ArşîvÇalakî

Tekoşîn riya xelasiyê ye, bi soza bilindkirina tekoşînê xelkên bajarê Amûdê daketin qadan

Di bin duruşma 'Na ji dagirkeriya Tirkan û Daî'şiyan re', xelkê bajarê Amûdê û gundewarên wê îro daketin qadê da ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezarbikin ûsoza tekoşînÊ dan.

Bi sedan şêniyên bajarê Amûdê û gundewarên wê  Îro duşem 29/8/2022’an, meşeke girseyî ji bo  şermezarkirina êrÎşên dewleta Tirk li ser herêmê bi pêşengtiya  mamsteyan li darixisti set meş  ji Qada Jina Azad ber bi Qada Şehîd Cîhad bi rakirina wêneyên zarokên ku di encama êrîşên dewleta Tirk de şehîdbûne, pankartên ku li ser ‘Na ji dagirkeriya Tirkan û Daî’şiyan re’, ‘Erdoxan qatilê zarokan e’, ‘Erdoxan me ji xwendinê bê par dihêle’, ‘Rojava xaka me ye’, ‘ Na ji şer re’ rakiribûn.  Piştî ku şêniyên bajêr giyan Qada şehîd Cîhad  deqeke rêzgirtin li ser rihê şehîdên doza azadîyê rawestiya, piştire li ser navê malbatên şehîdan zîwer Elî axivî û wiha anî ser ziman: ‘Di cîhanê de mîna Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ruxmî hemû êriş, dagirkerî, wêranî û êşan jî ku bikare li kêleka hêzên xwe yên leşkerî bi rihê şerê gel ê şoreşgerî tê bikoşe û welatê xwe biparêze û bi salan berxwedanê bike, mînakên wiha kêm tên dîtin. Êdî faşîstî û dagirkeriya Erdogan gihaştiye wê astê ku bêyî ku bibêje zarok in, jin in û kesên temenmezin in, bi awayekî hovane li ber çavê dinyayê qetil dikin.’

Zîwer Elî wiha dewam kir: ‘Dewleta Tirk li her çar parçeyên Kurdistanê êrişî me dike, zarokên me qetil dike. Bi taybet kesayetên ku pêşengiyê ji gel re dikin dibin hedefa êrişên wî yên hovane.’

Bi bîrxist ku raman û fikirê serokatî  mafê mirovan diparêze û got: ‘Ji derveyî felsefeya rêber Apo li dinyayê mafên mirovan hatine rakirin. Ji bo parastin û nirxê mirovahiyê ku bibe pêşeng ji tevahî mirovahiyê re ew jî tenê felsefe û bîrdoziya rêber Apo ye.’

Zîwer Elî wiha dawî li axivitina xwe anî: ‘Tişta ku îro ji me weke gelên heremê tê xwestin; em xwe di her milî de xurt bikin, em tê bikoşin, siyaseta dewleta Tirk û hevalbendên wê têk bibin. Divê gelê me jî bi hemû hêza xwe bi rihê şerê gel ê şoreşgerî tê bikoşe û li ber xwe bide.’

Meş bi dirûşmên “Bimire îxanet” bi dawî bû.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27