ArşîvÇalakî

Xelkê Amûdê: Bi rhê 15’ê tebaxê emê dagirkerî têk bibin

Bi dirûşma “Bi rihê 15`ê Tebaxê werin cenga azadiyê” bi hezaran şêniyên navçeya Amûdê salvegera 38`emîn a Pêngava 15`ê Tebaxê li hola Seyran a navçeya Amûdê pîroz kirin.

Duh salvegera 38`emîn a Pêngava 15`ê Tebaxê bû ku di bin fermandariya şehîd Egîd de di 15`ê Tebaxa 1984`an de guleya yekemîn li dijî dijminê gelê Kurd hate teqandin û wekî destpêka têkoşîna çekdarî ya Partiya Karkarên Kurdistanê (PKK) û wekî roja vejîna gelê Kurd tê dîtin.
Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê bi cil û bergên xwe cejna vejîna gelê kurd pîroz kirin. Beriya ku dest bi şahiya pêngava 15’ê tebaxê bê kirin beşdarvan vexwendin ku deqeyeke rêzgirtin li ser giyanên cangoriyên azadiyê rawestin.

Li ser navê Meclisa Partiya Yekîtiya demokratîk (PYD) Zeyneb Murad, di destpêka axaftina xwe de roja 15’ê Tebaxê li rêber Abdullah Ocalan, tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û wiha got: ‘Pêngava 15’ê Tebaxê, cejna vejînê ye. Ev cejn ji bo gelan cejneke dîrokî ye. Gava tevgera azadiyê li hember dagirkeriya dewlata Tirk bi guleya 15’ê Tebaxê di 1984’an de da têkoşîna çekdarî da destpêkriin, dewleta Tirk giştî hejand. Îro 38 sal li ser pêngava 15’ê Tebaxê derbas dibe ku gelek destkeftiyên mezin bi xwe re anîn. Li seranserî Kurdistanê di kesayetê fermandarê mezin heval Egîd de tevahî şehîdên şoreşê li tevahî cîhanê tên bi bîranîn.’

Zeyneb Murad, wiha berdewam kir: ‘Em xwe li her cih bi rihê pêngava 15’ê Tebaxê li hember dagirkeriyê li ber xwe didin. Îro çi li Bakur, Rojhilat, Başûr û Rojavayê Kurdistanê weke zarokên gelê Kurd di bin pêşengiya fermandarê Egîd de me xwe bi rêxistin kiriye û em li ser şopa fermandarê mezin tê dikoşîn. Ger îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi berdêlên giranbûha destkeftiyên şoreşê bi dest xistin, ev yek bi saya rihê pêngava 15’ê Tebaxê çêbûye.’
Zeyneb Murad wiha dawî li axaftina xwe anî: ‘Em ê heta dawiyê bi rihê 15’ê Tebaxê li ber xwe bidin û dagirkeriyê têk bibin. Em yekitiya xwe, hezkirin û girêdana xwe ya heyî xurttir bikin, em ê dagirkeriya li ser welatê xwe têk bibin û azadiya rêberê xwe rojek beriya rojekê pêk bînin.’
Piştî bidawîbûna axaftinan, qeyda deng a rêber Abdullah Ocalan li ser wate û girîngiya 15’ê Tebaxê hate guhdarkirin. Piştre sînevîzyonek hate pêşandan.


Di dawiya şahiyê de berhemên hunerî ji aliyê koma Agirî, hunermend Elî Mensûr, hunermed Danîş Botan û Îbo Can ve hatin pêşandan.

Back to top button