Di oxira rêya azadiyê de, zarokên welatên rojê, bi hemû lehengî û qehremanî bi manîfestoya Rêberê Rêberan meşa azadiyê dewamdike. Bi teqandina guleya destpêkê ya Tebaxa 1984’an a ji aliyê rêheval Egîd û komeke biçûk a gerîlayên wê demê ve, niha berxwedanî bi sedhezaran şervan û gerîla meşa azadiyê berdewam dike. wekî ku di destpêka şerê çekdarî û vir de, çawa ku qehremantî, fedekarî û lehengî li pêşe jî lê xeta îxanet û berxwedanê bi hev re dimeşe. Çawa ku di salên 1980’î û 90’an de îxaneta di nav me de dewam dikir, niha jî bi hemû fêl û fêlbaziyê, dijmin bi navê kurmê darê dixwaze bandorê li tevgera azadiyê bike. Mînaka berbiçav, di çiyayê Kurdistanê de îxaneta mala Barzanî û cerdevanî, di Rojavayê welat jî bi nevê ENKS û sîxurtî, dixwazin pêşiya xeta mîmarê azadiyê bigre. Mînakên berviçav, bi zimandirêjî û bêbextî, di bin navê Kurdîniyê de diçe bi ser gerîlayan de (Barzanî) û li Rojava jî bi rêya sîxur û medyaya girêdayî wan bi êrîşên bêbextî ve fermandar û leheng, zarok û ciwanan dikin armanca êrîșan.
Lê ciwanên Kurd, li çiyayên Kurdistanê bi navê gerîlayên serdemê, di xeta Rêbertî û şehîdan de, lihengiyekî mezin ve xaka welatê xwe diparêzin û li berxwedidin. Li hember teknolojiya herî pêşketî, ya dewletên NATO û Ewrûpayê. Li Rojavyê Kurdistanê ciwanên Kurd, Ereb û hwd dibin Sîwana YPG, YPJ û QSD’ê de li seranserê sînorên Rojava li hember dagirkeriya Tirk û Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li dijî çeteyên hov(DAÎŞ)ên girêdayî dewleta dagirker a tirk, li berxwe didin.
Gelên Rojava jî, di bin sîwana komîn û meclisan de xwe bi rêvedibin. Zarokên vî gelî jî li ser manofestoya Rêber Ocalan, perwerde dibin, hînî zimanê Kurdî dibin ji bo pêşeroja welatê xwe ronî bikin.
Dîcle feremez