ArşîvÇalakîParastin

‘Heta ku azadî pêk were em ê li ber xwe bidin.’ Beşdarên kona rûniştinê ev yek piştrast kirin

Îro bi dehan endamên Kongra Star, Hêzên Parastina cewherî Jin yên li navçeya Tirbe Spî ya kantona Qamişlo, endamên Kongra Star û şêniyên kantona Hesekê di roja 5’emîn de ji bo kona rûniştinê yê li ber avahiya navenda Giştî ya Neteweyên Yekbûyî NY li bajarê Qamişlo, ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kombn.

 

Kona rûniştinê ya ku di 12’ê Tebaxa 2022’an de ji aliyê Hêzên Parastina Jinê ve bi hevkariya Kongra Star li ber navenda Neteweyên Yekbûyî  NY hate vedan, bi dirûşma “Kanî edalet û wijdana”, ji bo şermezarkirina bêdengiya navneteweyî ya li hember kiryarên û binpêkirinan li heremê diqewimin.

 

Îro Sêşemê 16/8/2022 bi dehan şêniyên navçeya  Tirbe Spî ya girêdayî Kantona Qamişlo, Kantona Hesekê beşdarî çalakiya kona rûniştinê bûn, kona ku  di roja pêncemîn de ye. Wijdanê mirovahiyê li ku ye?” Ji şerê li dijî zarokatiyê re na, “Soza me ya berxwedanê ye”

Çalakiya kona rûniştinê di roja pêncemîn de bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê pakrewanên  şehîdan dest pê kir û piştre Rêvebera Meclisa Til Maarûf Navçeya Trbe Spî  bi ser  kantona Qamişlo Xaliya Ehmed axivî di destpêkê de pêşwaziya hemû beşdarên di bin kona rûniştinê de kir, bi taybet malbatên şehîdan ên ku ji bo rizgarkirina herêmê xwe feda kirine.’

Derbarê kombûna li bin kona rûniştinê de jî wê got: iEm îro li vir dicivin, ne ji ber ku em dixwazin welatên garantor alîkariyê bikin, em li vir in daku bibêjin ku kombûna me li vir hişyariyek e ji bo hêza mezin û garantor.” Li herêmê ku kêran li pişta gelên herêmê dixin, lê li ser maseyên diyalogê piştgirî û piştevaniya gelên herêmê dikin.”

 

Xaliya bang li her kesê ku guhdariya wan bike kir û wiha got: ‘Yên ku nizanin Rojava bi sedan kesên weke Arîn, Barîn, Mihyedîn û yên din rizgar kiriye da û fedayî bûn.’

 

Li ser hedef û pêkanînên mayînde yên li herêmê jî wê wiha dewam kir: “Rêveberiya Xweser a ku gel bi xwe bi vê sîstemê bi rê ve dibe dike hedef. Ji ber ku ji îradeya azad a serbixwe ditirsin, tevgerên jinan ên ku bêyî destwerdana derve xwe birêxistin dikin dikin hedef.”

 

Şehîdên ezîz, rêber her wiha ji hemû amadebûyan re soz dan ku bi fikir û felsefeya Rêbertî bimeşin û xwe biçek bikin, li ser şopa şehîdan bin û teslîm nebin ta dilopa dawî ya xwîna xwe û li ser esasê şerê gelê  şoreşgerî bixebitin ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî.’

 

Rojava di hiş û dilê Erdogan de kabûsek e

 

Di dawiyê de Xaliya Ehmed teqez kir,’Herêma Rojava di hiş û dilê Erdogan de bûye kabûs, lewma êrîşî herêmên ku lê dijîn dike.’ Xaliya”êrîşên tundrew li ser deverê ku sivîlên bêparastin dikin armanc şermezar kir.”

Berxwedan tercîha gel e

Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Hesekê Miyeser Hemo jî ji binê kona rûniştinê dest bi axaftina xwe kir û got: Em nîşanî hemû cîhanê didin ku em gelê berxwedêr in. heqaret û teslîmiyetê qebûl nakin.Em li ser esasê azadî, demokrasî û aştiyê li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dişopînin, lê dîktatoriya faşîst bi taybetî jî dewleta Tirk naxwaze gelên herêmê bi ewle, Xwerêveberiya demokratîk, piralî bijîn.’

 

Derbarê tawanên mayînde û binpêkirinên eşkere yên li dijî jinan bi taybet  Miyeser Hemo wiha berdewam kir: ‘Jin li hemû herêmên Sûriyê, herêmên di bin destên dagirkeriya Tirkiyê de, li Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî, Tirkiyê û deverên din rastî gelek tundiyan tên. binpêkirin û êrîşên derûnî û paşverû, armanca van hemûyan şikandina vîna azad a jinan e.’

Em hemû li dijî pergala kapîtalîst têdikoşin

 

Miyeser anî ziman ku gelên herêmê îro li herêmê hemû li dijî pergala kapîtalîst a li ser esasê lîberalîzmê li ber xwe didin û got: ‘Îro em hemû li hemberî pergala kapîtalîst li ber xwe didin û ji bo ku em li ber xwe bidin, em dev ji welatê xwe bernedin û herêm ji dijminan re nahêlin.’

Miyeser destnîşan kir ku gelên herêmê tevî binpêkirin û hedefgirtinê jî li ber xwe didin.

 

li ser bêdengî û neaxivtina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê pirsek ji Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan kir û got: Bêdengiya we ji bilî hevkariya bi dewleta dagirker re ji bo dagirkirina herêmê nîne. Ev heremên ku bi saya fikir û felsefeya rêber û tekoşîna şehîdan riagar bûye.

 

Siyaseta guhertina demografî ya li herêmên dagirkirî û siyaseta qirkirinê ya ji aliyê dewleta Tirk ve tê meşandin şermezar kir û destnîşan kir ku gelên herêmê wê axa xwe biparêzin û bi berxwedaneke herheyî dev jê bernedin.  Ji ber ku ‘Berxwedan tercîha gel e.’

 

 

Di dawiyê de daxwaza bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rizgarkirina herêmên dagirkirî li ser rêya netewa demokratîk kir. peymana şopandina rêya şehîdan, xeta rûmet û azadiyê nû kir û da.’

Back to top button