ArşîvKomîteTenderûstî

Parastina tendûrîstıya xwe û derdora xwe erkek mirovî û erkek welatparaziyê ye

meclîsa tendûristî KongraStar ya Bakur û Rojhilatê surıyê girêdayî Şerê Gelê Şoreşgerî de hemleya (ishafat) alîkariya destpêkê li tevahî hereman de daye destpêkirin.

Me wek meclîsa tendûristî KongraStar ya Bakur û Rojhilatê surıyê girêdayî Şerê Gelê Şoreşgerî de hemleya (ishafat) alîkariya destpêkê li tevahî heremê (kantona Heleb, Şehba, Kobanê, Hesekê, Qamişlo) de daye destpêkirin. Li gund, komîn, meclis, Qanton û hemû sazî û dezgahên fermî de ji jin, zilam, ciwanan û tevahî civakê re li ser mijarên girêdayî alîkariya despêkê û xwe parastina ji nexweşiyan perwerde seminer tên dayîn. Ji bo ku rewşên awarte de her yek bikaribe derdora xwe re bibe alîkar .

Alîkariya destpêk –îshafat ewilî: tê wateya di rewşên ku jiyana mirov di bin xeteriyê deye û heya kû bigihînî nexweşxaneyan di navbera 5 herî zêde 10 demjimêran de jiyana mirovan ji xeteriyê rizgarkirin û vegerandina jiyanê ye. Em hemû dizanin ku li her derê nexweşxanê, ocaxên tendûrîstî nînin. Ji bo civaka me bikaribe xwe bi xwe têra xwe bike û rewşek awarte de alîkarî bide derdora xwe xebatek bi vî awayî girîn û pêwîst hat dîtîn. Her wiha ev kar û xebat di çerçoveya Şerê Gelê Şoreşgerî de xwe û derdora parastin û alîkarî dayîn mafek mirovî vîcdanî û exlaqîye. Hemleya perwerdeyên alîkariya destpêkê di hemû komîn, gund, navçe û hemû sazî û dezgehên fermî de wek xebatek bingehîn hat destgirtin. Ev xebat nêzî du meh daye destpêkirin û heya ku xwe bigihinin tevahî civakê wê were berdewamkirin.  Hemleya ku dayî destpêkirin tevlîbûn û pêşwazîkirina civakê di astek pir baş de ye.

Ev xebat, çima evqas grîng û jiyaniyê? Mînak; Rewşek bîrîndariyê de  kesek beriya ku pir xwîn winda bike em dikarin bi alikariya destpêkê xwîn bidin seknandin heya bigihînin nexeşxane ya ocaxên tendûristî. Her wiha kesek dil sekinî nefes sekinî em dikarin bi riya alîkariya destpêk wî-wê vegerinîn jiyanê. Yanî di navebera 5 deqîqe mudehelekirina rewşên bi vî awayî jiyana mirovekê-î xilas bıkın. Di  rewşên bi vî awayî bê ku alîkariya destpêk were kirin gihandina ocaxên tendûristi ya nexweşxanê wê dem bide windakirin û wê bibe sedama mirin yan jî felçbûna wê-wî kesan.

Parastina tendûrîstıya xwe û derdora xwe erkek mirovî û erkek welatparaziyê ye.

 

Back to top button