Arşîv

Bi boneya vebûna Jin TV şahiyek hate lidarxistin

Telavîzyona Jin Tv duh dest bi weşana xwe ya fermî kir. Duh bi vê boneyê li Qamişloyê şahiyek hate lidarxistin.

Jin TV bi dirûşma “Dengê jinê, rûyê jinê” duh dest bi weşana xwe ya fermî kir. Xebatkarên Jin TV’yê bi beşdarbûna bi dehan xebatkarên çepemeniyê û welatiyên Bakurê Sûriyeyê şahiyek li dar xist.

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê endama rêveber a Jin TV’yê Jiyan Hêvî axaftinek kir û vekirina Jin TV’yê li hemû jinên cîhanê pîroz kir û ev tişt anî ziman: “Jin di nava salan de û heta niha di zehmetiyan re derbas dibin. Jin li dijî van tê dikoşin da ku rola jinan a pêşeng di nava civakê de pêk were. Jinan bi têkoşîna xwe gelek serkeftin bi dest xistine û rûyê rast ê jinan û berxwedana wê ya ji bo edalet û wekheviyê pêk anî.”

Di berdewama şahiyê de berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd axivî û got ku vekirina Jin TV’yê serkeftineke mezin e ku di encama têkoşîna demdirêj a jinan de pêk hatiye û ev tişt anî ziman: “Jin TV dê bibe eynika hemû jinên cîhanê. Her wiha dê bibe rêya vegihînê ya di navbera hemû jinan de. Dê rastiya jinan bigihîne hemû cîhanê.”

Di şahiyê de Koma Kevana Zêrîn û hejmarek hunermendên din hunera xwe pêşkêş kir.

Jina bi navê Şaha Xelîl ku beşdarî şahiyê bû, diyar kir ku ew bi vebûna Jin TV’yê serbilind in û got ku ew hêvî dike Jin TV hêviya hemû jinan pêk bîne.

Nûçegihana Jin TV’yê Hemrîn Mihemed jî da zanîn ku vebûna Jin TV’yê di salvegera şehadeta têkoşer Zeyneb Kinacî (Zîlan) de diyar dike ku ew berxwedana hemû jinan esas digirin û wiha dom kir: “Em ê di weşana xwe de rastiya jinan û berxwedana wan derxin pêş. Her wiha em ê binpêkirin û zilma li ser jinan tê kirin, aşkera bikin.”

Jin TV di 8’ê Adara derbasbûyî de dest bi weşana testê kir û duh jî dest bi weşana xwe ya fermî kir.

 

 

Back to top button