ArşîvGotar

Nevîyên şêx Seîd û Seyîd Riza bûn hewariyên serdemê

Dijminên mirovahiyê, di kesayetiya gelê Êzidî de, xwestin Kurdan tinebikin, lê kurdan di dîrokê de navê xwe bi tîpên zêrîn di pêşengtiya dwazdekan de nivîsîn û bi serbilindî ji mirovahiyê re pêşengtîkirin.

Nevîyên şêx Seîd û Seyîd Riza bûn hawariyên serdemê.

Kurdên xwedî dîrokekî tije dewlemendî, axên bi xêr û bêreket, ên ku ji şaristaniyê re pêşengtî kirîn, her tim ji aliyên desthilatdaran ve bûne armanca êrîşan. A rastî ji ber ku Kurd xwedî dîrokekî kevnar, çand, felsefe û zanîstiyekî kûr in, dijminên mirovatiyê her tim hebûna xwe li ser tinebûna wan avakirye. Eger bi ser Kurdan de neyên, wan înkar û îmhanekin, nikarin desthilatdariya xwe bidin domandin.

Kurdên xwedî felsefeya paradîgmaya Netewa Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê wê li Rojhilata Navîn û cîhanê de pêşketinên gerdûnî biafirîne, li hemberî van pêşketinên gerdûnî yên di pêşengtiya, paradigmaya serdemê û jinê azad de pêşdikeve, dagirkerî hew dikare desthilatdariya xwe bimeşîne. Ji ber ku dîroka xwe hemû li ser derew, înkar û tinekirinê daye avakirin, ji rastî, azadî û ronahiyê ditirse, ji rastiya xwe mûkur nayê. Ew rastiyên bi pêşengtiya dwazdekan de, destana lehengiyê hatî nivîsandin, ronî daye mirovahiyê, lê ev dijminên mirovahiyê, yên ku nesîbê xwe ji mirovahiyê, evîn û hiskirinê  negirtin pişta xwe dan van pîrozahiyan, ji bo wê tenê reşahiya xwe dîtin, bi reşahiya dilê xwe ve xwestin cîhnê reşbikin. Ji bo wê cilên wan reşbû, dilên wan reşbûn, rûyên wan reşbûn û bextên wan reşbûn.

Gelo ma dibe reşehî li hemberî ronahiya evîna Edûlê bi serbikeve? Her ku evîna Edûlê mezin dibû û tirîjên rojê bilindi dibû, reşahî winda dibû.  Reşahî di rondikên çavên dayîkên Şengalî de dixeniqî,  di giriyê zarokên Şehngalî de xeniqî û di reşahiya xwe de fetişî.

Her û her ên bi serketin, evîna Derwîşê Evdî û Edulê bû.  Edûlên serdemê, bi evîna xwe ve dîmenên mirovahiyê, kedxwar û sîxurî tunekirin,

Dîroka serdema lehengiya gelê Kurd di pêşengtiya felsefe û ramanên Rêber Abdllaha Öcalan de, destpêkir, serdema xweda û xwedevandan ji nû ve vejiya.

 

 

Back to top button