Arşîv

Ev Nexweşxane Xizanan Bê Pere Derman Dike

Nexweşxaneya Kobanê ya ku hat vekirin û mirovên xizan bê pere derman dkie heta roja îro zêdetirî 2002 kîs derman kirine û 59 kes jî emeliyuat kirine.

Heyva Sor a Kurd li Kantona Kobanê bi mehan ji bo vekirina nexweşxaneya Kobanê amadekarî kir. Nexweşxaneya ku di 23`yê Îlonê de bi merasîmekê hate vekirin. Nexweşxaneya ku li herêmê ya herî mezin e kesên xizan bê pere derman dike û heta roja îro xizmet daye bi hezaran kesî.

Rojana bi dehan welatiyên nexweş tên vê nexweşxaneya li Kobanê. Li nexweşxanê 27 bijîjk û 30 hemşîre dixebitin.

Nexweşxaneya ya herî baş a li herêmê ye di warê bidestxistina derman de pirsgirêk lê tên jiyîn. Her wiha Dr. Ednan Mustefa yê li nexweşxanê dixebitê bang li rêxistinên mirovî yên navneteweyî kir ku alîkariya wan bikin.

 

Back to top button