
Îro Sêşemê 168/2022, şandeke nûneratiya Kongra Star li bajarê Silêmaniyê serdana Tevgera Azadîya Civaka Kurdistanê kir û şande ji aliyê hevserokatîya tevgerê û berpirsên komîteyên jin hat pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de geşedanên li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Başûrê Kurdistanê, êrîşên Tirkîyê li ser herêmê û girîngiya yekkirina helwêstên Kurdan ji bo rûbirûbûna van êrîşan hatin nîqaşkirin, herwiha rola jin ji bo parastina destkeftiyên jinan hate nîqaşkirin.