ArşîvÇalakî

Li bajarê Amudê şehîdên meha tîrmehê hatin bibîranîn

Xelkê bajarê Amudê 20 şehîd li goristana şehîd Îsmaîl bibîranîn, û di marasîmên bîranînê de soza parastina deskeftiyên şoreşê hat dayîn.

Îro pêncşem 28/7/2022’an li bajarê Amûdê 20 şehîdên doza azadiyê hat bibîranîn, şehîd li goristana Ş. Ismaîl  xelkê bajêr bibîranîn, li goristana şehîdan wêneyên şehîdan û alên saziya malbatên şehîdan rakiribûn, beriya  ku dest bi marasîmên bîranînên bikin xelkên bajêr deqeyeke rêzgirtin li ser rihê şehîdan rawestiyan,pişt re

li ser navê saziya malbatên şehîdan, Miemed çûlê axivî û got :Em 20 şehîdan îro bibîrtînin di serî de em ser saxî ji bo malbatên şehîdan gelê kurd,Ereb,Suryan dixwazin, gelê me yê bi rumet asta ku em tê de derbas dibin êrîşên li ser heremê pêk tên tevahî pilanên dewletên netewî bi taybet dewleta Tirk a faşîst e, armanc û hedefên wan destkeftiyên ku bi van qehreman hatiye bi destxistin dixwaze  ji dest me weke gelê heremê bigire. Çolî weha dirêjî da axaftina xwe’ em wek malbatên şehîda ji bo ku em destkeftiyê van şehîdan biparêzin  em soza xwe nû dikin ku emê  bi hêzên leşkerî re bin û pê re bisekinin li hemberî êrîş û tehidêdên dewleta Tirk em bisekinin, bibin mertal û em şopdarê şehîdên xwe ne.’ Çolî bibîrxist ku ewê fikir û ramana Rêbertî biparêzin û got:ger îro em têdikoşin ratiya dijminê xwe nasdikin ev tev bi saya fikir û felsefeya rêbertî ye, lewma emê fikir û felsefiya rêber Apo biparêzin, û nehêlin dewleta Tirk xaka me careke din dagirbike.’ Mihemed çolî tekezkir ku çi bê xwastin wê pê rabin’ em wek malbatên şehîdan di kîjan şert û mercan de be em seferber bin û li hember êrîşên dewleta tirk  emê her xwedî  helwest bin, û bedengiya dewletên navnetewî mîna koalîsyona navnetewî û Rûsiya li hemberî van kiryaran bi taybet êrîşên bi riya  firokên bê mirov rojane li  ser gelê sivîl dike û şehîd dixe û ew hêz bêdengin em van êrîşan şeremezar û lenet dikin.’

Di dawiya marasîman de nasnameyên şehîdan hat xwendin.

Back to top button