Arşîv

Weşana Jin TV’yê bi fermî dest pê kir

Televîzyona jinan Jin TV di 8’ê Adarê de li ser peyka Hotbirdê dest bi weşana testê kir. Îro ji saetên sibê ve Jin TV êdî dest bi weşana xwe ya fermî kir.

Televîzyona Jin TV ku ji 8’ê Adarê ve dest bi weşana test kir, piştî 3 mehan îro bi awayekî fermî dest bi weşanê kir. Jin TV ji aliyê Weqfa Jinan a Newê ve di 9’ê Çileyê salvegera qetilkirina 3 jinên kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de ku li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin de hate avakirin, bi dirûşma “Dengê jinê, rûyê jinê” dest bi weşana xwe kir.

Ji bo şopandina weşana Jin TV:

Hotbird 13°E

Frekans: 11 054 MHz

Polarizasyon: Horizontal

Symbolrate: 27500

Back to top button