ArşîvÇalakîNûçe

Kongra Star û HPC çalakiya vegirtina konê șermezerkirinê û daxwaza rawestîna êrîșên hewayî li ser herêmê

Îro12’ê tebaxa 2022 li bajarê Qamișlo li ber deriyê neteweên yekbûrî  li ser esasê biryara ku ji aliyê HPC’ê û Kongra Star ve hate girtin bi mebesta daxwaza qedexeya êrîșên hewayî ,  konê șermezerkirinê hat vegirtin, herwiha bi durușmeyên Wijdan,demir û Edalet xwestin  bangewazî ji cihanê û saziyên ku dibêjin em xwedî li mafê mirovan derdikevin hat kirin.li ser vî esasê bi daxwazeke niviskî  jibo rawestandina êrîșên hewayî li ser gel û  herêmên Bakur û Rojhilate Suriyê ji navenda neteweyên yekbûyî ji aliji alie șandeyeke KU JI Kongra Star û HPC’ê ve pêk dihat hate pêșkêșkirin,herwiha li ser esasê hevgirtineke bi yek hest û yek daxwazê karwanekî ji HPC ji bajarê hesekê bi rêket û berê xwe da konê șermezarkirinê a ku li bajarê Qamișlo li pêșiya neteweyên yekbûyî ve hatiye vekirin .di binê kon  de di serî de ji aliyê berdevka HPC’ê jin ve Hediye Abdullah bi xêrhatina mêvanan kiri û bi deqeyek rêzgirtinê gel dawetî rawestinê li ser giyaê șehîdan kir û di piștre ji aliyê kordînasyona Kongra Star Rîhan Loqo bi devikî  daxuynî û daxwazên xwe li ser ser sedema vekirina konê sermezarkirinê vekotin û daxwaz ji tevahiya cîhanê û mirovahiyê kirin ku bila ne ker,kor û lal bin li beranber ewqas qurbaniye ku li welat û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye bêdeng nemînin û cavên xwe negrin ji van qirkirina ku ji zarok ,kal pîr ,jin û ciwan re tên kirin û rê li ber van kiriyarên fașîzane ê dermirovî bigrin.herwiha di pișrejî axaftinek ji aliyê revebira HPC ‘ê jin Xezal Suleyman Dawid ve hat kirin  . ev çalakî weke roja yekem ku fermî ev kon hate vegirtin wê her ev çalakî û helwest berdewam be heyanî  ku dewletên navneteweyi bibin xwedî helwest li pêșiya van êrișan.

Back to top button