ArşîvÇalakî

Şêniyên Kantona Hesekê hevkariya PDK’ê û êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin

Di bin dirûşmeya 'faşîzma Tirk gefa li ser ewlekariya cîhanê ye, werin em bi hev re li dijî vê terorê bisekinin' Îro bi sedan şêniyên kantona Hesekê ji bo şermezarkirina hevkariya PDK’ê xwepêşandanek li dar xistin.

Şêniyên bajarê Hesekê îro Pêncşemê 09/08/2022’an, xwepêşandanek li darxistin û tê de êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hevkariya wê bi Partiya Demokrata Kurdistanê re şermezar kirin.

Xwepêşandan ji aliyê Kongra Star ve bi hemahengiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hat organîzekirin û bi sedan şêniyên herêmê û derdora wê û hemû saziyên Rêveberiya Xweser beşdar bûn, alên Rêveberiya Xweser, Kongra star, Meclîsa malbatên şehîdan, wêneyên serokatî û pankartên ku li ser hatibûn nivîsandin. ‘Faşîzma Tirk ji bo ewlekariya cîhanê tehdîd e. Werin em bi hev re li dijî vê terorê bisekinin’ rakiribûn.

Piştî ku gihiştin pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan, ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêz girtin rawestiyan, piştre li ser navê Kongra Star Endam Dahla Ezedîn axaftinek kir û wiha got: ‘Em îro di vê xwepêşandanê de ne ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmên me û peymanên bi malbata Barzanî re û êrîşên dewleta Tirk ên ku di encamê de 2 ji Hêzên Parastina Gel (Gerîlla) hatin şehîd xistin û 3 ji wan dîl hatin girtin, li ser destê Barzanî li vir kom bûn.’

 

Wê wiha berdewam kir: ‘Em van peymanên ku li dijî gelê Kurd tên kirin, bi taybetî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin, û divê em li kêleka hev bisekinin û wê xiyanetê lenet bikin, ji ber ku ev dijminê hov dizane ku eger em bibin yek. dest, ew ê nikaribe me têk bibe û îradeya me bişkîne. Em azadiya gelê xwe û axa xwe dixwazin.Her weha  azadiya Rêber Abdullah Ocalan dixwazin.

Xiyaneta malbata Barzanî ya li hemberî me, bi peymanên bi dewleta Tirk a dagirker re li hemberî gelê me yê serbilind ku daxwaza maf, ax û azadiya xwe dike, eşkere ye.’

Di heman çarçoveyê de li ser navê peymankarên bajarê Hesekê Ferhan Mihemed axaftinek kir û wiha got: ‘Em li Rojava êrîşên Tirkiyê yên bi piştevaniya Partiya Demokratîk Kurdistanê şermezar dikin. Partiya Demokrat a Iraqê jî armanca wê tunekirina gelê kurd û şopandina siyaseta tirkkirinê ye.’

Ferhan di axaftina xwe de soz da gel û Rêbertî û wiha got: ‘Em soz didin gelê xwe û rêberê xwe ku em ê bi saya fikir û ramanênku ji mere diyar kiriye bişopînin fikira biratiya gelan, parastina maf û heqîqetê.’

Di dawiyê de bêdengiya navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ên li cîhanê şermezar kir. Her wiha banga rawestandina êrîşên li ser xaka herêmê kir.’

Xwepêşandan bi qîrîna dirûşmeyên şermezarkirina Partiya Demokrat a Kurdistanê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê bi taybet li ser Hêzên Parastina Gel û bilindkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.

Back to top button