ArşîvNûçe

EM KİÇKÊ XWE DİDİN LÊ RûMETA XWE NADİN

EM KİÇKÊ XWE DİDİN LÊ RûMETA XWE NADİN

İro salvegera dagirkirina Afrînêye. Emê tu caran dagirkirina Afrînê hazm nekin u qebûl nekin. Hemu dagirker bun yêk u êrîşî Afrînê kirin. Di encama vê erîşê de Afrîn hat dagirkirin. Encamê berxwedana du mehan u bedelekî giran, dijmin encax karîbû Afrînê dagir bike. Dayikên xwedî rûmet u zarokên wan Afrîn bi hêsanî ji dijminre berneda. Niyeta wan nîne berdin jî.

Yê ku mohra xwe li berxwedana Afrinê dayî, gotinên dayikên Afrinê bû. Gotina, “Emê kiçkê xwe didin, lê rûmeta xwe nadin” ev gotin asta gihiştina jinên Kurd diyar dike. Nevîyên İştar, Mitra û İndra xwedavendên hemdem dayikên Afrînê, sekna xwe ya dîrokî, civakî, lehengî û yê herî girîng jî nasnameya xwe ya jintiyê raber kirin. Ew gotina dayikên pîroz dikare bibe mijara helbest, stran, film, çîrok, pirtûk û hwd. pewiste bibe jî. Ger nebi kêmasiyek dirokiye.

Gotina dayikên Afrînê ewqasî bi bandore, ew qas hestiyarî û filozofike jî. Ruxmê êrîşê li serweran, neviyên xwedavenda bi hestên xwedaya, çanda xwe ya komunal, pirereng û dewlemend diparêzin. Ew gotina ku, em kiçkên xwe didin lê rûmeta xwe nadin, îspata vê yêkêye. Ya girîng ewe ku jinên Kurd civakbûna xwe bi awayekî herî radîkal diparêzin. Piştî ku jinan civakbûna xwe parast û helwest danî, wê li hemberî dagirkeran tu caran berxwedanî kêm nebe. Ev rastiyeke, carna di şerda dibe ku hinek cih bê wenda kirin, wek niha Afrînê, lê ya girîng ewe ku tu caran dagirkerî neyê qebulkirin. Ji xwe dayikên dilşewitî di serîda sekna xwe û helwesta xwe diyarkirin. “Emê rûmeta xwe nedin.” Ji xwe sekna herî pîroz jî eve. Ev helwest di heman demê de têye wê watêyê ku zû ango dereng wê Afrîn ji dagirkeranre nemîne. Ji ber ku dayikan di destpêkê de li hemberê dagirkeran helwesta rast raber kirin.

Wek sekna dayikên Afrinê, Helebê jî sekneki welatparêzî u berxwerdêr bu. Li Helebê jî demekî dîrêj dayikan kêleka zarokên xwe u şervanên xwe berxwedabun. Ruxmê êrişên pir Dijwar hebu, disa jî ew tenê nehêliştin. Yên ku êrişi Helebê kirin u yên êrişi Afrinê kirin, xwedi heman ferasetê bun u heman çetebun. Pişt wan çeteya heman hêz heye. Serkêşiya wan dagirkeriya dewleta Tirk bû. Dayikên êş kişandî hem li Helebê hem li Afrinê serkêşiya berxwedanê kirin. Zarokên dayikên Afrinê tenê ne li Afrînê, li cihên cûda jî serê dîlana berxwedanê girtibûn. Arîn Mîrkan li Kobanê serê dîlanê girt û di encam da serkeftin bi xwere ani. Berxwedaniya Afrinê jî serê dilanê, Avêsta Xabur kişand. Sekna Arîn u Avêsta, teyisandina hest u rihê dayikên Afrinêye. Esas em hemu şervanên azadiyê jî, teyisandina hest u rihê dayikên Afrinêne. Ji berk u em zarokên dayikên xwedi hestê piroz u rumetin, em serbilind u keyfxweşin.

Ger rojek çuyina min ya Rojava çêbe, ezê destên wan dayikên eş kişandi, dilşewiti u xwedi hestên bê hempa, maçi bikim u hûrmeta xwe ji wanre bibêjim. Ez neçim jî, rêhevalên min divê şuna min destê wan dayikan maç bikin. Bajarê Afrinê rizgar kirin deyn u erkekî yê me şervanaye. Heta em Afrinê rizgar nekin, em nikarin bejin ku em zarokên baş yên dayikên Afrinêne. Layiqê dayikên Afrinê buyin, Afrin jî dagirkeran rizgarkirin u xwedi rumeta dayikên Afrinê derketine. Ez bi hêvî u bawerim ku rumeta dayikên xwedawenden hemdem wê serkevin.

SİLAV U RÊZÊN APOYİ

20.01.2019

şEHîD  DİLŞÊR HEREKOL

 

 

Back to top button