ArşîvGotar

FERMANA 73’AN A ÊZÎDIYÊN ŞENGALÊ

Şengal li ser sînorê Iraq û Suriyê ye û di heman demê de li ser sînorê Rojava ye,Şengal ji bo Daîşê ciheke stratejîk bû ku di navbera Mûsil û Raqayê de hevsengiyê çêke û di roja 3.8.2014 an de êrîşek hovane ji aliyê çeteyên DAIŞÊ ve li ser gelê Êzîdiyên Şengalê  pêk hat ,dîrok dîsa wê rojê xwe dûbare kir ,gelê Êzîdî, ne cara yekemîn bû ku li ser wan komkûjî pêk hatibû lê ya herî nexweş ew bû ku di sedsala 21 ,ê ya ku qaşo Cîhan pêş ketiye û di vê sedsalê de ku ev komkûjî  li ser gelê Êzîdî pêk hat û malbata Berzanî ya ku qaşo herêma Başûr bi rêve dibin ,di nava seatek de hemû hêza xwe ji Şengalê vekişandin.

  • Gelê Şengalê bihêviyek mezin li benda Şervanên Azadiyê bûn ku wan ji çeteyên hov ên Daîşê rizgar bikin û gel dizanî bû ku ne Şervanên Azadiyê bin ,kes wan naparêzin ji ber ku hêza ku ji bo hemû gelên Kurd û jibo mirovahiyê têkoşîn bike tenê Şervanên Azadiyê ne.
  • Gerîla di nav şevek de bê ku cih nas bikin bi hewara gelên Êzîdî ve hatin û bi ruhê fedayî jî hatin.
  • Gelên Rojava û hêza Parastina Gel jî bi hewara gelên Êzîdî ve çûn û korîdorek mirovahiyê vekirin ku gelê Şengalê derbasî Rojava bibin.
  • Bi tekoşîneke mezin Şervanên Azadiyê bi Daîşêre şer kir heta ku Şengal rizgar kirin.
  • XIYANETA MALA BERZANÎ
  • Hevpeymana mala Barzanî bi DAIŞ,ê re ji xwe eşkere bû ,hêza Berzanî bê ku guleyek berde û gel bi parêze xwe paş de vekişandin.
  • Hêza ku li hember êrîşan parastinê neke ,wê çi bike,tê wê wateyê ku ev hêz ne ji bo gel e,tenê ji bo desthilata Berzanî û bercewendiyên wê bi Parêze.
  • Mala Berzanî bû sedema qurbaniyên dîrokî ,ne tenê bûn sedema kuştin an jî talankirina gelên Êzîdî, bûn sedema firotina keçê Êzîdî yên ku bi temenek biçûk ji Daişê re,bi hezaran keç û zarokên Êzîdî heta niha jî rewşa wan  nediyar e.
  • Piştî rizgarkirina Şengalê gel êdî xwe birêxistin kirin û êdî xwe, bixwe birêve birin ,nas kirin ku jibo parastina xwe ,xwe bi hêz bikin ku li hember qirkirinê têkoşîn bikin.
  • Heta niha Komkûjiya Şengalê nehatiye naskirin, çima Cîhan heta niha ker,lal û bê denge,divê dewletên navnetewî statûya Şengalê nas bikin ku êdî tu komkûjî li ser gelê Êzîdî pêk neyên.

 

Songul Hesekê

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27