ArşîvGotar

ZAROK LI SER ZAROKAN DAXUYANÎYAN DIDIN

Belê ka em bipirsin, zarokên welatê min kengê bûn zarok? Kengê karîn di welatê xwe de bi xeyalên pembe ve jiyanbikin? Kengê karîn bi zimanê xwe biçin dibistanan, bi zimanê xwe stranan bêjin, bi zimanê xwe hezbikin? Bi zimanê xwe bêjin yadê? Bi zimanê xwe biqîrin, lîstikan bilîzin, di bin ezîmanê şîn de baz bidin?

Ey feleka bêbext de bêje, li welatên min kengê zarok bûn zarok? Zarokên tevlî merasîmên dayîk û bavê xwe dibin, zarokên hîn di 11 de saliya xwe de 13 gule li ser dibarin. Zarokên cil qetiyayî, zarokên pêxwas, zarokên kolanan, zarokên ji bo pariyek nan bibin malê ji sibê heta êvarî li berdestê hostayên sînaî kardikin, zarokên di xeyalên xwe de li pay topan bazdidin, bûne dijminê Dewleta Tirk a dagirker. Heta dewleta tirk a dagirker, ji xewin û xeyalên zarokên me jî ditirse.

Jixwe serokê DAÎŞ’ê Erdoganê faşîst û dijminê mirovahiyê, dibêje; “li ser heyvê jî çadirek bi Kurdî hebe, em li dijîne.” Ma wê çawa ne li dijî xeyalên zarokên agir û rojê yên li ezîmanê şîn li pay azadiyê bazdidin be? Komara faşîst a Tirk a hebûna xwe li ser kuştin, tinekirin û pişaftina zarokên Kurd dayî avakirin, bêguman wê tahmûla wî nebe ku zarokên Kurd xeyalên azad jiyanbikin, an jî jiyanake azad hêvî bikin. Ji ber ku dizane, hêvî ji serkeftina pêkhatî bi qîmet tire, wekî Rêbertî dibêje.

Li gorî ajansan ji destpêka dagirkirina Efrînê û koçberkirina şêniyên wê ve, di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Şehba û navçeya Şêrawa ya Efrînê de 26 kes şehîd bûn û 76 jî birîndar bûn e.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 3 komkujî li dijî koçberên Efrînê û şêniyên kantona Şehbayê pêk anîn.

Komkujiya yekemîn: Hêzên dagirker 2’yê Kanûna 2019’an li dijî koçberên Efrînê yên li Til Rifetê komkujiyek pêk anî. Di encamê de 10 welatî, di nav de 8 zarok şehîd bûn û 13 jî birîndar bûn, ku piranî zarok bûn.

Navên şehîdên komkujiyê wihan ne; Ebdulfetah Elîko (3), Arif Mihemed Cafer (6), Mihemed Mihemed Omer (7), Îmad Ehmed Kêfo (9), Mistefa Mihemed Mecîd (10), Hemûdê Mihemed Elî (11), Semîr Ebdurehman Hiso (12), Mihemed Ebdurehman Hiso (15), Elî Mehmûd Osman (54) û Hisên Ebdullah Guldedo (73).

Komkujiya duyemîn: Ev komkujî di 25’ê Sibata 2020 de li gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa li dijî malbatekê hate kirin. Di encamê de 3 kes (dê, bav û keça wan) şehîd bûn û 3 din jî birîndar bûn.

Navê şehîdan ev in; Hesen Izet Mihemed (55), Fatme Ehmed Elî (46) û Sirûşt Hesen Mihemed (12).

Komkujiya sêyemîn: Di 23’ê Çileya 2021’ê de li Til Rifetê pêk hat. Di encamê de 2 zarok û jinek şehîd bûn û 7 kes jî birîndar bûn. Şehîd ev in: Macid Yasir Sekran (5), Ebdulmuhsin Sekran (12) û Nazlî Mihemed Mistefa (55).

Artêşa Tirk a dagirker di 26’ê Tîrmeha borî de derdora navçeya Til Rifetê, gundê Şêx Îs û gundên navçeyên Şera û Şêrawa, bi bêhtirî 940 topan kirin hedef, di encamê de zarokeke 17 salî şehîd bû û 5 jin birîndar bûn.

4’ê Tebaxa 2022’yan jî hêzên dagirker bi dronekî navenda navçeya Til Rifetê bombebaran kirin, di nav de 6 zarok, bi giştî 9 welatî birîndar bûn. Di vê êrişê de welatiyê bi navê Hesen Elîko (bavê yek ji zarokên şehîd ên komkujiya roja 2’yê Kanûna 2019’an de) çavekî xwe winda kiriû.

Li gor amarên Heyva Sor a Kurd û Nexweşxaneya Avrîn, ji destpêka koçberkirina şêniyên Efrînê ber bi Şehba û Şêrawa ve, ji ber êrişên dagirkeran ên li ser Şehba û Şêrawayê, 26 welatî şehîd bûne, di nav de 13 zarok û 6 jin hene, her wiha 76 jî birîndar bûn di nav de 37 zarok û 25 jin in”

Mixabin di 06-08-2022’an de cardin du gulên welatên min çirmisandin. Du xeyalên pêşerojê, du kulîlkên zozanan, du welat, du kezeb, du dil û du çav ji me birin.  Ehmed û Aheng, du leheng du zarokên hûn di pêşeroja xwe de, Ehmedê xwedî heskirin û Ahengê hemagengiya jiyanê çêkirî.  Ehmed û Ahengên xweda û xwedewandan wan li gorî dilê xwe xemiladîn, Ehmed û Ahengê kulîlkên bax û baxçeyê azadiyê. Yên ku azadî û jiyan belav dikirin, ên ku sembola wekhevî û azadiyê, ên ku hîn di destpêka jiyana xwe de, ên ku jiyan û xweşikî ji ber wan şerim dikir, ey hovê mirovahiyê de bêje, çawa te dil da van gulan ji baxê azadiyê qutkir, debêje ey dijminê mirovahiyê, ey bêdîn û bêîman, ey beşerê bêşerim, qet para xwe ji mirovahiyê ne girtî! Debêje ey hovê bêbext, çawa te karî herdu kulîlkên me, her du melekên buhuştê li ber çavên me bibî.

Ne yek ne du, ne sê, çavê dijminê mirovahiyê, dercalê serdemê ji xwînê têrnabe. Dahaqê serdemê, gurê devbixwîn, dewleta Tirka faşîst, ê dijminê mirovahiyê, dijminê xweza û hemû zindiyan, çavên wan bar nabe ku zarokên kurdan, gulên baxê azadiyê zarokên agir û rojê azad kêvxweş bijîn, ji ber ku ji kenê wan ên azadiyê ditirse. Lê belê  zarokên agir û rojê, wê wekî tov çiqasî bikevin binaxê wê ewqas zêde bibin, wekî hesin çiqasî werin lêdan wê ewqas xurt bibin,  wekî darê çiqas çiqilên wê bên jêkirin, wê ewqas gurbibin, ango ji dervî xurt bûnê çi çara me tune, ji dervî binketinê binketinê pê ve jî, çi şansa dijmin tune.

Belê de ka binêrin, zarok li ser zarokan daxuyanî didin, li welatê min zarok zû mezin dibin, a rastî qet nabin zarok, ew her û her mezin jiyandikin, bi êş û derdan, bi kul û kedera azadiyê ve mezin dibin. Temen biçûk lê ruh û mejî mezin in, xeyal mezin in, nav Egîd û Bêrîtan in, Zîlan in, rêhevalên Arîn û Barînan in, li ser şopa Ehmed û Ahengan in. Ehmed û Aheng, du çavbelekên welatên min, du delaliyên li ber dilên dayîkên xwe, du egîdên pêşeroja welatê agir û rojê, du stêrkên esîmanan, du kevokên aşîtiyê. Belê dijminê aşîtî, xweşikiyê, nayarê bav û kalan, wê fîşekan bera aşîtiyê jî bide.

 

Back to top button