Arşîv

YJA Star: Zîlan qeder da guhertin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star, gerîlaya PKK’ê Zeyneb Kinaci (Zîlan) a di sala 1996’an de bi çalakiyeke fedaî şehîd bû, bibîr anî. YJA Star bibîr xist ku Kinaci bi çalakiya xwe qedera Kurdistanê da guhertin.
 

Fermandarıya Biryargeha Navendî ya YJA Star a daxuyaniyeke nivîskî da got: “Em di serî de hevrêya Zîlan ya ku bi çalakiya xwe bû manîfestoya jiyana azad û şopdarên wê Sema Yûce, Gulan, Fatoş saglamgoz, Rojbîn Arab, Ronahî, Elefterya, Arîn Mîrkan, Jîn Rojhilat, Zinar, Doga, Têkoşîn Farqîn, Avêsta Xabûr û bi hezaran hevrêyên xwe yên qehreman bi rêzdarî bi bîrtînin û em soz didin ku em ê têkoşîna wan ya azadiyê bi serkeftinê tacîdar bikin.”

YJA Starê di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan:

“Hevrê Zîlan di 30’ê Hezîrana 1996’an de bi çalakiya xwe ya ku qedera Kurdistanê guhart, navê xwe li dîroka azadiyê nivîsand. Komploya ku dixwestin li hember hêviya jiyana azad a gelê Kurd Serok Apo pêk bînin bi hemû kûrahiya wê hîs kir. Derxist zanistê ku bı çalakiyeke ku dijmin hejîne dikare ev komplo dide asteng kirin. Bi vê watê rastiya Zîlan dibe heqîqeta ku rastiya Serokatiya me û têkoşîna me ya azadiyê derxistiye holê. Hevrê Zîlan bi gotina xwe ya “Ez dixwazim bibim xwediyê jiyaneke bi wate” di jiyan û çalakiya xwe de nirxên etîk û estetîk derxist holê. Hevrê Zîlan ya ku xwedî zanista welatparêziyê bû, xwe bi awayeke baş rêxistin kiribû, ji bo ku serkeftinê bi dest bixe têkoşîneke mezin da û çalakiya xwe bi vîna azad pêk anî, hevrê Zîlan heqîqeta Birdoziya Rizgariya Jinê ye. Bi çalakiya xwe yekalîbûn derbas kiriye; tenê ne di milê leşkerî de bûye peyameke birdozî, felsefî û siyasî.

Çawa ku di salên 90’î de dijmin dixwest Serokatiya me û tevgera azadiyê tesfiye bike û gelê Kurd bi zordestî, êşkence xilas bike; îro jî em dibînin ku dewleta qesrê ya faşîst bi heman kirêtiyê van hewldanên xwe didomîne. Erdogan ê ku domkirina desthilatdariya xwe di xilasbûna me de dibîne hemû aboriya dewletê ji bo xilasbûna me razandiye. Weke ku çavên wî zîviriye êrîşî her derê dike, bi siyaseta bi xwîn hewl dide ku temenê xwe dirêj bike. Me ev di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de jî bi awayeke vekirî dît. Da ku di hilbijartinan de serbikeve û rejîma xwe ya desthilatdar bidomîne mîna Pirsûsê qetlîaman pêk tîne. Di heman demê de li ser êrîşên Qendîl û Xakurkê hewl da ku propagandeyeke reş bide meşandin, bi vî şêwazî dixwest li gor berjewendiyê xwe hêl bide civakê. Li hemberî vê weke tevgera azadiyê bê ku em ji têkoşîna xwe paş de gav bavêjin di şexsê hevrêyên me yên qehreman ku bi rastiya şehadetên xwe nirxên mezin dan avakirin û bûn şopdarê Zîlan me cardin derxist holê ku em bin nakevin.

Weke hêzên YJA Star jî xeta ku her roj, her dem û her deqîqa em ji xwe re hîm digirin xeta Zîlan e. Weke ku Serokatiya me jî bi awayeke vekirî dide diyarkirin; “Zîlan fermandara me ye û em jî leşkerên fermana wê ne.” Eger îro di çar parçeyên Kurdistanê de jin xwe bi rêxistin kirinê dizîvirin vînekê ev bi saya rêka azadiyê ya ku hevrê Zîlan ji bo jinê vekiriye ye. Em dizanin ku asta azadiya jina Kurd asta rêxistinbûnê ya ku têkoşîna Zîlan derxistiye holê ye. Eger îro artêşbûna jin mezin bûye, pêşketiye û îro ne tenê ji bo jinên li Kurdistanê, ji bo jinên Rojhilata Navîn û yê dinyayê dibe hêviyek, dibe xeleka kişandinê ev berhema hewldan û keda hevrê Zîlan e.

Weke YJA Star dema em didin diyar kirin ku em ê xwedî li vê kedê derbikevin; em şêwazê jiyan û çalakiya hevrê Zîlan weke fermaneke ku pêwîste pêk were dibînin, em didin diyarkirin ku heta em vê fermanê bizîvirînin serkeftinê, em ji rastiya têkoşîna xwe nazîvirin. Bi wesîleya salvegera 22. ya vê çalakiya mezin û bi wate em dibêjin; rojên ku em hîn bêhtir nêzî Serokatî û azadiyê ne jiyan dikin. Avakirina serkeftinê û binxistina faşîzmê mîna Zîlan têkoşîn kirinê re derbas dibe. Em soz didin ku em ê têkoşîna Zîlan di tevahî Kurdistanê de mezin bikin. Cardin di kesayeta hevrê Zîlan de, em şehîdên xwe yên şoreşê û yên jiyana azad bi rêzdarî bibîrtînin, em soza xwe ya girêdanbûna bîranînên wan û xwedî li derketina mîrateya ku ji me re hiştine dubare dikin.”

Back to top button