ArşîvDaxuyanîKomîta civakî

Komîta zarokan.. bi daxuyaniyekê êrîşên hovane yên li ser zarokan şermezarkirin

Ji ber gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên rojane li ser herêmê zêdedibin, û ev gef û êrîşê zarokan hedef digire, bi taybet êrîşa dawî ya li ser navçeya Til Rifet duh pêk hat û di encama wê de 6 zarok birîndarbûn.

Îro yekşem 6/8/2022’an, komîta şilêr ya zarokan  a bi ser qada civakî ya kongra star, bi daxuyaniyekê ev êrîş şermezarkirin, bi dehan zarokên bajarê Qamişlo li dibistana Colan ya li taxa Hilêliyê kombûn, daxuyanî bi zimaê kurdî ji aliyê Mihemed Wedî’ Yusif ve hat xwendin,di daxuyaniyê de ev hat nîşandan:

Em wekî komîteya zarokan şilêr îro daxuyaniyame ji bo erîşên hovane yên dewleta Tirk yên li ser bakur û rojhilatê suriyê  şermezardikin, bi taybet  êrîşa herî dawî li ser nav.eya Til Rifet û kobanê  j’ berk u ev êrîş piranî  êrîşên li ser zarokan e. Di encama êrîşên li Til Rifet 6 zarok birîndarbûn , yek jî hîna rewşa wê pir girane.me hîna qetlîama til rifetê jibir nekiriye.wekî ku hunjî dibinin her rojane zarok tên kuştin , tên birîndarkirin.li ber çavê her kesî ev êrîş tên kirin.lê hemu cîhan bêdeng , kur , u ker bûye.tu kes van êrîşan nasekinîne. em vê bêdengiyê lanet u şermezar dikin. Em dibêjin êdî bese ji kuştinan re êdî bese ji şer re.

bila wijdanê we puç nebe tu jî bêje bese. êdî bese

Piştî ku daxuyanî bi dawî bû zarokan şanoyek bê deng pêşkêşkirin.

Back to top button