Arşîv

‘ Zîlan nîşan da ku çalakiyên mezin her tim jin pêk tînin’

Jinên bajarê Qamişlo girîngiya çalakiya şehîd Zîlan a li ser wan û kar û xebatên wan vegot. Jinan diyar kir ku piştî wan çalakiya têkoşer Zîlan bihîst serê wan bilind bû û ji wê çalakiyê hêz girtin.

Sîstema desthilatdar a dagirker, li Rojhilata Navîn xwe bi dewletên neteweperest ên wekî Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê dide domandin. Yek ji gelên dîrokî yên Rojhilata Navîn jî gelê kurd e. Her çendî dewletên neteweperest xwest çand û hebûna gelê kurd tune bikin, her çendî heta cihekî kurd parçe kirin jî, lê her tim bi berxwedanên mezin re rû bi rû hatin. Yên ku gelek caran bûne pêşengên berxwedanê jî jin bûn. Di dîroka kurdan de jinên wekî Zarîfe Koçgirî, Leyla Qasim, Zîlan, Bêrîtan û Sakîneyan şopa berxwedaneke mezin li pey xwe hiştine û gihandine nifşên nû.

Yek ji van jinan jî Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) e. Zîlan jinek ji bajarê Melatyê bakurê Kurdistanê ye. Di sala 1996’an de planên qirêjî yên dewleta tirk li ser Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê hebûn. Ji ber wê jî dewleta dagirker dixwest suîqastekî li paytexta Sûriye Şamê li dijî serokê Tevgera Azadiyê Abdullah Ocalan pêk bîne. Ev xwesteka dewleta dagirker nehat cih, li hemberî vê plana qirêjî jî jina kurd Zîlan di 30’ê Hezîrana 1996’an de bedena xwe bi bombeyan pêça û di navenda bajarê Dêrsimê de, di nava leşkeran de xwe teqand. Zîlan mêjiyê dewleta dagirker ê ku planên tunekirina kurdan dikir, li Dêrsimê belav kir.

Vê çalakiya Zîlan ne tenê planên dewleta dagirker ji holê rakirin, di heman demê de hêz û bawerî da hemû jinên li tevahiya Kurdistanê. Jinên Rojava jî bi çalakiya Şehîd Zîlan bi bandor bûn. Wek li her sê parçeyên din, li rojavayê Kurdistanê jî kurd bûn wek guneh dihat dîtin û yên digotin ez kurd im, dihatin girtin, îşkencekirin an jî kuştin. Jinên bajarê Qamişlo derbarê tekoşîna Şehîd Zîlan hestê xwe anîn ziman.

Jina bi navê Semîra Mihemed a 49 salî di 1982’yan de Tevgera Azadiyê nas dike. Semîra dibêje ku îdeolojî û fikra Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan paqij û rast e, ji ber wê wan jî fikra azadiyê ya Tevgera Azadiyê eciband û tev li kar û xebatên rêxistinî bûn.

‘Jinan şopa berxwedanê ji Zîlanan wergirt’

Semîra diyar kir ku beriya Tevgera Azadî jin wek kesên cahil dihatin dîtin û wiha axivî: “Jinan nedikarî li gel zilaman biaxivin. Jinan şerm dikir deng bikin. Tevgera Azadiyê ferq nedikir di navbera jin û mêran de, me bi wan re mafên xwe zanîn û me têkoşîn meşand.” Semîra diyar kir ku dema şehîd Zîlan çalakî pêk anî wê xebera çalakiya şehîd  Zîlan li ser belavokekê bihîst û wiha qala bandoriya çalakiya Zîlanê kir: “Me cesaretek mezin ji heval Zîlan wergirt. Îro hemû jinên kurd di rêya wan de dimeşin. Mînaka wê jî Arîn û Avesta ne. Ev şopa berxwedanê ji Zîlanê wergirtin. Niha jî bi hezaran jin li ser heman şopê dimeşin.” Semîra, ku di temenê ciwaniya xwe de dest bi têkoşînê kiriye, heta niha jî di nava Şoreşa Rojava de kar û xebatan dike.

‘Cesareta jinên wekî Zîlanê, tirsa me şikand’

Yek ji Jinên Cephewî jî dayika 60 salî Bedîa Hesarî ye. Dayika Bedîa dibêje ku dema cara yekem endamên Tevgera Azadî hatin mala wan, jê re digotin telab (xwendekar), wan deriyê xwe ji telaban re vekir û bi wan zane bûn. Bedîa wiha qala bîranînên kar û xebatên Jinên Cephewî kir: “Me bi dizî kar dikir. Dema me kar dikir dewletê em dişopandin. Me digot em ê herin şînê, me wisan tevger dikir. Carinan jî me digot em ê herin şîrîniya du ciwanan. Me li gel hemû zehmetiyan kar dikir, me civîn û kar û xebatên xwe dikirin. Me cilên qetiyayî li xwe dikirin, ji bo ku bibêjin ew ji kar tên. Em neditirsiyan, ji ber fikrên serok Apo û cesareta jinên wekî Zîlanê.”

‘Me bi hêza jinên wekî Zîlanê zincîra koletiyê şikand’

Dayika Bedîa wiha qala bihîstina çalakiya şehîd Zîlan kir: “Min bi belavokê bihîst, lê her kes pê hesiyabû. Digotin jinekê çalakiyek bi vî awayî çêkiriye, her kes şaş mabû. Rast e em qehirîn, lê me hêz girt. Me got divê em doza wê bişopînin. Em ê ji cîhanê re tev bibêjin em ji pey şopa vê hevala xwe venagerin. Me bi fikra jinên wekî Zîlanê zincîra koletiyê ya ku malbat, şêx û melayan li me pêçayî qetand. Heval Zîlan xwest bêje dewletê ez jinek im, ez ê fikra we ya qirêjî biteqînim û hîn jinên wekî min hene.

‘Îro li Efrînê Avestayê bi kîna Zîlanê çalakî pêk anî’

Yek ji Jinên Cephewî jî Behiya Silêman e ku di 22 saliya xwe de dest bi karê Tevgera Azadiyê kiriye. Behiya wiha qala xebata xwe ya wê demê dike: “Ji ber me exlaqê paqij ê telaban dît û ji bo azadiya me kar dikirin, em jî tev li wan bûn. Mala me dûrî rêyên navendî bû. Gelek civînên Jinên Cephewî li mala me dihatin kirin. Piştî me çalakiya hevala Zîlan bihîst, em bi hêztir bûn. Dema wê di nava tabûren leşkeran de xwe teqand. Piştî şahadeta wê me karên mezintir dan pêşiya xwe û bi ser xistin. Me jiyana wê xwend, me çalakiya wê nirxand. Me ji xwe re got dema hevalek me xwe biteqîne, em ê çima ji leşkerên rêjîmê bitirsin. Me wek jin di nava mêran de serê xwe rakir û me ji wan re got çalakiyên herî mezin jin dikin. Heval Zîlan serê me bilind kir. Heval Zîlan îradeya xwe ji dewletê mezintir dît û ji dewletê re got em dikarin li hemberî we bisekinin û em dikarin xwe bigihînin nava we.”

Behiya got ku hevala Avesta bi heman hêz û hêrsa şehîd Zîlan îro li dijî dagirkerên Efrînê wekî Zîlanê xwe teqand û şopa Zîlanê domand.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27