkên xwe yên dîrokî bi cih bînin û vegerin hembêza welatê xwe û paristina wê bikin heta ku ev dijmin têk biçe û qonaxa dîrokî bi ser bikeve’.

Her wiha bang li hemû saziyên ciwanên demokratîk ên cîhanê dikin ku xwdî li doza xwe derkevin û destekê bidin êzmûna pêşeng a Rojava di rêveberî û firseta biratiya gelan de û Erdogan û çeteyên wî ji herêmên me dûr bixin û heta serkeftinê em ê ji bo hêzên xwe yên leşgerî bibin eniyekehevgirtî’ .

Azadî ji bo Rêber APO,Mirin ji faşîzme re, Jiyana dirêj ji bo ruhê şoreşa 19 Tîrmehê.

Back to top button