ArşîvDaxuyanî

Komîta zrokan şilêr: ‘ Heya yek zarok jî were kuştin, di cîhana me de ne azadî ne aramî ne jî gotina AŞITÎ yê cihê xwe nagire’

Komîta zrokan şilêr, êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezarkirin, û bang li aliyên peywendîdar kir û got: bila xwedî li erk û berpirsyariya xwe derkevin, van êrîşên hovane li dijî zarokan bi taybet bên rawestandin.

Di 18´ê Tebaxê de balafireke artêşa Tirk a dagirker navenda perwerdeyê ya zarokên keçîn a li gundê Şemoka bombebaran kiribû û di encamê 4 zarok şehîd bûn û 11 jî birîndar bûn. Ji birîndaran zaroka bi navê Silava Remedan jî şehîd bû.

Di derbarê şehîdbûna zaroka bi navê Silava Zad Remedan, komîteya zarokan şilêr, daxuyaniyek da ev êrîş û kiriyarên dewleta Tirk a dagirker şermezarkir û got: di meha aştiyê de dewleta Tirk aşîtî nehêla. Dxuyaniya komîta zarokan şilêr, nivîskî îro Duşem 5/9/2022’an de da, komîta şilêr di destpêka daxuyaniya xwe de ev êrîş şermezarkirin û got: ‘Em wekî Klomîteya Zarokan a Şilêr êrîşên li ser zarokan şermezar dikin.’

Di daxuyaniya xwe deşehadeta zaroka bi navê Silava Remedan ku di dîroka 1’ê îlonê de şehîdbibû bibîrxist ‘Dîsa zaroka bi navê  Silava Zad Remezan  a ku  di encama lêdana Dewleta Tirk a ku  di dibistana  Gundê Şemoka Ya ku girêdayî  navçeya Tiltemir bi ser kantona Hesekê de, giran birîndar bibû di dîroka 1’ê îlona 20222an de gihîşte asta  şahadetê.’

Daxuyaniyê balkişand ser asta hoîtiya êrîşên dewleta Tirk û got: ‘Ev êrîş li ser azadî, aramî û Hebûna Zarokên me têne kirin pêwîste tu kes li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin.’

Komîta zarokan şilêr bang li Hêzên Navnetewî  hemû Rêxistinên mafên zarokan de erkdarin u Unîcef pêwîste xwedî li erk u berpirsyariya xwe derbikevin. li hemberî van êrîşên hovane ên dewleta tirk de bêdeng nemînin.Meha ku roja aştiya cihanê hatî pîrozkirin de zarok dimirin û têne kuştin.’

Di dawiya daxiyaniyê de got: ‘Heya yek zarok jî were kuştin,  di cîhana me de ne azadî ne aramî ne jî gotina AŞITÎ yê cihê xwe nagire. Pêwîste hemû kesên xwedî wîjdan  bila pêşiya kuştina zarokan bigirin.em carek din êrîşên dewleta tirk yên rûreş  şermezar dikin.ji malbata ş.silava re sersaxiyê dixwazin.’

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27